MÊRDÎN - Li Nisêbînê duh di avêtina ser malekê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bê li navçeya 7 kes hatin binçavkirin.
Duh li Kolana Sakarya ya Nisêbînê polîsan avêt ser malekê. Di avêtina ser malê de kesek jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku piştî bûyerê kesek jî bi birîndarî hatiye bunçavkirin.
Piştî bûyerê di avêtina se rmalan de tevî Bedîa Adiguzel ji heman malbatê Celal Ogûz û hevjîna wî Edîbe Ogûz, kurê wî Cîhan Ogûz, keça wî Halîme Ogûz hatin binçavkirin. Her wiha keskeî navê wî nehat hînkirin û Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Remziye Bayhan jî hatin binçavkirin. Polîsan kesên binçavkirin birin midûriyeta polîsan a navçeyê.