NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Xezal Huseyn û Xwedêda Hesen Şêx Xidir du şahidên Fermana 74’an in. Her du şahid jî wiha dibêjin: “Me rojên gelek zehmet derbas kirin. Heke tifaqa me hebûya, dê dijmin nekariye ewqas qirkirinê bike.”
DAIŞ’ê di şeva 2’yê tebaxê girêdayî 3'yê Tebaxa 2014'an de êrişî Şengalê kir. Di dema êrişê de hêzên PDK û artêşa Iraqê xwe ji Şengalê vekişandin û rê li ber komkujiyeke mezin vekirin. Di komkujiyê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Civaka êzidî ev qirkirin weke Fermana 74’an pênase kir. Di fermanê de bi taybetî jî jinên êzidî hedef hatin girtin. Bi ser fermanê re 9 sal derbas bûn lê birînên êzidiyan hêj jî nehatine dermankirin. Dayika Xezal Huseyn û Xwedêda Hesen Şêx Xidir du şahidên fermana dawî ne. Huseyn û Xidir behsa şahidiya xwe ya fermanê kirin.
'DAIŞ’Ê EM NEKUŞTIN LÊ EM JI BIRÇAN DIMIRÎN'
Dayika Xezal Huseyn (90) li gundê Kolka yê Serdeşta Çiyayê Şengalê dijî. Heta niha bûye şahidê gelek fermanan. Mala ku niha tê de dijî, di dema fermana dawî de jê re bûbû stargeh û xwe li wir ji fermanê veşartibû. Dayika Xezal dibêje ku tiştên di dema fermanê de şahidiya wan kiriye dê tu carî ji bîr neke û wiha got: “Dema çeteyên DAIŞ'ê bi ser me de hatî, komkujiyeke mezin kir. Di hemû newalan de cenaze hebûn. Pêşmergeyan cilên xwe ji xwe kiribûn, avêtibûn wan newalan û reviya bûn. Ji bo xwe ji DAIŞ’ê biparêzin em bi rojan meşiyan. Herî dawî me xwe gihand vê malê. Tevî malbata bûka min, em 17 kes di vê malê de dijiyan. Xaniyê axê bû û me gelek zehmetî kişand. Tenê 2 nanên hişk gel me hebûn. Her roj yek ji me pariyekê vî nanî dixwar. Ji bo nemirin me bi rojan ev nan dixwar.”
‘HEKE DAIŞ’Ê NEKUŞTIBÛA JÎ EM Ê JI BIRÇAN BIMIRIYAN’
Bi domdarî dayika Xezalê anî ziman ku di dema koçê de tenê kincên wan li ser hebûn û wiha qala wan rojan kir: “Piştre jî DAIŞ kete Sinûnê û êrişî her derê kir. Herkes ketibû derdê canê xwe. Nan xela bû. Heke DAIŞ’ê em nekuştibûna jî dê em ji birçan bimiriyan. Min ji kurê xwe re got; ‘here wî genimê me çandî bîne bila jin bişon, bikelînin û bixwin.’ Kurê min çû û 2 tenekeyên genim anî. Me bi dehan kesan bi rojan ew genim xwar. Guneha zaliman bi me dihat. Me gelek zehmetî kêşandin. Gelek jin, zarok û ciwan bi pêya derbasî Rojava bûn. Kesên ku nekarîn derbas bibin jî li vir di bin tozê de, birçî bûn. Me jî hewl da derbasî Rojava bibin. Ez bi zarok û neviyên xwe ve bi rojan tî û birçî di rêyê de mam. Piştî çend rojan em derbasî Dêrikê bûn. Gelek êzidî hatine qetilkirin, cenazeyên wan di gorên komî de hatin definkirin. Di her gava me diavêt de cenazeyek li erdê bû. Ev, hovîtî bû. Ma ez ê wan rojan çawa ji bîr bikim?”
'TIŞTA KU ME BIPARÊZE TIFAQIYA ME YE'
Di berdewamê de dayika Xezalê bal kişand ser yekitiya civaka êzidî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tekane hêzek heye ku êzidiyan ji êrişan biparêz e. Ew jî tifaqiya wan e. Êzidî ji kîjan nêrîn û partiyê bin bila bibin divê di nava xwe de tifaq bin. Xwedê ji tu kesê xiyanetê li civakê, li van xurt û egîdan dike qebûl neke. Heke xelkê me tifaq be, dikare her zehmetiyê derbas bike. Me êzidiyan gelek ferman dîtin û zilm dît. Divê em êdî nehêlin dijmin bikeve nav me. Heke em tifaq bin û me pêşengiya civaka xwe kir, wê demê kesek bi me nikare. Dê êdî ferman, zordestî û zilm nebe.”
‘JI BO JIN Û ZAROKAN DERXÎNIN ME BIRYARA ŞER DA’
Xwedêda Hesen Şêx Xidir jî ji gundê Siba Şêx Xidir e û yek ji şahidên fermanê ye. Xidir, jî bi lêv kir ku di dîroka êzdatiyê de fermana herî mezin fermana 74’an e û fermanê bi van gotinan vedibêje: “Şeva ku DAIŞ bi ser me de hatî, ez ne li gund bûm. Ez li Sêqubayê bûm. Bi şev seat derdora du û nîvan hin kes li min û kurê min geriyan û gotin; ‘2 wesayîtên DAIŞ'ê ber bi gund ve tên û hedefa wan jî Girzerik e.’ Ez jî li mixtarê gund geriyam û min jê re got; ‘Xwe biparêzin, ber bi we ve tên.’ Di derengiya şevê de jî li malbat û cîranên xwe geriyam. Di telefonê de dengê teqînan hat. Heta sibehê xew nekete çavên min. Piştre em fikirîn û me got; ‘Em ê çawa xwe biparêzin.’ Çekên me jî bi me re nebûn. Me piştre biryara şer da ku jin û zarokan derbixin.”
‘GELEK MIROVÊN ME LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ HATIN KUŞTIN’
Bi domdarî Xidir got ku kesekî bawer nedikir ku fermaneke bi vî awayî çêbibe û wiha pê de çû: “Gelek mirovên me li quntarê Çiyayê Şengalê hatin kuştin. Heta cenazeyên wan jî nehatin dîtin. Piştre jî DAIŞ’ê qesta me kir û hate Sêqubayê. Em ji her çar aliyan ve dorpêç kirin, rêyên me girtin. Derfeta revê nema bû. Em nêzî 200 malbatan li wir asê man. Me digot,’DAIŞ yek ji me nahêle.’ Me pezê xwe, malên xwe û her tişt hişt. Ji bilî cilên li ser me tiştek me bi xwe re nebir. Çeka min jî li gund mabû. Li tevî wê dorbeçê min got em ê rêyekê bibînin û rizgar bibin. Em 10-15 kes bi rê ketin. Em rastî wesayîtekî hatin. Baweriya kesekî bi kesekî nedihat. Me wesayît da sekinandin lê kesên bi min re hatin ji tirsan gotin dê lê siwar nebin. Ji ber ku îxtîmal bû ku endamên DAIŞ’ê bin. Min got; ‘Ez ê lê siwar bibim kesê tê bila bê. Yan em ê bimirin an jî dê rizgar bibin.’”
‘PÊŞMERGEYAN BÊYÎ PEREYAN DESTÛR NEDIDAN EM DERBAS BIBIN’
Xidir, anî ziman ku dema bi wesayîtê diçûn, her deverê komên jin û zarokan di rêyan, çiyayan û newalan de didîtin û wiha got: “Me gelek kes li wesayîtê siwar kirin. Piştre em pêya bûn. Li wir bi sedan jin û zarok dihatin sekinandin û nedihiştin derbas bibin. Me xwest derbas bibin lê peşmergeyan ji me re gotin; ‘kesê derbas dibe dê were kuştin.’ Min jî ji wan re got; ‘Hem li vî alî hem li wî alî DAIŞ heye.’ Pêşmergeyî jî ji min re got; ‘Anku tu ji me re dibêjî hûn DAIŞ’in?’ Min jî jê re got; ‘erê tu ferqa we û wan nîne. Heke ferqa we hebûya dê we çekên me ji me nestandibûna. Heke we wisa nekiriba dibe ku zarok ku jin bihatina rizgarkirin.’ Bi pereyan destûr didan ku mirov derbas bibe. Em saet 11’an de gihiştin wê derê û saet di 13.00’an de hiştin em derbas bibin.”
‘HEKE EM BIRÊXISTINKIRÎ BÛNA DÊ QIRKIRINEKE WIHA ÇÊNEBÛYA’
Herî dawî jî Xidir ev tişt anî ziman: “Heke êzidî wê demê birêxistinkirî tifaq bûna dê qirkirineke wiha mezin çênebûya. Dar heke zirav be dişikê. Heke ya bi qewet be naşikê. Li şûna revê heke em bûbûna yek û me li ber xwe dabûya dê ewqas mirov nehatine kuştin. Heke em tifaq bûna wan nedikariyan me. Daxwaza min, tifaqa civaka me ye. Divê em êdî nehêlin dijmin êrişî axa me bike û me bikuje. Me pir êş kişandin û bi çavên xwe şahidiya hovîtiyeke mezin kir. Lê tişta ku ji me re bûye derd, bêtifaqiya me bû. Tişta ku em kuştin ev parçebûn bû. Ji ber wê divê em êdî bibin yek û nehêlin dijmin bi rihetî xaka me dagir bike.”
MA / Zeynep Durgut