ÊLIH - Berdana Resûl Baltaci ku 30 sal in girtî ye bi hinceta cezayên disiplînê yên bi biryara dadgehê hatin betalkirin, 11 meh in tên astengkirin.
Nivîskar Resûl Baltaci, ê li Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê tê ragirtin, ji ber sedemên siyasî di 12’ê kanûna 1992’yan de piştî li Êlihê hat girtin, cezayê muebbetê yê hefsê lê hat birîn. Baltaci, 30 sal û 11 meh in li girtîgehê tê ragirtin. Parêzerên Baltaci ji bo mafê berdana bi şertê kontrala edlî serlêdanan dikin lê nayên qebûlkirin. Parêzeran têkildarî dosyaya dozê di 18’ê tebaxa 2022’yan de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan lê hêj bersiv nehatiye dayîn. Diviya bû Baltaci ji sala 2022'yan ve ji vî mafî sûd bigirta lê bi hinceta cezayên wî yên hucreyê yên beriya niha lê hatine birîn berdana wî hate astengkirin. Piştî ku Baltaci têkildarî betalkirina cezayên hucreyê îtîraz kir, 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Duzceyê bi biryara di 10’ê gulana 2022’yan de dayî hemû cezayên hucreyê rakirin.
JI BERDANÊ RE ASTENGIYA TMK’Ê!
Lê belê rêveberiya girtîgehê û Dadgeha Înfazê ya Duzceyê dest ji biryara xwe ya têkildarî şewitandina înfazê ya Baltaci bernedan. Dadgeha Înfazê biryara di 14’ê hezîrana 2022’yan de hatiye dayîn û di çarçoveya cezayên hucreyê yên Baltaci beriya niha wergirtine, li gorî xala 17/2 a Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) ya bi hejmara 3713 de wiha hate îdia kirin: “…Dema hikumxwariyên ji terorê 3 caran cezayê hucreyê bigirin, ev cezayê disiplînê bê rakirin jî nikarin ji şertê kontrola edlî sûdê bigirin…” Îtîraza parêzerên Baltaci ya li ser vê yekê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Grian a Duzceyê kirin, vê carê hate redkirin.
Piştî ku şewitandina înfaza Baltaci teqez bû parêzerên wî di 18’ê tebaxa 2022’yan de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. AYM’ê di serlêdana hate dayîn de diyar kir ku tevî ku cezayê hucreyê yê Baltaci nîne jî nehatiye berdan û bal kişand ser binpêkirina “mafê azadî û ewlehiya kesî”. Baltaci, tevî ku 11 meh in “cezayê wî yê hucreyê” nîne jî nayê berdan û tevî evqas dem derbas bûye jî AYM’ê têkildarî serlêdanê de hêj biryar nedaye.
ASTA KU BÊHIQÛQÎ HATIYÊ
Lawê Baltaci, Azad Baltaci, diyar kir ku astengkirina berdana bavê wî asta bêhiqûqiyê ya hatiyê nîşan dide û bi gotina “cihekî ku mirov serî lê bide û muxatabek nîne” bertek nîşan da. Baltaci, da zanîn ku bavê wî bi awayekî zanebûn nayê berdan û wiha got: “Ji bo ku berdanê asteng bikin qanûn tune hatin hesibandin. Di pêvajoya 30 salan de li gelek girtîgehan ma. 8 sal in li Girtîgeha Duzceyê ku niha bêhiqûqî lê heye tê ragirtin. Demeke kin beriya berdana bavê min, cezayên dîsîplînê yên pûç û vala hatin dîtin û xwestin pêşî li berdana wî bigirin. TMK’ê hincet nîşan didin. Hewl didin qanûna di sala 2004’an de derketî pêk bînin. Lê cezayê bavê min di sala 1998’an de hate pejirandin.”
‘DEWLET QANÛNÊN XWE BI XWE BINPÊ DIKE’
Baltaci, anî ziman ku dewlet qanûnên xwe bi xwe bin pê dike û wiha axivî: “Armanca wan ew e ku vîna wan teslîm bigirin lê li girtîgehê li ber xwe didin. 30 salên xwe dane, 30 sal in li ber xwe didin, nikarin tu car vîna wan teslîm bigirin. 30 sal in rehîn girtine hêj jî çavên wan têr nabin. Dema vê dikin jî qanûnên xwe tune dihesibînin. Dema em ji pêşwazîkirina bavê min re xwe amade dikin, her tim dîl tê girtin û nayê berdan. Tundiya psîkolojîk li malbatan dikin.”
MA / Fethî Balaman