WAN - Di ser Komkujiya Newala Seyfo re ku wek “33 Gule” tê nasîn 80 sal derbas bûn. Îbrahîm Acar ê ku bavê wî di qetlîamê de jiyana xwe ji dest da diyar kir ku qetlîam bi armanca têkibirina berxwedana kurdan hatiye kirin û 80 sal in qetlîamên wisa diqewimin.
Di 28’ê Tîrmeha 1943’an de li Geliyê Sefo yê li gundên Xerapsorik, Îngizamilan û Runexwar ên girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê bi hinceta “Sînor derbas kirin e” eskerên TSK'ê 33 gundî binçavkirin. Ji 33 welatiyan yek reviya. Bi fermana Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Orgeneral Musatfa Muglali, destê 32 kesan li pişt wan girêdan û înfaz kirin. Heta niha li Tirkiyeyê gelek komkujî çêbûn. Yek ji van komkujiyan jî komkujiya Gelê Sefo ye. Eskeran bi hinceta welatiyan sînor derbas kirine înfaz kirin. Di wê serdemê de Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Orgeneral Mustafa Muglali bi boneya li dijî dagikirina rûs derkeve dişînin herêmê. Piştî vê bûyerê Helbestkarê Navdar Ahmet Arîf li ser wan helbesta Sî û Sê Gule nivîsî. Di ser komkujiyê re 77 sal borî. Lê heta niha ne hêj ne hestî hatiye dîtin û ne destûr dide ku malbat şînê dînin.
KESEK TENÊ XELAS BÛ
Mufetîşê Wezareta Karê Hundir Avnî Dogan bi girtiyan re hevdîtin dike û fêm dike ku welatî bê sûc in. Lê qeymeqam û serbaz bi derewa welatiyan bi “casûsiya ev kes diçin pozîsyona me ji rûsan re dibêjin” û li mufetîş guhdar nakin. Li ser fermana Muglali di 30’ê tîrmeha 1943’an de şev nîvê şevê esker wan ji girtîgehê derdixin û radestî fermandarê tabûra tixûm dikin. 32 welatî destê wan bi awayekî girêdayî leşker wan gulebaran dikin û qetil dikin.
Tenê kesek di bin cenazeyan de dimîne û bi awayek birîndar sax dimîne. Lê ew jî piştî demek kurt ku xwe li sînorê Îranê bicih dike jiyana xwe ji dest dide. Komkujî di rapora serokwezîriyê de cih digire. Esker jî li xwe mikûr tên û şahidiya komkujiyê dikin. Wê demê eskerekî têkildarî komkujiyê de gotibû: “Piştî 33 welatî binçav kirin mehekê di axûrê de hatin hiştin. Qeyd û bend li devê wan xistin û nehiştin biaxivin. Esker li ser wan siwar dibûn. Piştî derketim jiyana sivîlî min fêm kir ku ew bûyer çiqas kirêt bûye. Ez li wir wek robotan bûm. Li sivîliyê min xwe wek qalît û xwînmij dît. Min dît ku li eskeriyê ne mirovahî, ne ol û ne jî îman heye.”
Eskerek ji Nîgdeyê Îsmaîl Çolak jî der barê bûyerê de gotibû “Gundiyan li erdê dirêj kiribûn. Bi fermana ‘êrîş’ bike me dest bi gulebaranê kir. Guleyên min xelas bûbûn jî lê ez hêj di pozîsyona êrîşê de bûm. Mirov li ber çavê min bêruh dirêj bûbûn. Piştî komkujiyê em bi xwendina sirûda ‘Serê çiya bi duman e’ vegeriyan Serayê.”
Piştî van îfadeyên leşkeran Muglali di 1949’an de derket pêşberî dadgehê lê dadger ew berdan. Her çiqas bi cezayê darvekirinê hat darizandin jî lê dîsa nehiştin ew leşkerî û dadgeha wê demê wî parast û ew tahliye kir. Muglali di 1’ê kanûna 1951’ê de mir.
NAVÊ MUGLALI LI QIŞLAYÊ KIRIN
Bêyî ku hesabê komkujiyê bê pirsîn piştî salên dirêj di 2004’an de navê Mustafa Muglali li qişleya Qelqeliyê kirin. Li ser nerazîbûna gel û giliyê sû cdi sala 2011’an de navê qişleyê bi navê “Şehît Astsubay Erkan Durukan” hat guhertin. Li ser komkujiya Sefo helbest û pirtûk hatin nivîsandin. Hêj cenazeyê welatiyan li herêma qedexe ya leşkeriyê ye. Li gel hemû serlêdanên xizmên wan jî hestiyan nedan wan.
Şaredariya DBP’ê di 2010’an de li navenda navçeyê xwest Parka 33 Gule çêbike, lê Serokatiya Serfermandariya Giştî avakirina parkê asteng kir. Li ser vê yekê şaredariya DBP’ê ya Qelqeliyê ji bo bîranîna 32 kesan ji fîgurên 33 gule logoyek çêkir. Pişt re qeyûmê tayînî şaredariya Qelqeliyê hat kirin fîgurên di logoya şaredariyê de cih digirt guherand.
BAVÊ WÎ ŞAHID BÛYE
Îbrahîm Acar ê kurê Abdulmecîd Acar ê ku ji leşkeriyê hatiye destûrê û di dema qetlîamê da bû şahidê hemû bûyeran tiştên ku ji bavê xwe hîn bûne vegot. Acar anî ziman ku bavê wî wê demê leşker bûye û dema ku bi Sîçar Çelebî yê di komkujiyê de hat qetilkirin re di destûrê de bû komkujî pêk hat û wiha got: “Dema ku tên gund dibînin bêdengî heye û her kes tirsandî ye. Piştre hîn dibin ku leşkeran gelek kesên ji gund binçav kirin e. Di wê demê de xaniyekî bi axê hebû û ew wek zîndan bi kar dianîn. Apê Eco yê 80 salî û ciwanekî 17 salî ku nû zewicîbû jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin. Bavê min û Sîçar Çelebî diçin leşkeriyê. Di vê navberê de Sîçar Çelebî jî binçav dikin. Bavê min ji wir direve. Bi giştî 32 kes li wir tên binçavkirin.”
KESEK DIFILITE
Acar destnîşan kir ku dema 32 girtî birin cihê komkujî lê pêk were, li ser rêya gundê Axirokê jî şivanek jî binçav dikin û dibin û got ku dema 33 kesan dibin Geliyê Sefo, malbatên wan kesan li pey wan çûn e û leşkeran li cihê bi navê Newala Gerê malbat rawestandin. Acar da zanîn ku dema 33 kesan dibin Geliyê Sefo gulebaran kirin û got: “Ji 33 kesan tenê Apê Îbrahîm (Îbrahîm Keklîk) sax difilite. Ew jî di bin goran de xwe wek mirî nîşan dide. Piştî ku tarî dikeve erdê, xwe dispêre xizmên xwe yên li Îranê. Li gorî wî, leşkeran piştî ku her kes gulebaran kirin, careke din hatin birîndaran kontrol kirin e û wan gulebaran kirin e.”
GOREK WAN JÎ TUNE YE
Acar anî ziman ku leşkeran piştî komkujî hat kirin herêm ji çûnehata welatiyan re hatiye qedexekirin û wiha got: “Ji wê demê vir ve herêma ku komkujî lê pêk hat qedexe ye û destûr nayê dayîn ku kes biçe. Cenazeyên wan kesan li ber çavan hatin hiştin û bûn êmê heywanên kovî. Îro jî goreke wan nîne. Weke malbat, tişta ku em dixwazin ew e gorek wan hebe. Me xwest li cihê qetlîamê abîdeyek çêbikin lê destûr nehat dayîn. Di sala 2014’an de şaredariya me xwest navên kesên jiyana xwe ji dest dane li parkê bên dayîn û ji bo bîranîna wan peyker bê çêkirin, zîhniyeta AKP’ê destûr neda.”
‘JI BO BERXWEDANÊ TÊK BIBIN’
Acar anî ziman ku hewl hatiye dayîn komkujiya 33 kesî wekî qaçaxçîtiyê bê nîşandan û got: "Dema em lê dinêrin, çawa ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd hebû, li herêmên din ên Tirkiyeyê jî serhildanên kurdan çêbûn. Li gorî xizmên me yên ku di wê demê de dijîn, kesên hatin qetilkirin wê demê piştgirî dan berxwedana kurdan. Ev kes jî ji bo têkbirina berxwedanê hatin kuştin. Mesele ne qaçaxçîtî bû, ji ber ku di nav wan de Apê Eco yê 80 salî û ciwanekî 17 salî jî hebû. Apê Sîçar çawîş bû û bi bavê min re ji leşkeriyê destûr girt. Wan jî ew girtin û kuştin. Di wê pêvajoyê de navên kesên ku sîxurên dewletê dane hatin berhevkirin û hemû hatin gulebarankirin. Kuştina 33 kesan komkujî ye. Dewlet her çiqas dibêje 'ev kes qaçaxçî ne' jî, ji ber ku tiştekî wisa nîne, kes jê bawer nake. Hewl hat dayîn ev doz bi qanûnên hiqûqî bê girtin. Ev sûcê mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin. 80 sal derbas bûn, lê heke em hê jî vê qetlîamê bi bîr tînin, wê demê me qetlîam ji bîr nekiriye. Dewletê got, ‘Mustafa Muglali ev bûyer kir. Me ew avêt girtîgehê û li wir mir’. Mustafa Muglali wê demê mufetişê herêmê bû, paşê wek qehreman hat îlankirin, terfî kirin û piştî mirina wî jî navê wî dan baregeha Qelqeliyê.”
‘KUŞTINÊN LI SER AXA KURDAN’
Acar diyar kir ku li erdnîgariya Kurdistanê her roj kuştin tên kirin û got: “Li Roboskî komkujiyeke cuda pêk hat, lê ji sînorê Ermenistanê heta sînorê Rojava li hemû herêmên sînor qetlîamên ferdî pêk hatin. Niha li ser sînor ji ber qaçaxçîtiyê mirov tên kuştin. Li erdnîgariya ku kurd lê dijîn her tim kuştin heye. Ji bo gel bitirsînin, bitepisînin û zilma dewletê bidomînin van hemûyan dikin. Em qetlîamên li Kurdistanê hatine kirin, ji bîr nakin û lêgerîna me ya edaletê wê bidome.”
MA / Omer Akin