ŞIRNEX - Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûsê ya ku li ser Newala Qoriyê hatiye avakirin û bi sedan salane li ser piyane heta îro hatiye.
Keşîşxaneya Mor Bosûs a ku li gundê Hedil ê navçeya Hezexê Şirnexê ye, di navbera salên 100-200’an de li ser Newala Qoriyê û quntarên Çiyayê Bagokê hatiye avakirin. Keşîşxaneya Mor Bosûs, ku bi sedan sal in hatiye avakirin hêj jî li ser piyane. Li gorî baweriyê Keşîşxaneya Suryaniyên Ortodoks a Mor Bosûs, Mor Bosûs û xwişka wî Mort Şûşan di dozdeh saliya xwe de ji ber ku nîşana vaftîzm a pîroz qebûlkirine û bawerî bi Îsa anîne bi şûrê bavê xwe yê pûtperest Abuzard, waliyê farisî yê Fir, Esfes û Beth Zabdayê, hatine qetilkirin. Li gel Mor Bosûs û Mort Stefanos, Mor Levangine ku ew vaftîz kirini jî di şikefta xwe ya li ber Newala Qoriye jî tê kuştin. 11 hezar kesên ku mamosteyên wan Mor Stefanos bar Şebyo yê Arzûnî û hevalên wî bûn, piştî zayînê (PZ) di 11'ê gulana 379'an de hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina xwîşk û bira ji bo rêzê nîşanî wan bidin li cihê lê hatin qetilkirin manastir ava kirin. Tê gotin ku piştî ku keşîşxane hatiye avakirin herêm bi bereket bûye. Keşîşxaneya Mor Bosûs û xwişka wî Mort Şûşan hej jî li jora Newala Qoriyê li ser piyane.
'KEŞÎŞXANE ÇÎROKA XWÎŞK Û BIRAYÊN CÊWÎ NE'
Keşîşê dêrê Fadî Georgîs, diyar kir ku keşîşxaneya dîrokî li gel demê bi sedsalane li ser piyan maye û çîroka wê wiha vegot: "Berê gundê Hedil di nav sînorê Nisêbînê de bû. Nisêbîn ketibû destê romiyan, ev aliye ji ketibû destê farisan. Di salên 300-603 de mesihiyan ji romayiyan re got, 'Em îbadetê ji keviran re nakin, em tenê ji xwedê bawer dikin û îbadet dikin' ew baweriya ku li ser wan dihat ferzkirin qebûl nekirin. Wateya navê Hedil bi rastî tê wateya gelek tiştan. Hedil bi zimanê suryanîyan ê kevin tê wateya yek xweda. Hed tê wateya yek û îl jî tê wateya xwedê. Ev keşîşxane vedigere hezarsalên paşîn. Keşîşxaneyeke pir kevin û dîrokî ye. Çîroka Keşîşxaneyê çîroka xwişk û birayên cêwî ne. Bira û xwîşkên cêwî ji ber qebûlkirina nîşana pîroz a vaftîzmê bi şûrî ji aliyê bavê xwe ve tên şehîd kirin. Bi wan re bi sedan kes hatin kuştin. Ev çîrok ji heta roja me ya îro tê. Ji aliyê suryaniyên ku li vî gundî dijîn û neçar man koç bikin û misilmanên ku niha li vir in ve, her tim ev çîrok tê ziman. Tê diyarkirin ku li cihê ev herdu hatine kuştin darên behîvên mezin şîn bûne. Yek ji van daran li newala qoriyê ye û yek jî di nava gund de ye. Li dora vê dara ku di nava gund de heye ne mal hene û ne jî tiştekî din heye. Ev ne tenê ji me re di heman demê de ji misilmanan re jî pîroze û ji ber wê jî zirarê nadin darê. Sedsal derbas bûne, lê çîroka keşîşxaneyê heta vê demê dev bi dev hatiye gotin. Em kêfxweş in ku keşîşxane hê jî li ser piyan e."
VEGOTINA GUNDIYAN A KEŞÎŞXANÊ
Şîrîn Aslan (80) a li gund dijî, bal kişand ser girîngiya keşîşxaneyê û çîroka keşîşxaneya ku ji bav û kalên xwe bihîstiye wiha vegot: "Xwîşk û birayên cêwî yên ku şehîdên keşîşxaneyê ne dema ku direvin tên kuştin. Xwişk Mort Şûşan li newala qoriyê tê kuştin. Birayê wî Mor Bosûs jî direve û xwe di nava heywanên vir de vedişêre, paşê pê dihesin ku li wir e wî jî dikujin. Piştî xwîna ku li vir rijand, ev dar li vir şîn dibe. Ji heman darê di newal de cihê ku xwîşka wî jî hatiye kuştin şîn dibe. Bav û kalên me ev çîrok ji me re gotine. Ev dar û keşîşxane ji bo me xwedî wateyek e. Kes nikare vê darê bibire û heywanên xwe biçêrîne. Herkes tê ziyaret dike û li binê wê rûdine. Zirardayina darê qedexe ye. Gava ku mirov li binê vê darê rûdine mîna ku li daristanêye wê aramiyê dide mirov."
MA / Zeynep Dûrgût