Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin 2025-11-07 13:15:50 ENQERE – Dîroknasê Îtalî Emilio Gentilo, piştgirî da pêvajoya ku bi banga Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got: “Gavên PKK’ê ji bo cîhanekî baştir hêviya mirovahiyê geş kirin.” Dîroknasê Îtalî Emilio Gentile têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de hat desetpêkirin, peyamek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re şand û piştgirî da pêvajoyê.   Gentile diyar kir ku biryara PKK'ê ya meha Gulayê xwefesixkirinê, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd rê vekiriye. Peyama wî wiha ye:    "Dawiya vê salê, di demekê de ku şerê bêrehm, paqijiya etnîkî diqewime, zilm li hindikahiyan tê kirin û pêleke otorîteriyê ya ji dema destpêkê ya demokrasiyê ya cîhanê bilindtir belav bûye, PKK'ê di meha Gulanê de xwe fesix kir, ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ku sedan sal in dewam dike biryara pêşîvekirina li çareseriyê da, beriya demeke kurt Zohran Mamdanî ji bo Serokatiya Şaredariya New Yorkê bi rengekî demokratîk hate hilbijartin; vê yekê hêviya mirovahiyê ya ji bo cîhaneke hîn baştir ji nû ve geş kir. Lê belê divê ez bi duristî bibêjim: Weke dîroknasekî ku çil sal in pêvajoyên derketina ji mirovahiyê ya sedema hemdem lêkolîn dike, nikarim bibêjim ku hêvî timî heye. Ez ji xwe re dibêjim, 'reşbînekî kêfxweş'... Di çaryeka destpêkê ya Mîleynûma Sêyemîn de, rastiyan sedemeke kêfxweşiyê pêşkêşî min nekir; berevajî vê yekê têkildarî paşeroja demokrasiyê ya 'rêveberiya gel a xwe bi xwe' û aştiyê ve reşbîniya min zêde kir. Li gel vê yekê ez ji dil im ku xwestekên xwe yên samîmî pêşkêşî gelê Kurd dikim. Weke reşbînekî kêfxweş, ez vê gotian Abraham Lincoln timî tînim bîra xwe: 'Ya em dikarin hêviay herî baş û ya herî dawî ya ser rûyê erdê bi rûmetdarî rizgar bikin, ya jî bi rengekî liberxweketî winda bikin."   GENTILE KÎ YE?     Emilio Gentile, di sala 1946’an de li bajarê Bojano yê Îtalyayê ji dayik bûye. Gentile dîroknas e û li Romayê li Zanîngeha “La Sapienza” di beşa dîroka nûjen de wek profesor xebitiye, li ser faşîzm, totalîtarîzm, netewperestî, têkiliyên ol û siyasetê xebatên berfireh kiriye.    Berhemên wî ev in: Il culto del littorio (1993), La via italiana al totalitarismo (1995), Le religioni della politica (2001), Fascismo. Storia e interpretazione (2002), La democrazia di Dio (2006), Il mito dello Stato nuovo (2010), Contro Cesare (2010) ve Il capo e la folla. La genesi della democrazia recitativa (2016).