Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê 2025-10-20 16:28:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke bi pêşengtiya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê ya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo hevdîtinan çûn Tehranê.    Li gorî medyaya Iraqê; şandeyeke ewlekariyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Iraqê Qasim Erecî gihişte Tehranê. Hate diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demborî ya Herêmê Rêber Ehmed, Serokê Dezgeha Ewlekariyê ya Herêmê Hîwa Ehmed, di nava şandeyê de ne. Hat zanîn ku şande li ser peywendî û hevkariya ewlehî û îstîxbarata di navbera Îran û Iraqê de, têkoşîna li dijî terorê, pêşxistina hevkariya aborî û berjewendiyên her du welatan guftûgo bikin.   Heman çavkaniyan diyar kir ku şandeya ewlekariyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê dê li gel berpirsên payebilind ên Îranê li ser pêşhatên herêmî û mijarên têkildarî sînoran nîqaş bikin.   Şandeyên hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê îro bi Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî û hejmarek ji rayedarên din re civiyan.