'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e' 2025-11-07 09:29:23 AMED - Cîgira Seroka Baroya Amedê Şîlan Çelîkê got: "Ji bo mayîndebûn û berdewamiya pêvajoyê pêdivî bi parastina pêvajoyê heye. Ev parastin dikarin bi rêya mosgerkirinên hiqûqî bên pêkanîn."    Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi "Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek gav avêtine, herî dawî di 26'ê Cotmehê de ragihand ku hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişîne Herêmên Parastina Medyayê. Dewlet ku ji destpêka pêvajoyê ve dihat payîn ku gavan bavêje û heta niha neavêtiye, tê payîn ku piştî daxuyaniya dawî ya tevgerê gavên qanûnî yên cidî bavêje.   Cîgira Seroka Baroya Amedê Şîlan Çelîkê diyar kir ku di sala borî de gelek gav hatine avêtin û got ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Demokrasî û Biratiyê ya ku li meclisê hatiye avakirin yek ji gavên herî girîng ên vê pêvajoyê ye. Her wiha Şîlan Çelîkê bal kişand ser gavên ku Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtine û bal kişand ser tevkariyên wan ên erênî di pêvajoya ku jê re "aştîya neyînî" tê gotin de û got: "Lêbelê, piştî van gavan, pêdivî ye ku pêvajo ber bi aştiya erênî ve bêtir pêş bikeve."   GAVÊN ERÊNΠ   Şîlan Çelîkê destnîşan kir ku ji bo ku pêvajo ber bi aştiyeke erênî ve biçe divê gavên erênî werin avêtin û got ku divê gavên Tevgera Kurd wekî gaveke asayî û îradeya pêvajoyê werin dîtin. Şîlan Çelîkê got: "Ji ber vê sedemê, divê gavên berbiçavtir û erênîtir li gorî vê îradeyê werin avêtin."   Şîlan Çelîkê wiha domand: "Em dibihîzin ku komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin, ajandeyek heye ku serdana Îmraliyê bike û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Ev ê di pêvajoyê de gaveke erênî be. Ji ber ku di pêvajoyekê de ku danûstandin di rê de ne û du aktorên sereke hene, pêdivî ye ku were nîşandan ku aktorên danûstandinê dikarin pêwendiyê deynin, danûstandinê bikin û bi awayekî çalaktir beşdarî pêvajoyê bibin."   'DIVÊ PÊVAJO BÊ MÎSOGERKIRIN'    Şîlan Çelîkê girîngiya raporê ku dê ji hêla komîsyona entegrasyonê ya meclisê ve were pêşkêşkirin anî ziman û got: "Em dikarin bibînin ku zimanê nûnerên partiyên siyasî û tiştên ku ew ji civakê re radigihînin çiqas bandorê li ser civakê dike. Di vî warî de, tiştên ku partiyên siyasî di vê pêvajoyê de dibêjin û pêşkêş dikin pir girîng in. Hem ji bo razîkirina temaşevanên xwe û hem jî ji bo misogerkirina mayîndehiya pêvajoyê pir girîng e. Dibe ku gava yekem li vir pêşxistina polîtîkayeke lihevhatinê be. Ango, pêdivî ye ku polîtîkayeke lihevhatinê di navbera civak û beşan de were damezrandin û ji bo vê polîtîkaya lihevhatinê, pêdivî ye ku siyaset zimanê xwe biguhezîne tiştekî bêtir mîna zimanekî aştiyê. Bi vî rengî pêdivî ye ku raya giştî were razîkirin. Ya duyemîn, ji bo mayîndehî û berdewamiya pêvajoyê, pêdivî ye ku ew were parastin. Ev parastin dikarin bi rêya mîsogerkirinên hiqûqî werin peydakirin. Ev ê pir girîng be."   Şîlan Çelîkê bilêv kir ku ew wekî baro ji destpêka pêvajoyê ve xebatên bi vî rengî didomînin.    Şîlan Çelîkê destnîşan kir ku ji bo gel baweriyê bi pêvajoyê bîne rola rêxistinên civaka sivîl girîng e.    MA / Rûkiye Payiz Adiguzel