AMED - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan anî ziman ku rojnamevan, medya di pêvajoyek herî ku zext li wan tê kirin de derbas dibe û divê ji bo parastina rûmeta rojnamevaniyê her kes were gel hev û têkoşînek hevpar bê kirin.
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ê ku demek kin bû ji girtîgehê derket bi wesîleya salvegera 115’emîn a “Cejna Çapemeniyê ango Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê” ku wek 24’ê Tîrmehê tê zanîn û salvegera rakirina sansurê tê zanîn ji ajansa me re axivî. Altan bal kişand zextên li ser rojnamevanan û polîtîkayên îktidarê.
24’ê Tîrmehê wek “Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê” tê nasîn. Tu û gelek hevalên xwe jî ji ber nûçe û bernameyên we di çarçoveya azadiya çapemeniyê de çêkirin, di hezîrana 2022’yan de hatin girtin. Heke em ji wê pêvajoyê dest pê bikin, gelo çima ewqas rojnamevan li Amedê hatin girtin?
Atmosfera siyasî ji zextên li ser azadiya raman û ragihandinê û azadiya çapemeniyê di her serdemê de qut nîne. Rola çapemeniyê hem ji bo gel hem jî ji bo desthilatdaran her tim bi bandor e. Hikûmet her tim li ser çapemeniyê rêbazên zextan bikar anîne. Heke em tevahiya Tirkiyeyê esas bigirin; Polîtîkayeke giran a zext û talanê li ser gel û derdorên demokratîk dihat meşandin. Atmosfera hilbijartinê jî dest pê kiribû. Bi taybetî hilbijartinên Gulana 2023’yan hilbijartinek bû ku bi çavek girîng lê dihat nihêrîn. Çapemeniyê hem di gihandina dengê gel de û hem jî di eşkerekirina polîtîkaya zextê ya ku di serdema beriya hilbijartinan, êriş û gefên li dijî Rojava û Başûr bi roleke girîng rabû. Di vê çerçoveyê de dema ku desthilatdarî li cihekê bêdengîyê dixweze, pêşî bi êrişên li ser çapamenî û rojnamevanan dest bi zextan dike. Operasyona li dijî me di atmosferek wiha de pêk hat. Rojnamevanên kurd ji bo dengê gel bidin bihîstin xebateke girîng kirin û dikin. Vê yekê rewşek çêkir ku rojnamevan kir hedef. Operasyonek pir berfireh pêk hat. Awayê operasyonê, binçavkirina xebatkarên saziyan, dagirkirina saziyan a mehekê ku kiribûn mîna qereqolê û binçavkirina 20 rojnamegeran, girtina me her tiştî radixe ber çavan. Her wiha malzemeyên ku hatine desteserkirin jî nîşaneya wê yekê ye ku kar bi tevahî were rawestandin.
Hem dema hûn hatin girtin û hem jî roja darizandina li dadgehê we diyar kir ku pîşeya we ya rojnamevaniyê tê darizandin. Kamera û kompîturên we yên ku di dema serdegirtina saziyan de hatibûn desteserkirin, wek amûrên sûc pêşkêşî gel kirin. Gelo ew wêneya ku ji hêla medyaya havûzê ve wekî "delîlên sûc" hatin pêşkêşkirin tê çi wateyê?
Ew wêne rewşa dawî ya welat ango Tirkiyeyê nîşan dida. Ew wêne şerma demokrasiya Tirkiyeyê bû. Ew wêne jî îspat kir ku em çi karî dikin û em rojnamevan in.
Di pêvajoya binçavkirinê de me der barê lêpirsînê de tu agahî negirtin û em bi rêya çapemeniya alîgir bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" re rû bi rû man. Hee tu ‘endamê rêxistinê’ bî, divê amûra te ya sûc yanî çeka te hebe. Hewce dike ku delîlênw e şênber hebin. Kamera, wênegir, komputer û hard dîskên me li ser sûcdariya ku li me hatiye kirin wek çek hatin nîşandan. Her wiha bi awayekî bêşerm ev xeletî kirin ku di bin navê 'Şaxê TEM'ê de pêşandan kirin. Tu sûcekî me nebû, xwestin bi alavên me me sûcdar bikin. Ew wêneyê kamera, wênegir û komputerê wêneyê şerma demokrasiya Tirkiyeyê ye. Her wiha bi wî wêneyî xwe bi xwe îspat kirin ku em rojnamevan in û ew amûrên me ku wek sûc nîşan didin amûrên kar û barê me ye. Ev îspat bûn ku em rojnamevan in û ev yek di nava raya giştî de belav bû.
Te di bernameya ku çêdikir de gelek caran binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kir rojev. Lê tu bi xwe jî çûyî girtîgehê û bi binpêkirinan re rûbirû mayî, gelo te çi hîs kir?
Piştevanî taybetî bandorê li girtiyan dike. Heke dema piştevanî hebe, girtî jî hêz digirin. Mer ferq kir ku hin bêtir hewcedarî bi hişmendiya piştevaniyê heye.
Me dizanibû ku li girtîgehê çi diqewime, atmosfer, zext û binpêkirinên mafan. Tecrîd û îzolasyon, polîtîkayên li ser girtiyan tên meşandin, polîtîkayên bi mebesta bêîrade hiştina girtiyan dizanibû, lê belê dema em bi xwe jî bi vê rewşê re rû bi rû man, atmosferek cuda tîne ber çavê te.
Meriv di nav çar dîwaran de girtî ye, azadiya meriv tê astengkirin. Ev yek bi taybetî ji bo rojnamevanan zehmet e. Ji ber ku rojnamevan her tim li pey nûçeyan in û geşedanan ji nêz ve dişopînin girtîgeh zehmet e. Yanî girtina me di warê hepskirina rojnamevaniyê û pîşeya me de zehmet bû.
Girtîgeh ji bo ku îradeya kesan ji wan bigirin, hatine avakirin. Pergala bêîrade hiştinê ye. Girtîgeh ji bo vê yekê hatine dîzaynkirin. Dixwazin kes bêîrade bihêlin û teslîm bigirin. Ev jî bi polîtîkaya zextan tê kirin. Bi salane ev yek berdewam dike. Piştî darbeya 1980’yî her tim xwestin kurdan û pêşengên wan bêîrade bihêlin. Lê belê li dijî vê her tim berxwedanê deng veda. Ev ji bo me jî wisa bû. Ji bo nikaribin îradeya me ji destê me bigirin, me di her warî de amade kiribû.
Azadiya me asteng kirin. Her wiha hewl dan em û malbatên xwe pêvajoyek bi zehmet derbas bikin. Lê tiştek nexweş heye ku dema malbat diçin girtîgehan hevdîtinan, tiştek namîne ku nayînin serê wan. Girtî û malbatên xwe bi her cure zextan û sepanan re rû bi rû dimînin. Meriv berxwedan û sekna li hundir û derve çawa hev temam dike dibîne. Piştevaniya ji bo girtiyan gelek girîng e. Heke piştevanî zêde be bandorek erênî li ser girtiyan dike. Me ferq kir ku divê hişmendiya piştevaniyê hin bêtir bê zêdekirin. Helbet tenê ne girtî divê piştevaniya bi malbat û kes û karên wan re jî piştevaniyek xurt bê nîşandan. Me dît ku ev gelek girîng e. Ev piştevanî girtiyan li ser pêya digire û wan xurttir dike.
Di salvegera 115’emîn a “24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna Ji Bo Azadiya Çapemeniyê û Roja Rojnamevanan a Kevneşopî” de li Tirkiyeyê tabloya azadiya çapemeniyê çawa ye?
Rejîma Îstîbdat a Abdûlhamît û pêkanînên wî yên ku azadiya raman û îfadeyê bi temamî sekinandiye, îro ji aliyê AKP'ê ve tê meşandin. Di warê xwebûna rojnamegeriya li Tirkiyeyê de pêvajoyeke pir girîng e. Tevî hemû demên ku di ser re derbas bûne jî zêde tişt neguherî.
Beşeke parastina min a li dadgehê ji dîroka sansurê ya rojnamevanan a ji serdema Îstibdat heta roja îro pêk dihat. Min nivîseke ku dîroka derketina holê ya rojnamevaniyê ya li Tirkiyeyê digire dest amade kiribû. Dema em ji serdama Osmaniyan digirin dest, rojnamevanî xwedî karaktereke ku di bin kontorla dewletê de derketiye holê. Hem di dema Osmaniyan hem jî di komarê de jî rewş wiha ye. Bi taybetî serdema Abdulhamît a 32 salan dikare ji vê hêlê ve mînak were nîşandan. Rejîma Îstîbdat a Abdûlhamît û pêkanînên wî yên ku azadiya raman û îfadeyê bi temamî sekinandiye, îro ji aliyê AKP'ê ve tê meşandin. Di warê xwebûna rojnamegeriya li Tirkiyeyê de pêvajoyeke pir girîng e. Tevî hemû demên ku di ser re derbas bûne jî zêde tişt neguherî. Piştî çapemeniya di bin kontrola dewletê de bi awayekî ev yek berdewam kir. Ev rewş karaktera rojnamevaniya li Tirkiyeyê derdixîne holê. Di rastiyê de em ji cînayetên rojnamevanan ên di sala 1909’an ên ewil de fêm dikin; ji dema Osmaniyan û vir ve li dijî rojnamevanan zext hene lê li dijî vê yekê jî berxwedan û sekn heye.
Di salên 1990’î de kevneşopiyek di serdema ku çapemeniya azad hinekî din geş bû de, hebûna xwe hinekî din bi rojname û kovarên xwe îspat kir. Em ji vê re dibêjin ‘Kevneşopiya Çapemeniya Azad’. Em weke mîrateyeke ji Apê Mûsayan heta Cengîz Altûnan heta Hafiz Akdemîran lê dinêrin. Qetilkirina wan û têkoşîna wan berxwedanek da çapemeniya kurd. Her wiha ya kir ku em heta van rojan bên jî şêweyê têkoşîna wan bû. Hevalên me li kolanan hatin qetilkirin û parastina rûmeta xwe girtina li ser lingan a rojnamevaniyê bi canên xwe dan. Elbet ev bedel gelek hate jiyîn û dubarekirin. Pişt re dîsa çapemeniya azad gelek bedel dan. Rojnamevanên di serdema AKP’ê de hatin qetilkirin çêbûn. Rojnamevan li kolanan hatin astengkirin, bi lêpirsîn û dozan hewl hate dayîn ku dengê wan bê qûtkirin, bi girtina saziyan xwestin bi temamî dengê wan bibirin. Her çiqas bi polîtîkayên zextê xwestin bêdeng bikin jî bêdeng nebûn.
Çapemeniya kurd her serdemê bû hedefa desthilatan. Di salên 1990’an de ev bi komkujiyan, bombekirina rojnamevanan çêbû, di serdema AKP’ê de jî ev yek bi girtin, lêpirsîn û dozan berdewam kir. Sedema hedefgirtina çapemeniya kurd û hewldana krîmînalîzekirina wê çi ye?
Dema em lê dinerin beşeke ku desthilata AKP’ê li Tirkiyeyê bêdengkirî nemaye. Di rewşeke wisa de kevneşopiya çapemeniya azad û rojnamevanên kurd ên li ser piyan dimînin hene. Ev diçe zora wan tişta ku tehamûl nakin ev e. Organîzasyonên mezin di tavilê de ji holê radikin, dikirin yên nikarin bikirin jî sirgun dikin û bêdeng dikin lê em ên ku ji vê bandor nebûn wan ditirsînin. Ji ber ku em ji noxteya ku mafê wergirtina nûçegihaniyê diparêzin lê dinêrin. Çapemenî bi temamî qadeke gel e. Rojnamevanên di kevneşopiya çapemeniya azad de dixebitin, bi hewldanên xwe yên ragihandina ji qada siyasî, heta ekolojiyê, ji jinan heta zarokan dengê gel bilind dikin, polîtîkayên zextê derdixînin holê, bûyerên li girtîgehan tînin rojeva raya giştî, siyaseta şer radixin pêş çavan, nelirêtî û bêhiqûqiyê pêşkêşî raya giştî dikin. Hebûna vê zorê li hinekan dikin.
Nûçeyên têkildarî lêpirsînên li ser rojnamevanên kurd heta dozan, heta tecrîdê, heta çareseriya demokratîka a pirsgirêka kurd û heta rexnekirina polîtîkayên ewlehiyê dibin mijara sûc. Her wiha îdianmeya we jî wiha bû. Herî dawî jî Gerînendeyê Weşana Giştî yê TELE 1’ê Merdan Yanardag ji ber gotinên xwe yên derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate girtin. Têkildarî vê mijarê hûn dixwazin çi bejin?
Qasî ku têkoşîn mezin dibin desthilat jî bêçaretir dibin. Polîtîkayên zextê bi vî rengî ji holê tên rakirin. Pêwîste ev yek pêk were û ji bo vê jî pêwîst e xwedî vîn be.
Mijar rast e rast girêdayî pirsgirêka kurd e. Polîtîkayên neçareseriyê yên di pirsgirêka kurd de bandorê li her qada jiyanê û gel dike. Weke her qadê bandorê li qada azadiya fikir û raman jî dike. Derdorên behsa vê dikin yek carê de dikin dijmin. Naxwazin kes van behsa bike. Zextên li ser çapemeniya azad jî ji vir derdikevin. Di heman demê de dixwazin çapemeniya azad krîmînalîze û îzole bikin. Naxwazin kes vê xeta sor derbas bike. Meseleya Merdan Yanardag jî wiha ye. Qalkirina wî ya tecrîdê û neçareserikirina pirsgirêka kurd kir ku ew bibe hedef û hate girtin. Ew jî dizanin bilêvkirina tecrîdê ne sûc e. Dizanin ku Merdan Yanardag ceza jî nagire, bigire jî wê ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) an jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bizivire. Armanc çavtirsandine. Ev her serdemê dibe. Lê rojnamevanên rûmeta rojnamevaniyê diparêzin û li dijî vê li ber xwe didin jî hene, dê her tim jî hebin.
Li dijî van zextan berpirsyariyeke çawa dikeve berê rêxistinên rojnamevanan û pîşeyî?
Madem polîtîkayeke zextê heye, naxwazin ku em rojnamevaniyê bikin, divê em jî li dijî vê yekê bi awayekî herî xurt bisekinin. Em dikarin vê yekê bi piştevaniyê bi hatina gelhev pêk bînin. Hevseroka komeleya me hêj girtî ye. Piştî me operasyoneke navenda wê Enqere pêk hat û 10 hevalên me hatin girtin. Di operasyoneke beriya hilbijartinê de jî hevalên me hatin girtin. Ev hemû tişta tê xwestin derxînin holê. Aliyekî veşartî nîne.
Em li ser zext û sansura li ser rojnamevanan axivîn. Tevî ku li Tirkiyeyê tabloya azadiya îfadeya raman û azadiya çapemeniyê ne baş e jî peyama we ya ji bo kesên nû dest bi karê rojnamevaniyê dikin û dest pê bikin çiye?
Rojnamevanî karekî bi tevger e. Hevalên me yên nû tev li dibin. Li Kurdistanê û Tirkiyeyê pirsgirêkên di vê mijarê de tên jiyîn, ciwanan ji vî pîşeyî tên sarkirin. Divê hevalên ciwan bi çar destan bixebitin. Bi minasebeta 24’ê tîrmehê em dikarin bi hev re ji bo pêşerojeke baş rojnamevaniyê biparêzin û polîtîkaya zextê ya li dijî rojnamevaniyê dikare bê şikandin. Ji ber vê yekê peywîr dikeve li ser milê herkesî. Heke herkes bi vê peywîr û berpirsyartiyê tevbigere wê pirsgirêk bên çareserkirin. Ez bang dikim ku rojnamevan bên cemhev û di nava piştevaniyê de bin.
MA / Bêrîvan Altan