COLEMÊRG - Endamê ÎHD’ê Eren Baskin diyar kir ku ji ber polîtîkayên bêcezatiyê li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne û destnîşan kir ku divê li her qadê mafê jiyanê bê parastin.
Colemêrg ku li sêgoşeya sînorê Bakur, Rojhilat û Herêma Kurdistana Federe ye, bûye bajarekî ku ji aliyê hêzên dewletê ve her roj mirinên nû, îşkence, miameleya nebaş û binpêkirinên mafan lê çêdibin. Li Colemêrgê li herêmên operasyonan, çoltaran û navenda bajar ji ber îşkenceya leşker û polîsan binpêkirinên mafan lê tê jiyîn. Polîtîkaya bêcezahiştinê ya di binpêkirinên mafan, mirin û îşkenceyan de rê li ber zêdebûna van hemûyan vedike. Li Colemêrg û navçeyên wê ji sala 2016’an ve ji aliyê hêzên dewletê ve 4 jê zarok 15 kes hatin qetilkirin. Endamê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Colemêrgê Eren Baskin binpêkirinên mafan ên li bajar diqewimin û polîtîkaya bêcezatiyê ya didome nirxandin.
Eren Baskin
POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ
Baskin, anî ziman ku li Colemêrgê gelek binpêkirinên mafan diqewimin û wiha got: “Colemêrg ji ber binpêkirinên mafan bûye bajarê herî zêde yê bi pirsgirêk ê Tirkiyeyê û Kurdistanê. Li bajêr pirsgirêk di nava pirsgirêkê de heye. Di dema bûyerekê de, heke ji ber binpêkirina mafan bûyereke bi gule, îşkence û lêdana maşîneyên zirxî rû bide li şûna fikra ‘ji aliyê hiqûqî ve wê çawa aşkera bikin’ fikra ‘çawa veşêrin’ heye. Ji bo vê jî ji ber binpêkirinên mafan ên li bajêr polîtîkaya necezakirinê heye.”
BÛYER TÊN VEŞARTIN
Baskin, anî ziman ku polîtîkayên necezakirinê yên piştî binpêkirinên mafan ên diqewimin hêzên ewlehiyê bi cesaret dikin û wiha got: “Tenê li Colemêrgê piştî sala 2008’an 4 jê zarok 15 kes rastî binpêkirinên mafan hatin û jiyana xwe ji dest dan. Di nava van de 2 zarok bi lêdana wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest dan. Di tabloya ku derdikeve holê de rewşeke bêperwa ya hêzên ewlehiyê hene. Bi fikra ‘Ez çi sûcî bixwazim dikarim bikim. Ji ber ez hêzê ewlehiyê me ji vê tu cezayan nagirim’ mixabin yek bi yek ev bûyer tên veşartin.
KESEKÎ KU TÊ DARIZANDIN NÎNE
Baskin, bal kişand ku li Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi dehan binpêkirinên mafan hatine kirin û da zanîn ku di bûyerên qewimîn de 54 kes bi giranî birîndar bûn û 44 kes jî jiyana xwe ji dest dan. Baskin, diyar kir ku di dozên derbarê 44 kesên jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin de faîlek tenê jî nehate cezakirin û wiha berdewam kir: “Di tabloya derdikeve holê de dîsa polîtîkaya necezakirinê dikeve dewrê. Di lêpirsînên 20 sal in ji aliyê ÎHD’ê ve tên kirin de yek bi tenê hêzên ewlehiyê nîne ku ji ber sedema mirina mirovan ceza lê hatiye birîn.”
‘DIVÊ HESTIYARÎ CIVAKÎ BE’
Baskin, destnîşan kir ku li Kurdistanê zêdetirî 30 salan e polîtîkaya necezakirinê heye û diyar kir ku ji bilî herêma Kurdistanê di bûyereke ku hêzên ewlehiyê bibin sedemê mirina zarokekî de wê hemû Tirkiye rabe ser piyan. Baskin, diyar kir ku dewlet Eren Bulbul weke amûreke siyasî bi kar tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên ji bîr kirin ku Eren Bulbul zarok e û kirine malzemeya siyasî tevî ku bi dosyaya Vedat Ekîncî re rû bi rû man jî tu kesê dengê xwe dernexist. Zarok her tim zarok e û mafên wî hene. Heke em têkildarî van mafan di nava zarokan de cihekariyê bikin polîtîkaya necezakirinê wê her tim bidome. Heke îro ji ber qetilkirina zarokekî ya li Îzmîrê xemgîn bim divê ji ber zarokên bi lêdana wesayîta zirxî li Colemêrg û Geverê jî tên qetilkirin xemgîn bibim. Heta ku ev hest ne civakî be, pergala necezakirinê wê her tim bidome.”
Baskin, bi lêv kir ku bi taybetî li herêma Colemêrgê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne û da zanîn ku li bajêr ne leşker û polîs, rêxistinên sivîl ên civakî, rêveberên partiyên siyasî û parêzerên dixwazin li dijî binpêkirinên mafan bisekinin tên darizandin. Baskin, bal kişand ser qedexeyên çalakî û aktîvîteyan ên ji qedexeyên derketina kolanan ên di sala 2016’an vir ve de hatine îlankirin û wiha lê zêde kir: “Dema li bajêr kesekê xwest ji bo binpêkirineke maf derkeve derve û mafê xwe yê demokratîk bikarbîne tê binçavkirin. Heta ku qedexeyên wiha berdewam bikin elbet polîtîkaya bêcezatiyê dê bidome. Em nikarin derkevin kolanan, dema ji bo tişta heyî ji mirovan re vebêjin derketin kolanan em tên binçavkirin. Bi dehan mirovên me bi wesayîtên zirxî, bi guleyên leşker û polîsan û îşkenceyê hatin qetilkirin. Li dijî vê ne ji malbatan ne jî ji me re îzahata vê yekê nehate kirin. Ji ber vê helwestê li herêma Kurdistanê dibe ku gelek kuştin çêbibin. Dîsa heke li dijî rewşa polîtîkaya necezakirinê heman helwest bidome dibe ku li Colemêrgê kuştinên nû çêbibin.”
‘GARANTIYA KU HÛN Ê NEMIRIN NÎNE’
Baskin, got ku “ji bo li Kurdistanê careke din bûyerên bi vî şiklî neqewimin amadene ku bi hemû kesayetiya xwe têbikoşin” û destnîşan kir ku daxwaza pêk anîna hiqûqê mafê wan ê herî bingehîn e. Baskin bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di kesayeta Kurdistanê de li Colemêrgê garantiya tu kesê nîne ku dê nemire. Li vir hûn xwediyê çi fikrê bibin bibin, dema hûn di bin wesayîteke zirxî ya bi lez diçû de bimînin hûn bi encameke neşopandinê re rûbirû bimînin. Heke hûn îro bi zarokên xwe re li ser xeta sînor ji bo gerê derkevin û bi guleyeke leşkerekî bên kuştin dê bibêjin ‘min got qey PKK’î ye ji ber wê gule berda’ û bi vî şiklî ceza jî nagire. Li Colemêrg û navçeyên wê mafên jiyanê yên zarokan bisînor in û di demekî ku Tirkiye xwediyê îdiaya dewleta civakî de ye divê mafê jiyanê yê zarokan li her qadê bê parastin. Dema îro hûn li Colemêrgê derketin ber derî garantiya ku hûn ê bi guleyekê neyên kuştin nîne.”
MA / Mazlûm Engîndenîz