MÛGLA - Li Akbelenê kesên ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Kesên dixwestin pêşî li qirkirina Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlas a Mûglayê bigirin duh rastî êrişa leşkeran hatin û hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Marmarîsê Guven Goknar, Endamê Meclisa Menteşeyê ya Platforma Hawîrdorê ya Mûglayê Ferah Gumuş û Mehmet Îşbîlîr ê di êrişa cendirmeyan de hatibûn binçavkirin piştî karûbarên îfadeyê yên li Qereqola Cendirmeyan ya Mîlasê duh şev hatin berdan.
Hevserokê HDP'a Îzmîrê Çinar Altan û wênekêş Selahattîn Kaya bi hinceta ku li ser hesabên xwe yên medyayê parvekirinan kirine bi şev li qereqolê hatin ragirtin. Altan û Kaya sewqî Edlyeya Mîlasê hatin kirin û piştî karûbarên îfadeyê bi şertê kontroal edlî sewqî Dadgeha Cezaya Sûlhê hatin kirin. Altan û Kaya bi şertê kontrolkirina edlî û "qedexeya derketina derveyî welat" hatin berdan.