ENQERE - Emîn Şenyaşar a hevjîn û zarokên wê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin serdana, Şaxa ÎHD’a Enqereyê kir.
Emîne Şenyaşar a hevjîn û zarokên wê li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê kirin. Di serdanê de parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak jî cih girt.
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û endamên ÎHD’ê Malbata Şenyaşar pêşwazî kirin. Emîne Şenyaşar tiştên piştî komkujiyê qewimîn ji endamên ÎHD’ê re parve kirin.