Cemîl Bayik: Hewceye yasayên entegrasyonê tavilê bên derxistin 2025-10-28 13:29:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, got: “Daxuyaniya tevgera me ya di 26’ê Cotmehê de, îradeya bibiryar a tevgera me ya ji bo aştî û civaka demokratîk nîşan dide. Hewceye dewlet tavilê yasayên entegrasyonê derxîne.”    Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, têkildarî daxuyaniya di 26’ê Cotmehê bi pêşengtiya Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok hate dayin, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qonaxa pêvajo gihiştiyê, pirsên Ajansan Nûçeyan a Firatê (ANF) bersivand.    Hevpeyvîna bi Cemîl Bayik re wiha ye:   “Rêber Apo di 27’ê Sibatê de manîfestoyek dîrokî bi sernavê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" weşand. Divê em vê bangê çawa fam bikin û wekî Tevger we çawa girt dest?   Me ev bang wekî encama xwezayî ya diyalektîka danehev, guherîn û veguherîna ku di pêvajoya dîrokî ya têkoşîna siyasî ya îdeolojîk a Rêber Apo û PKK’ê derketiye holê, dît. Rêber Apo di hevpeyvîna ku di sala 1988’an de bi M. Alî Birand re kiribû gotibû ku bila dewlet karmendek xwe bişîne da ku em li ser pirsgirêka Kurd nîqaş bikin. Di sala 1993’yan de, dema ku Ozal nêzîkatiyek hinekî nermtir pejirand û navbeynkar xistin dewrê, agirbestek yekalî hate ragihandin. Bi vî awayî xwest ku bi dewletê gav bide avêtin. Axaftina 1’ê Îlona 1998’an û îlankirina agirbestê tê zanîn. Agirbesta di sala 2007’an de hate ragihandin û hevdîtinên li ser vê bingehê hatin kirin tên zanîn. Piştî sala 2007’an, hem li Îmraliyê û hem jî bi PKK’ê re li Osloyê gelek civîn hatin lidarxistin. Di salên 1999 û 2013’yan de, hêzên gerîla derktin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Di 28’ê Sibata 2015’an de bi rayedarên dewletê re li Qesra Dolmabahçeyê deklarasyona hevpar a pir maqûl hatibû xwendin. Ji ber ku pêvajo kirin amûr, lihevkirin hatibû redkirin.  Banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo encama lêgerîna bi dehan salan a ku xwe dispêre çareseriya demokratîk e. Tişta nû ya vê bangê mijara xwefesixkirina PKK’ê ye. Rawestandina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê berê gelek caran hatiye bicîhanîn. Niha, helwest û biryarek ku wê têkoşîna çekdarî bi tevahî ji holê rake di rojevê de ye. Helwest û biryara siyasî û hiqûqî daniye holê. Li welatekî ku gavên siyasî û hiqûqî bêne avêtin, guhertina rêbaza têkoşînê tiştekî xwezayî ye. Her wiha şertên demê diguherin; di van şertan de girtina biryarên nû hewce dikin. Bi guhertina şertên navxweyî û derveyî yên Tirkiye û herêmê re, Rêber Apo banga berdana stratejiya têkoşîna çekdarî û têkoşîna bi stratejiya siyasî ya demokratîk re kir.   Rêber Apo ji ber berpirsiyariya xwe ya li hember Kurd, Tirk, Çerkes, Ereb, Elewî, Sunnî, Xiristiyan û hemû gelên Tirkiyeyê ev bang kir. Vê bang wekî gaveke ku wê bi Kurd û Tirkan re hemû gelên Tirkiyeyê mezin qezenc bikin, dibîne. Rêbertî armanc dike ku ji vê rewşa şer û pevçûna ku bandorek neyînî li ser pêşketinên demokratîk ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de li Rojhilata Navîn jî dike, derbas bibe û hawîrdoreke siyasî ku siyaseta demokratîk û hiqûq lê serwer be, biafirîne. Di hawîrdorek wisa de, derfeta ku wê pirsgirêk li ser bingeheke rast werin destgirtin û çareserkirin derkeve holê.   Ji ber me wisa fam kir, ji bo pêşketina pêvajoya ku di înîsiyatîfa Rêbertiye me de hatiye destpêkirin me biryara pêkanîna bangê û tiştên dikevin ser milê me bi cih bînin, da. Bi rastî jî ji banga 27’ê Sibata 2025’an vir ve helwest û pratîka me di vû çarçoveyê de ye.   Rêber Apo di banga xwe debalê dikşîne ser têkiliya Tirk-Kurd a hezar salî. Behsa ev têkiliya dildarî ya hezar salî di 200 salên dawî de hewl hatiye dayîn ku were parçekirin dike û dibêje, “Ev têkiliya dîrokî ku di îroja me de ketiye rewşele şikestinê û erka esasî ew e ku di nava ruhê xwişk-biratiyê de ji nû ve were sererastkirin.” Ev sererastkirina ji nû ve wê li ser kîjan bingehê dikare were pêşxistin? Li pêşiya sererastkarina ji nû ve astengiyên çawa hene û ev astengî çawa dikarin werin derbaskirin?   Di dîrokê de heta ku modernîteya kapîtalîst û xeta wê netewe dewletê derket holê, dewletan û bi taybetî împaratoriyan, serdestiya leşkerî û siyasî esas girtin. Li dijî civakên etnîkî û olî polîtîkayên qirkirin, tinekirin û asîmîlasyonê meşandine. Her çiqasî zextên olî qismî hebûn jî, piştî ku dixistin bin serdestiya xwe ya siyasî û leşkerî, dest nedidan ziman, çand û baweriyên civakan. Bêguman, di hemû dewletan de bacên cûr be cûr hebûn.   Têgeha Kurdistanê cara yekem ji hêla Şahê Selçûkî Melîk Şah ve hatiye bikaranîn. Ne di serdema Selçûkî de û ne jî di dema Împeratoriya Osmaniyan de înkar, asîmîlekirin an jî tinekirina nasnameyên cuda tine bû. Heta nîvê sedsala 19’an ku fîtneya nîjadperestî û netewe dewlet ket Rojhilata Navîn, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Êzidî û Elewî bi giranî li erdnîgariyên xwe dijiyan. Kurd, wekî yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn, di Împeratoriyên Osmaniyan û Împeratoriya Îranê de xwedî nifûsek mezin bûn. Bêguman, di dema şerê di navbera Osmaniyan û Îranê de ji ber Elewî wekî nêzîkî Îranê dihatin ditîn bi komkujiyan re rû bi rû man.   Ji bilî vê, di dîrokê de Tirk û Kurd di nava tifaqê de bûn. Ger Kurdan di sala 1071’an de li kêleka artêşa Alparslan cih negirtina, Bîzans teqez têk nediçû. Hişmendiya Ummetê hişt ku Kurd û Tirk bi hev re li dijî Bîzansê bisekinin. Piştî ku Osmaniyan rojhilat, ango Kurdistan ewle kirin, berê xwe dan Erebistan û Ewropayê. Ger têkiliyên di navbera Kurd û Tirkan de di vê serdemê de baş nebûna, ew ê nikaribûna ne ber bi Erebistanê û ne jî ber bi Ewropayê ve biçin. Ger piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi Kurdan re tifaq nehatiba kirin, wê di nava zozanên Anatolyayê de bibûna mîrektiyek teng. Bi îradeya Meclisa Yekem a di sala 1920’an de hate damezrandin ku Kurd jî di nav de bûn, şer kirin û Anatolya ji dagirkeriyê hate rizgarkirin. Lê paşê pişta xwe li Kurdan zivîrandin. Bi hişmendiya netewe dewletê polîtîkayên ku Kurdistanê bikin qada berfirehbûnê ya nîjadperestiya Tirk hatin meşandin.   Bi kurtasî, di pêvajoya belavbûna Împeratoriya Osmaniyan de, îdeolojiya nîjadperestî ya fîtneya netewe dewletê dest bi êrişên li ser Kurdan kirin û heta roja îro bênavber berdewam dikin. Zîhniyeta netewe-dewletê tinekirina nasnameyên cûda armanc dike. Ev zîhniyeta netewe-dewletê, ligel kompleksa dewleta mezin a Împeratoriya Osmaniyan, veguherî siyaseteke qirkirinê ya li dijî nasnameyên cûda. Ev polîtîka berevajî têkiliyên dîrokî yên Kurd-Tirkan e. Polîtîkaya qirkirina Kurdan a ku di Împeratoriya Osmaniyan de tine bû, di Komara Tirkiyeyê hate pêkanîn. Ev yek encama eşkereyî ya têgihîştina modernîst a rojava ye. Ew polîtîkaya ne li gorî nirxên dîrokî, civakî û siyasî yên gelê Tirkiyeyê ye.   Rêbertî behsa xwişk-biratiya Kurd-Tirk kir. Devlet Bahçelî jî behsa wê dike. Hişmendiya Bahçelî ya li ser Tirk û Kurdan bi hişmendiya netewe dewletê ya rojava re hatiye jehrîkirin. Devlet Bahçelî dibêje ku pêşeroja me ji aliyê rabirdûya me ve tê destnîşankirin, lê ew nêzîkatiyek hevgirtî nîşan nade. Rêber Apo jî behsa rabirdû û pêşerojeke hevgirtî dike. Armanc dike ku xwişk-biratiya Kurd-Tirkan nûjen bike.   Rêber Apo ji bo xwişk-biratiya dîrokî ya di navbera Tirk û Kurdan de pêk were behsa entegrasyona demokratîk dike. Piştî sala 1923’an, dewleta Tirk û Kurd ji hev dûr ketin. Kurd bûn biyaniyê vê dewletê û wekî dewleta xwe nabînin. Ji ber ku nasname, ziman û çanda wan hatin înkarkirin û pêvajoya tinekirinê li ser wan hate meşandin. Îradeya Kurdan tine hate hesibandin. Ev rewş Kurdan hem ji hêla hestyarî û hem jî ji hêla ramanî ve ji Komara Tirkiyeyê qut kir. Her çiqasî bi çewisandin û zorê hin Kurd xistin bin destê xwe jî, bi giştî di polîtîkaya xwe ya Tirkkirin û tinekirina Kurdan de bi ser neketin.   Rêber Apo destnîşan dike ku ji bo xwişk-biratiya dîrokî ya di navbera Tirk û Kurdan de pêk were, pêwîst e ev rewş were derbaskirin. Dibêje ku ev yek bi derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk pêkan e. Qutbûna di navbera dewleta Tirk û Kurdan de tenê bi qanûnên entegrasyona demokratîk dikare were çareserkirin. Entegrasyona demokratîk li ser bingeha naskirina mafên hiqûqî yên Kurdan û di pergalê de cih bigirin pêkan e. Yan na nabe entegrasyon. Entegrasyon ne asîmîlasyon e, ne hilandin e û ne jî Tirkkirin e. Kurd wê bi nasname, ziman, çand û xwerêveberiya xwe hebin. Bi vî awayî, wê qotbûna 100 salî biqede û aştî wê pêk were. Jixwe Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman. Entegrasyona demokratîk ev e.   Rêber Apo dibêje ku sedema derketina PKK’ê ji ber girtina kanalên siyaseta demokratîk e û balê dikşîne ser civaka demokratîk û qada siyasî. Di sedsala duyemîn a Komarê de behsa demokrasiyê dike. Ji ber ku Tirkiye mozaîkek ji nasnameyên etnîkî û olî ye, çawa dikare lihevkirinek demokratîk were bidestxistin?   Heta ku PKK derket ser dika dîrokê, bikaranîna gotinên Kurd û Kurdistanê li Tirkiyeyê sûc bû. Tê zanîn ku Partiya Karkerên Tirkiyeyê ji ber behskirina hebûna Kurdan kir hat girtin. Kurd, Tirkekî çiyayî bû! Heta kasetên bi zimanê Kurdî jî qedexe bûn û dikirin sedema darizandinê. Heta îro jî, peyva Kurdistanê wekî têgeheke sûc tê dîtin. Demekê balafireke rêwiyan a Îranî bi navê Kurdistan li balafirgeheke Tirkiyeyê daket, bû sedema pirsgirêkekê. Hatina wê balafirê ji bo Tirkiyeyê hat qedexekirin. Li cîhanê her kes dizane ku ji bo girtiyên li Girtîgeha Hejmar 5 a Diyarbakirê bibêjin em Tirkin îşkenceuya giran li wan hatibû kirin. Armanca îşkenceyên li zindanan ew bû ku Kurdbûnê bidin jibîrkirin û bîr û zimanê Kurdan jê bibin. Di destpêka salên 1970’an de Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahim Kaypakkaya pêşengiya tevgera ciwanan dikirin, sedema ku bi tundî bi ser wan de çûn yek jê ji ber ku Kurd û Kurdistanê anîbûn ziman.   Destûra bingehîn û qanûnên Tirkiyeyê bi tevahî înkarker bûn, armanca wan asîmîlekirina Kurdan û bi rêya qirkirina çandî Tirkîkirina wan bû. Ev "qanûna hesinî" ya Komara Tirkiyeyê bû. Li ser navê Kurdîtiyê siyaseta reformîst lîberal jî nedihate kirin. Siyaseta Kurd a li ser hevkariyê jî qebûl nedikirin. PKK di nav vê rastiya Tirkiyeyê de derket holê. Pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê ji ber hawîrdora siyasî ya ku ji hêla darbeya faşîst a 12’ê Îlonê ve hatî afirandin de pêk hat. Faşîzma 12’ê Îlona 1980’an û destûra bingehîn a ku wê derxist, serdemeke hîn hişktir a înkar û tunekirinê li ser Kurdan da destpêkirin.   Rêber Apo dixwaze ku komara Tirkiyeyê bi rêya demokratîkkirina qada siyasî û danasîna siyaseta demokratîk, bi Tirkiyeyeke demokratîk re bikeve sedsala xwe ya duyemîn. Ji ber ku li Tirkiyeyeke ku nasname û baweriyên cihêreng lê hene, bi rêbaza siyasî ya kevn ne pêkan e ku aramî were misogerkirin. Ji ber vê yekê, divê hebûna hemû nasnameyên cûda bi destûrî û qanûnî were misogerkirin. Ev yek bi avakirina zîhniyeteke demokratîk û azadiya rêxistinbûnê wê pêk were.   Mijareke din a ku bi qasî metna bangê ya ku ji hêla Sirri Sureyya Onder ve hate xwendin, hevoka "siyaseta demokratîk" û "naskirina aliyê hiqûqî” bû. Hinekan ev yek wekî şertek bi nav kirin, hinên din jî wekî pêwîstiyek dîtin. Li ser vê mijarê dikarin çi bibêjin?   Haya rayedarên dewletê ji metna bangê bû. Tiştên rêzdar Sirri Sureyya Onder gotin xwestin têxin metna daxuyaniyê. Rayedar dibêjin ku li nivîskî dikarin bi devkî di dawiya daxuyaniyê de were gotin. Sirri Sureyya Onder li ser encama vê lihevkirinê bi devkî dibêje. Bi rastî tiştên di metnê hatin destnîşankirin, siyaseta demokratîk û bi cih anîna pêwîstiyên hiqûqî tê wateya ku dewletê jî qebûl kiriye. Dewletê teahûda ku qadeke siyasî ya demokratîk veke û gavên hiqûqî yên pêwîst bavêje, daye.   Ev pêvajo ne pêvajoyek e ku bi şert û mercan an jî bi ferzkirinê bû meşandin. Jixwe pêvajo bi vî rengî dest pê nekir. Tirkiye ji ber sedemên siyasî yên navxweyî û derveyî pêvajoyek wisa pêwîst dît. Rêber Apo got, ez xwedî wê hêzê me ku dikarim pirsgirêka Kurd bînim zemîna siyasî û hiqûqî û însiyatîf girt ser xwe. Ji ber vê yekê Sirri Sureyya Onder ji bo tiştên di bangê de bûn bicihanîn behsa aliyên hiqûqî û siyasî kir û ev bi awayekî xwezayî ji bo meşandina pêvajoyê bû. Dewletê jî ev qebûl kiriye. Ji ber vê yekê, Rêber Apo, jî, em jî, gelê me jî, dostên me jî, hêzên demokrasiyê jî li bendê ne ku ji bo siyaseta demokratîk bi awayekî azad were kirin û avakirina aştî û civaka demokratîk divê gav bên avêtin.   Kurdan bi baldarî û kelecaneke mezin peyama Rêber Apo guhdar kirin. Bi rastî, bendewariya peyameke dîtbarî hebû û ev daxwaz hîn jî heye. Ji ber ku Kurd, jin, ciwan û dostên gelê Kurd bi kûrahî hesreta Rêber Apo dikin û hesreta bihîstin û dîtina dengê Rêber Apo ne. Me dît ku ew kesên ku dildarên PKK’ê ne û bedel dane, ji ber fesixkirina PKK’ê xemgîn in. Dîsa li ser danîna çekan fikarên cûrbecûr hene. Di vê çarçoveyê de, hûn dixwazin ji gelê Kurd re çi bibêjin? Divê Kurd vê banga Rêber Apo çawa fam bikin?   Kurd li bendê bûn ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dîtbarîbe. Lê dewletê qebûl nekir. Piştre peyama dîtbarî hate dayîn ji bo civaka Kurd hem kelecan bû û hem jî dilrehetî bû. Bêguman girîng e ku li zindanên dewletekê ku rêberên Kurd lê hatine darvekirin, 27 sal şûnde Rêber Apo muxatab hate girtin. Gel dizane ku ev bi saya têkoşînê hatiye bidestxistin.   Di mijara xwefesixkirina PKK’ê ya li gel Banga Aşitî û Civaka Demokratîk de xemgînbûna gel rewşeke xwezayî ye. Xwefesixkirina rêxistineke şoreşgerî ya ku ev 50 sal in pêre dijîn, hemû tiştên wê mereq kirine û kêfxweşî û xemgîniya wê jiyane, li cem wan ji nişka ve valahiyeke mezin afirandiye. PKK, ji bo gel ji partiyekê wêdetir bû. Herî zêde jî bûye tevgereke ku bandor li jiyan û çanda wan kiriye. Destkeftiyên li ser navê azadî û demokrasiyê, li ser navê Kurdbûnê di van 50 salî de bi rêya PKK’ê bi dest xistine. Her wiha yê ku PKK bi dayîna bedêlên mezin, mezin kiriye û ew afirandiye jî dîsa ev gel e. Xwefesixkirina hêzeke bi vî rengî helbet wê mirovan xemgîn bike. Ev yek nîşaneya herî mezin a dilsoziya ji PKK’ê re ye. Di daxuyaniyê de tişta ku destpêkê fêm kiriye û hatiye aqilan xwefesixkirina PKK’ê ye. Ev xemgîni dubare nîşan dide ku PKK di dilê gel de, mejiyê gel de û di jiyana gel de xwedîyê cihekî çawa ye. PKK xwe fesix bike jî ev gel wê tu caran PKK’ê ji bîr neke. PKK, wê aliyê herî jor ê dîroka Kurdistanê de cihê xwe bigire.   Endîşeyên têkildarî çekdanînê jî tên fêmkirin. Gerîla bûn hêza vî gelî ya xweparastinê. Van hêzan li hemberî tunekirina gelê Kurd li ber xweda. Hebûn, bi têkoşîna vê hêzê hate îspatkirin. Êrişên fîzîkî û çandî bi saya vê hêza xweparastinê hatin sekinandin. Ji ber vê yekê gerîla ji bo vî gelî gelekî girîng û bi qîmet e. Ji ber wê yekê dibe ku hem di mijara xweparastina jiyana azad û demokratîk de hem jî di mijara ji niha û pê ve cihê ewladên wan ê nava têkoşînê de hin endîşeyên gel hebin. Lê belê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hizra van yekan dikin.   PKK, partiyeke ku di bin şert û mercên siyasî û civakî yên salên 1970’yan de hatiye avakirin. Di bin bandora sosyalîzma klasîk û sosyalîzma reel de bû. Kêmasî û xeletiyên sosyalîzma klasîk û sosyalîzma reel hatibûn dîtin. Ji ber vê yekê Rêber Apo, di mijara guherandin û veguherandina PKK’ê de perspektîfên girîng dan.  Hewl da ku PKK nebe partiyeke amûra desthilatdariyê. Bêguman, di nava PKK’ê de jî guherînên girîng çêbûn; lê belê dema ku îdeolojiya avakirina sosyalîzma reel, felsefeya wê û di kodên wê de di çarçoveya avaniyê de hebûna xwe domand girêdayî paradîgmaya nû hewcehiya xwefesixkirinê derket holê. Bêguman bûye partiyeke ku mohra xwe li gelek serkeftinan daye. Lê belê PKK’ya ku hebûn dabîn dikir, ne di wê rewşê de bû ku ji vesazkirina pêvajoya dabînkirina azadiyê re bibe bersiv. Her wiha di pêvajoya çareseriya demokratîk de ji aliyê ku PKK weke eger û astengî dihat  nîşandan ve jî ev xwefesixkirina berbehs pêk hat. Bêguman nirx û çanda ku PKK’ê afirandine, wê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de hebûna xwe bidomîne; weke hêza girîng a têkoşîna azadiyê wê di dabînkirina azadiyê de rola xwe bilîze.   Têkoşîna çekdarî, di têkoşîna azadiyê de amûrek bû. Gelê Kurd, li gel têkoşîna xwe ya 50 salan danehev û nirxên mezin ên wisa  afirandine ku ger derfeta kirina siyaseta demokratîk hatibe afirandin, derfeteke bi vî rengî muhtemel bûbe helbet têkoşîna çekdarî bê wate dibe. Rêber Apo tim xwestiye vê ihtimalê biafirîne. Di vê mijarê de gelek caran pêngav avêtine. Dixwaze vê carê van pêngavên xwe bi biryar û helwesteke zelaltir bigihîne encamekê. Ji bo nîşandana biryardariya têkildarî vê mijarê jî merasîma çekşewitandinê jî hate lidarxistin. Ev, beyaneke îradeyê ye. Lê belê di kongreya xwefesixkirina PKK’ê de, bi gotina  ‘’bes Rêber Apo dikare van biryaran pêk bîne’’ azadiya Rêber Apo hatiye daxwazkirin. Jixwe li gel bicihanîna aliyên hiqûqî û siyasî yên Banga Aşitî û Civaka Demokratîk hatiye gotin ku tiştên hatine diyarkirin wê bi vî awayî pêk werin. Bi kurtasî, PKK’ê biryar û îradeya xwefesixkirin û çekdanînê heye. Lê belê di gel ku pirsgirêkên heyî wê bes bi bicihanîna van yekan neyên çareserkirin, wê de pêkhatina gotinên Sirri Sureyya Onder ên devkî yên bangê girîng in.   Hin derdor pirsên weke ‘’ger PKK tu tiştan nestîne û van yekan bike wê gelê Kurd çi bi dest bixe’’ dikin. Hûn nirxandina vê rewşê ya bi vî rengî çawa digirin dest? Armanca nirxandinên bi vî rengî çi ye?   Gotina; ‘’Ger PKK tu tiştan nestîne û van yekan bike wê gelê Kurd çi bi dest bixe’’, pirsa herî dawîn e ku ji PKK’ê were pirsîn. Beriya herî tiştî divê hizra ku PKK’ê di nava 50 salî de çi bi gelê Kurd daye bidestxistin, were kirin. Destkeftiyên PKK’ê yên ji bo gelê Kurd gelek in bi jimartinê naqedin. Beriya her tiştî ji Kurdê ku ber bi tunebûnê ve diçû û ev yek weke çarenûsê qebûl dikir, rastiyeke gelekî ku roja îroyîn ji bo azadiya xwe têdikoşe, hatiye afirandin. Pîvanên vî gelê yên welatparêzî, azadî û demokrasiyê bilind bûne. Hêzeke ji vê yekê mezintir tune ye. Gelê Kurd bi van hêzên xwe, nasnameya xwe, çanda û zimanê xwe wê teqez azadiya xwe bi dest bixin. Bêguman ev hêz helbet wê xwe birêxistin bike.   Îro li çar perçeyên Kurdistanê li ser navê Kurdbûnê çi hebe, çi hatibe afirandin ev encama atmosfera siyasî, civakî û çandî ya Kurd e ku bi pêşengtiya Rêber Apo ji aliyê têkoşîna 52 salan ve hatiye afirandin. Ger mafê van yekan were dayîn wê demê wê  tiştên ku Rêber Apo kirine û tiştên ku îro dixwaze bike, bi awayekî rast werin fêmkirin.   Înîsiyatîfa Rêber Apo a li hemberî banga Devlet Bahçelî danî holê, di encama bazirganiyeke ku beriya wê hatiye kirin, çênebûye. Têkoşînên siyasî û çareseriya pirsgirêkên berbehs bi gotinên bi vî rengî yên bazirganî qutebir pêk nayên. Pêvajoyeke van a têkoşînê heye; tiştên piralî yên van diafirînin hene. Ji ber vê yekê nêzîkatiya ‘’çi stand, çi tê dayîn’’ famnekirina van pêvajoyan e. Nêrîneke teng e. Yan jî mana di nava sînorên kesên ku li çayxaneyan suhbeta siyasî dikin de ye.   Rêber Apo gelek caran gotiye ‘’karmendekî xwe bişînin û em biaxivin.’’ Piştî qoxaneke ku têkoşînê xwe gihandiyê, diyalog girîng hatiye dîtin. Dema ku Devlet Bahçelî bang kir, Rêber Apo jî got ku ‘’hêza min a ku ez bikşînin ser zemîna hiqûqî û siyasî heye.’’ Mirov ji pêvajoya heyî re bibêje pêvajoya diyalogê wê rasttir be. Dewletê hewceyî bi rawestandina şerî dît; Rêber Apo jî xwest ku vê rewşê ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd ve veguherîne pêvajoyeke erênî. A niha pêvajo û têkoşîna vê yekê tê jiyîn. Rêber Apo vê pêvajoyê weke; ‘’pêvajoya serkeftina her du aliyan a xwe dispêre xwişk-biratiya Kurd-Tirkan’’ dinirxîne.   Bê guman têkoşîna 50 salî di dewleta Tirk û nava civaka Tirk de ji aliyê nêrîna li ser gelê Kurd ve hin guherîn derxistine holê. Lê belê divê ev yek weke encameke veguherîna zîhniyeta ku bibe perçeyekî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd were nirxandin. Bi esasî hewcehiyên siyasî, pirsgirêkên aborî û hin faktorên din bûne sedema destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî. Bêguman Rêber Apo û em daxwaz dikin ku pirsgirêka Kurd bi awayekî maqûl û demokratîk were çareserkirin. Wê bi demê re diyar bibe ku dewlet, wê li ser bingeha demokratîkbûyînê bikaribe xwe bike aktorê çareseriyeke bi vî rengî.   Rêber Apo, rêberekî wisa ye ku li gel daneheva xwe ya siyasî û tecrûbeyên xwe wê di hemû şert û mercan de nûnertiya gelê Kurd bike. Jixwe ji ber vê yekêgelême Rêber Apo weke sermuzakerevan îlan kiriye. Rêber Apo di çarçoveya şert û mercên siyasî de ji bo gelê Kurd jiyana azad û demokratîk bi dest bixe, dixebite. Hin derdorên marjînal weke hemû caran ji bo ku dijberiya Rêber Apo li şûna ku vê pêvajoyê fêm bikin li dijî wê tev digerin. Ji ber ku derdê van ne gelê Kurd e hewce nake em ji gotinên wan re tiştek bibêjin. Jixwe kesên ku gotinên bi vî rengî dikin, heya roja îroyîn ji bo vî gelî tu têkoşîn nemeşandine.   Nêrîneke din jî dibêjin, “Peywira dikeve ser mil Kurdan bi cih anî. Dor a dewletê ye” bi vî rengî dinirxînin û dibêjin divê dewlet gav biavêje. Ev pêvajo wê çawa bimeşe, divê dewlet kijan gavan bavêje?   Gel û dostên me rastiya heyî bi vî rengî îfade dikin. Dixwazin dewlet gav bavêje. Nêrîna me jî wisa ye. Ji bo pêvajoya aştiyê hebûna xwe bidomîne, em dikarin di hin mijaran de baldar bin. Di encamê de, em her tim bi berpirsyarî û hesas tevdigerin. Lê niha divê dewlet gavên girîng bavêje. PKK’ê xwe fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî. Ji bo ku ev gav bi rastî watedar bibin, divê dewlet tiştên ku divê bikin hene. Gelo siyaseta demokratîk dê bi azadî were meşandin? Dema yên çekên xwe danîne vegerin Tirkiyeyê gelo wê derfetê bibînin ku tevlî siyasetê bibin û bi awayekî demokratîk birêxistin bikin. Bê guman, ev ne tenê ji bo şervanek an jî kesek nû tevlî bûye derbasdar e, di heman demê de Rêber Apo û her kesê têkildar jî dihewîne. Di nav vê de rêveberên ku PKK'ê fesix kirine jî hene. Bêyî derxistina qanûnan û gavên siyasî yên têkildarî wê, tedbîrên din dê bêwate bin. Ev gava yekem e ku divê di warê demokratîkbûyîn û çareserkirina pirsgirêka Kurd de bê avêtin.   Rêber Apo di Manîfestoya Civaka Demokratîk de ku di bin kontrola rayedarên dewletê de derbas bû bernameya siyasî ya demokratîk jî pêşkêş kir. Ev tê wê wateyê ku dewlet qebûl dike ku Rêber Apo xwe bi bernameya siyasî a demokratîk ku pêş xistiye bi rêxistin bike û di qada demokratîk de têkoşîna siyasî bimeşîne. Fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, bi pêkhatina aliyê wê ya hiqûqî û siyasî wê wateyê bibîne û bi temamî pratîk bibe.   Heta ku kadro û milîtanên tevgera Apoyî nebin beşek ji pergaleke hiqûqî û siyasî ya bi vî rengî, her daxuyanî an gaveke ku ew bavêjin dê vala û bêbandor bimîne. Ji ber ku di vê rewşê de siyaseta li hemberî Kurdan wê wekî berê berdewam bike.   Bi kurtasî heta ku rêziknameyeke siyasî û hiqûqî neyê avakirin ku gelê Kurd bikaribe ji bo jiyaneke azad û demokratîk xwe birêxistin bike û siyaseta demokratîk bike, tiştek naguhere. Me erkê xwe kir û bi gavên ku me avêtin îradeya xwe nîşan da; niha dora dewletê ye - gelê me, dostên me û hêzên demokrasiyê li benda gavên dewletê ne.   Piştî pêngava îmhakirina çekan a ku di 11’ê Tîrmehê de bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat de pêk hat, di 26’ê Cotmehê de we bi daxuyaniya ku endama Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok pêşengiya wê kir gaveke dîrokî avêt. Armanca vê daxuyaniyê çi ye? Divê hemû partî û bi taybetî gelê Kurd çawa nêzî vê pêngava girîng a ku we avêtiye bibin. Gelo em dikarin bêjin ku bi vê daxuyaniyê re pêvajo derbasî qonaxeke din dibe?   Daxuyaniya 26’ê Cotmehê ku hevrê Sebrî tevî gerîlayên ku vê dawiyê ji Tirkiyeyê vekişiyan da, biryardariya Tevgera me di lêgerîna aştî û civakek demokratîk de nîşan dide. Ev daxuyanî gavek din li gavên ku me avêtiye zêde dike. Me gaveke wiha avêt, bi fikirîna îhtîmala ku hin komên dijî aştiyê dikarin li herêmên di bin xetereya pevçûnê de provakasyonê bikin. Bê guman, ev gav di heman demê de li gorî perspektîfên Rêber Apo ye.   Tevî me van gavên girîng avêtin jî, hikûmeta AKP-MHP’ê, ji bilî hin hevdîtinên sînorkirî bi Rêber Apo re, ti gavek din neavêtiye. Tevî xebata berfireh a komîsyona meclîsê, ne bi Rêber Apo re civiya ye û ne jî rêziknameyên siyasî û qanûnî bicîh aniye da ku azadiya tevlîbûna siyaseta demokratîk misoger bike. Neavêtina gavên ji bo pêşvebirina demokratîkbûnê, tevî hêviyên raya giştî, fikaran derxistiye holê ka çima pêvajo pêş nakeve. Me ji dewletê xwest ku qanûnên entegrasyona demokratîk, bi taybetî yên ku mafê hêvî û azadiyê yê Rêber Apo çareser dikin, derxîne, lê me tu bersivek li gorî girîngiya pêvajoyê negirt. Ji ber vê yekê, di demekê de ku pêvajo xitimiye, me xwest ku bi avêtina vê gavê re pêvajoyê ji nû ve vejînin. Berpirsiyariya me ya li hember gelê me, me ber bi avêtina vê gavê ve bir.   Ev demek e Rêber Apo di hevdîtinên li Îmraliyê de bal dikişîne ser pêwîstiya derbasbûna qonaxa duyemîn a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Rêber Apo, destnîşan kir ku derengketin dikare encamên neyînî ji bo gel bîne. Bi taybetî Rêber Apo diyar kir ku ji bo PKK’ê, ku biryara xwefesixkirinê da û têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye, bêyî derengketinê qanûn were derxistin. PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kir û xwe fesix kir, lê ji bo kesên ku vê têkoşînê dimeşînin, bi taybetî Rêber Apo, tu gav nayên avêtin. Her kesê aqilmend dizane ku pêvajo di van şert û mercan de pêş nakeve.   Bi kurtasî, divê dewlet demildest qanûnên ji bo azadî û entegrasyona demokratîk derxîne. Bi siyasetek an qanûnek ku tenê bêçekbûnê ferz dike, pêşveçûn çênabe. Ji ber vê yekê bang behsa bicihanîna pêdiviyên siyasî û qanûnî dike. Bi rastî, nirxandinên ku welatparêz, şoreşger û çalakvanê aştiyê birêz Sirri Sureyya Onder piştî xwendina Banga 27’ê Sibatê ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk kir jî vê rastiyê nîşan dide.   Em bawer dikin ku ev gav dê pêvajoyê bigihîne astek nû. Gavên me bi berpirsiyariyek mezin hatin avêtin. Her kesê ku bi pêvajoyên wiha û dînamîkên çareserkirina nakokiyan dizane, dê cewhera wêrek a pêngavên me fêm bikin. Em xwedî îradeya hem biryardanê û hem jî bicîhanîna wan in. Ji ber piştgiriya raya giştî ya li Tirkiyeyê û xwesteka partiya sereke ya muxalefetê ku pêvajo ber bi aştî û demokratîkbûnê ve biçe, ji hikûmetê jî îradeyeke wisa tê hêvîkirin. Jixwe, komîteya meclîsê armanca xwe ya demokrasiyê bi zelalî di navê xwe de diyar kiriye.   Daxuyaniya giştî ya hevrê Sebrî pir zelal bû; bi awayekî objektîf pêvajo digire dest. Lê belê, şaş e ku mirov di mijarek ewqas girîng de her tiştî tenê ji dewletê hêvî bike. Divê hêzên demokrasî û azadiyê îradeyek xurt nîşan bidin da ku bi têkoşîna rêxistinkirî dewletê neçar bikin ku gav bavêje. Aştî û demokrasiya rastîn tenê bi vî rengî dikare were bidestxistin."