Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozel 2025-09-10 16:14:43 ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li dijî operasyonên ser CHP’ê di roja înê de biçin serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li dijî operasyonên li dijî CHP’ê ji bo piştevaniyê dê di roja înê de biçin serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel.    Di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê de ku di 8’ê Îlonê de hate lidarxistin, hat gotin ku ew ê li dijî operasyonan derkevin û piştgiriyê bidin CHP’ê. Biryara serdana hevserokên giştî piştî civîna MYK’ê hate dayin.