AMED - Şêniyên Gundê Tilvaqî yê navçeya Erxeniyê bertek nîşanî jêkirina trafoyan dan. Şêniyan got ku bi milyonan cezayê pereyan li wan hatiye birîn û ev tişt anîn ziman: "Em naxwazin ev bûyer berdewam bikin, bila rayedar çareseriyekê bibînin.”
Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li gundê Tilvaqî yê girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê trafoyên ku gundiyan ji bo birincê xwe av bidin danabûn, di 4’ê tebaxê de bi komeke leşkeran ve rakirin. Her wiha mehek pêşiya wê jî tîmekê DEDAŞ’ê çûbû ku wan trafoyên gundiyan rakin, lê di navbera gundî û tîmên DEDAŞ’ê de gengeşî derketibû û gundiyan camên wesayîta parêzerê DEDAŞ’ê şikandibûn. Piştî vê bûyerê li gundiyan cezayê pereyan hatibû birîn û niha jî ketine ber îcrayê. Li gor belgeyên Dosyaya Îcrayê ya Amedê, bi giştî 2 milyon 791 hezar 36 lîre ceza li gundiyan hatiye birîn. Li ser vê yekê gundiyan bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan û xwestin ev pirsgirêk çareser bibe.
‘3 CARAN SERLÊDANÊN MIN RED KIRIN’
Gundiyê bi navê Îsmaîl Aslan destnîşan kir ku wî par bi deyn sondaj li erdê xwe xistiye ku pîşeya bav û kalên xwe berdewam bike. Aslan, anî ziman ku wî 3 caran serî li DEDAŞ’ê daye ku aboneya wî çêbikin lê her sê serlêdanên wî jî hatine redkirin. Aslan, wiha domand: "Ji min re gotin ‘Divê tu ÇKS’ê (belgeya cotkariyê) binî.’ Min jî got ma hûn çawa li mala min dixin wisa jî li ser sondaja min bixin û mehê heqê wê çi be ez ê bidim. Lê aboneya min çênekirin. Piştî 3 rojan tîmek ji DEDAŞ’ê hat û got ‘Em ji bo aboneya te hatine, em ê aboneya te çêbikin. Di nava 3 rojan de em ê bên û cîhazê te jî li sondajê bixin.’ Min jî got heke hûn bên dê baş be. Lewma ez jî dê bizanim deynê min çiqas e. Hefteyeke min qediya ez jî li benda wan im ku bên aboneya min çêkin. Lê piştî hefteyekê kaxizek ji min re hat. Min lê nihêrî û dît ku 800 hezar lîra deyn ji min re derxistine. Ev deyn jî deynê 20 rojan e ku min ew ceyran bi kar aniye.”
‘NÎVIYA BIRINC HIŞK BÛYE’
Bi domdarî Aslan got ku piştî vî deynî ew çûye Erxeniyê û wan jî berê wî daye Amedê. Aslan, diyar kir ku çûye ba midûr û gotiye ev deyn yê 20 rojan e. Aslan, destnîşan kir ku midûr jî qebûl kiriye ku fatûreyekî zêde jê re hatiye nivîsandin. Aslan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cîhazek heye li sondajê dixin û te çiqas xerç kiribe li gor wê deynê te nîşan dide û DEDAŞ’ê daye gelek kesan. Ez li benda wî cîhazî bûm, lê ceza ji min re hatiye birîn. Midûr jî got neheqiye û ez şandim cihekê din. Wî kesî jî ji min re got; 'Here, ji xwe carekî te xwariye. Ez nikarim tiştekî bikim.’ 10 roj bi ser re derbas bûn û îcar 150 hezar lîreyên din ceza ji min re hat. Tevî hemû cezayan, ji bo 45-50 donim erd milyonek û 48 hezar lîre ceza ji min re nivîsandin. Ev pergala avdanê û çandiniya vî erdî tev bi çekên bankayê û deyn min çêkiriye. Min heta niha tu car 300 hezar lîre jî birinc nefirotiye û nîvê vî 300 hezar lîre jî diçe deynan. Min îsal jî 100 donimên erd birinc çandiye û hema bêje ji ber ku av nîne nîvê wê hişk bûye.”
DIRANÊ ZAROKÊ 13 SALÎ ŞIKESTIYE
Di berdewamê de Aslan da zanîn ku mehek beriya niha jî tîmên DEDAŞ’ê hatine ku trafoyên wan jê bikin û di navbera wan û tîmên DEDAŞ’ê de gengeşî derketiye. Aslan, destnîşan kir ku ji ber vê yekê hatine binçavkirin û piştî îfadeya li cem dozger hatine berdan. Aslan, anî ziman ku wê rojê jî tîmên DEDAŞ’ê bi komeke leşkeran ve hatine û trafoyên wan jê kirine û wiha pê de çû: “Mehek maye ji bo rakirina vî birincî û hatine dibêjin em ji bo jêkirina trafoyan hatine. Ma qet me nafikirin. Bi hejmareke zêde ya leşkeran ve hatibûn, me got qey herb çêbûye. Heke DEDAŞ abonetiya me çêbike, em jî, DEDAŞ jî, gel jî û dewlet jî dê qezenc bike. Ev birinc e li her derî nayê çandin û gelek kes jê feydê dibîne. Hema serê sibê hatin dora me girtin û nehiştin em bêhnê jî bigirin. Di gengeşiyê de diranê lawê min ê 13 salî şikest. Heke diranek memûrekî bişikesta di be ku mêr jî bikuştibana.”
‘PARÊZERÊ DEDAŞ'Ê FERMAN DA’
Aslan, bi lêv kir ku trafoyên wan li ber çavên wan hatine rakirin û hatine şikandin. Aslan, got ku parêzerê DEDAŞ’ê ferman daye karkeran û lewma wisa kirine û çi ket ber destê wan tev şikandine. Aslan, wiha derbirî: "Piştre trafoyên me kom kirin û birin. Ev du roj in birincê me av nedîtiye û tev zuha bûye. Êdî avdan jî feyde nake. Ji ber ku koka wê çû. Vê zerara min dê kî bide? Di ser de jî du qet zêde deyn ji min re dinivîsin. Piştî vê bûyerê deynê min yê sala çûyîn û heta niha 3 qat zêde kirin û kirin 3 milyon. Çend hevalên min yên ku aboneya wan ya DEDAŞ’ê heyî, hene û herî zêde 150 hezar lîre heqê ceyranê dane. Lê ji bo min milyonek nivîsandine. Erdê min yê min par çandî 50 donim e, yên ku 150 hezar didin jî 100 donim çandine. Ka dê halê me çawa be?”
‘ŞÎRKET BÛNE GUR Û BERBÛNE ME’
Aslan, anî ziman ku gundê wan ev 22 sal e li ber dadgehê ye û ji ber vê yekê jî ÇKS’ê (belgeya cotkariyê) nadin. Aslan, got ku wan jî ji DEDAŞ’ê re gotiye ku aboneyên demkî hene û divê bidine wan jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Aboneyên wan ên demkî hene, lê nadin me. Ev şîrket bi eşkereyî xwîna me dimêjin. Pêşiyê di destê dewletê de bû û ji me re alîkarî dikirin, lê dewletê tev firotin şîrketan. Ev şîrket jî bûne gur û berê wan dane me. Ma rayedarên dewletê vê yekê nabînin? Wexta hilbijartinan tê dibin ‘heyran, qûrban’, hilbijartin diqede û dibin gur û li me vedigerin.”
‘YA DEDAŞ DIKE ZILM E’
Gundiyê bi navê Mahsûn Yilmaz jî bertek nîşanî kiryara DEDAŞ’ê da û da zanîn ku ew jî dixwazin heqê ceyrana ku xerc kirinê bidin, lê DEDAŞ derfetê nade wan. Yilmaz, diyar kir ku ew hemû bi van bûyeran nerazîne û çavkaniya debara wan çandina birincê ye. Yilmaz, bang li rayedarên dewletê kir û xwest ku ew ji wan re bibin alîkar û wiha got: “Em mecbûr in ku vî karî bikin. Êdî em nikarin ajalan jî xwedî bikin. Di nava van keviran de jî em birincê diçînin, pîşeya me jî çandina birincê ye ku ji bav û kalên me ji bo me maye. Ev kiryarên DEDAŞ’ê zilm e. Divê kesek bibe alîkar ji bo me û pêşiya van kiryaran bigire. Ji vê çandiniyê her kes feyde digire. Ajokar, febrîqe, karker, zarokên me tev feydê jêdigirin. Ji ber ku ev hilberîneke. Heke aboneyê bidin me, fatûrayên rêk û pêk ji me re bişînin, em amadene ku heqê wan fatûreyan bidin. Em nabêjin ku ‘em heqê ceyranê nadin û em ê bibin eşkiya’.”
‘TU KES JI ME RE ÇARESERIYEKÊ NABÎNE’
Gundiyê bi navê Enver Aslan jî axivî û got ku ew nizanin dê ji kê alîkariyê bixwazin. Enver, da zanîn ku wan li partiyên siyasî jî geriyaye lê tu partiyan bersiva wan nedaye û yê bersiv dayî jî dengê wan nedaye bihîstin. Enver, bilêv kir ku ew birincê Qerecdaxê diçînin û êdî ew jî ber bi windabûnê ve diçe. Enver, destnîşan kir ku herkes nikare çandiniya birincê Qerecdaxê bike û tenê li dora Qerecdaxê tê çandin û ev tişt gotin: “Heke DEDAŞ nehêle em vî birincî biçînin, êdî wê winda bibe. Sala çûyîn 35 qafîleyên ku ji welatên cûda, hatin herêma Qerecdaxê. Ji me re gotin ‘Tama vî birincî pir xweş e û hûn çima nafiroşin derveyî welat.’ Lê belê nizanin ku DEDAŞ li ser pişta me bar e, nizanin tu rayedarên dewletê ji me re çareseriyê nabînin. Heke dewlet pişta min bigire, wê çaxê ez ê îxrac bikim welatên din jî.”
‘ÇIMA JI ME RE ZORIYÊ DERDIXÎNIN?’
Enver, bi lêv kir ku gihiştina birinc dora 5 mehan digire û girêdayî germê û avê ye. Enver, da zanîn ku birinc weke pîpetan e û avê dikşîne nava xwe, lewma hertim avê dixwaze. Enver, anî ziman ku xwesteka wan ya ji DEDAŞ û rayedaran ew e ku bila ji derdê wan re bibin derman. Enver wiha dawî li axaftina xwe anî: “Werin aboneyên me çêkin û em jî her meh fatûrayên xwe bidin. Xwestekên me nayên bi cih anîn. Malên me jî li ser erdê xizîne hatiye çêkirin, heke hûn bikarin aboneyê bidin malê, wê çaxê hûn dikarin bidin zeviya min jî. Ji ber ku ez cotkar im û hilberîner im. Ez bawer nakim ku min tiştekî xirab kiriye. Divê rayedar û partiyên siyasî li me xwedî derbikevin. Bi rastî jî em di rewşeke xerab de ne. Xwezî me qasî tiştê ku çandî pere rakiribana. Em di bin vê tavê de radizin û ked didin, ji bo çi? Ji bo zarokên xwe, ji bo ku çanda birincê Qerecdaxê winda ne be. Dewlet bila bê û ji bo me kooperatîfekê ava bike. Çima ji me re zoriyê derdixînin? Bila gel jî gûh bide me. Bila bên bibin mêvanên me û me nas bikin. Em tiştekî xelet nakin. Ricaya me ji DEDAŞ’ê jî, bila deriyên xwe ji me re vekin. Em mirovan naxwin. Em dixwazin çareseriyekê bibînin.”
MA / Bazîd Evren