ŞIRNEX - Navbera Geliyê Bêtkarê û herêma Dolapdereyê bi balafiran hat bombebarankirin. Şewata li herêmê ji duh ve didome.
Herêma di navbera Geliyê Bêtkarê û Dolapdereyê de ya Qilebana Şirnexê, duh êvarî bi balafiran hat bombeberankirin. Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî, piştî bombeberanê bi helîkopteran tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) sewqî herêmê hatin kirin û paşê agir bi qada daristanî ket. Îro jî heman herêm bi helîkopteran hat bombeberankirin.
Şewata li herêmê ji duh ve didome.