AMED - Agirê ku duh li Licê bi daristanê ketî ji hêla tîmên agirkujiyê ve hat vemirandin.
Agirê ku duh li herêma gundê Huseynîk ê navçeya Licê ya Amedê derketî û sedema wê nediyar bû, ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hat wemirandin. Di şewatê de gelek dar û baxçeyên welatiyan zirar ditîn.