Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê 2025-10-21 12:13:00 MÊRDÎN - Di danişîna doza Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Degerê de salek û 28 meh û 15 roj cezayê hefsê hate dayin.    Danişîna doza Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Degerê ku bi ûdiaya “rêzepropagandaya rêxistinê kiriye” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Oznûr Deger û parêzerên wê tev li danişînê nebûn.    Di danişînê de ewraq hatin xwendin, dozgeriyê mutalaaya xwe aşkera kir û daxwaza cezayê hefsê kir.    Dadgehê jî bi heman îdiayê salek û 28 meh û 15 roj cezayê hefsê da.