NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê binpêkirina azadiya fikir û çapemeniyê yên li Tirkiye û başûrê Kurdistanê şermezar kir.
Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê têkildarî binçavkirin û zextên li ser rojnamevanên li bakur û başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên kirin daxuyanî da û binçavkirin, cezakirin û girtina rojnamevanan şermezar kir.
Daxuyaniya bi nivîskî ya Komeleyê wiha ye:
"Em bûyerên dawî yên têkildarî binpêkirina azadiya fikir û çapemeniyê yên li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku destgîrkirina rojnamevan Firat Can Arslan, Delal Akyuz û Sîbel Yukler a li Tirkiyeyê nîşan dide ku Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgehek.
Her wiha birîna çar salên din ên girtinê li rojnamevan Şerwan Şêrwanî li başûrê Kurdistanê weke xerabûna rewşa azadiya çapemeniyê ya li Başûrê Kurdistanê hate pênasekirin.
Komeleyê xwest rojnamevanên girtî tavilê bêne berdan û azadiya çapemeniyê bê parastin. Rojnamevantî sûc nîne, rojnamevantî mafeke û ev maf divê di her şert û mercî de bê parastin."