ENQERE - MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ji bo nexşe rêya serdema pêşiya me diyar bikin dê sibê bicivin.
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk dê bi rojevên girîng sibê bicivin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin serokatiya civîna ku dê li Navenda Giştî ya HDP’ê bê lidarxistin bikin. Di civîna ku tê plankirin saet 11.00’an de dest pê bike dê pêşniyarên di civînên gel de hatine kirin bên nirxandin û têkildarî serdema nû nîqaş dê bên kirin. Her wiha dê plansaziya komxebat û konferansan bê rojevê.
JI VEBIJÊRKEKÊ ZÊDETIR LI SER MASEYÊ NE
Xaleke din a rojevê ya girîng a civînê wê were nirxandin ku HDP a di bin gefa girtinê de ye, bi pêvajoya kongreyê re wê bi temamî qadê ji Partiya Çep a Keskan re bihêle yan na.Hate hînbûn ku di vê çarçoveyê de ji vebijêrkekê zêdetir li ser maseyê ne. Tê diyarkirin ku vebijêrka herî xurt ew e ku hebûna HDP’ê were domandin û bi Partiya Çepgir a Keskan re hemû xebatên aktîf werin domandin
Di civînê de dê destpêkirina Partiya Çepên Kesk a amadekariyên bi rêveberiyeke nû re bike, bikeve rojevê. Tê payîn ku kongre di meha Îlonê de were lidarxistin û di kongreyê de navê Partiya Çepên Kesk bê guhertin.