MÊRDÎN - Qeyûmê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş ku çalakiyên bi kurdî qedexe dikir, biryarên ne li gorî usûlê îmze dikir û ji bo deynên şaredariyê mizgeft difirot, weke waliyê Bursayê hate tayînkirin.
Biryarnameya waliyan a bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Bi biryara tayînkirinê re cihê 57 waliyan guherî û 16 walî anîn navendê. Yek ji waliyên cihê wî hatiye guherandin jî qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmût Demîrtaş e. Demîrtaş, weke Waliyê Bursayê hate tayînkirin. Li şûna wî jî Waliyê Karamanê Tuncay Akkoyûn hate tayînkirin. Tê payîn ku Akkoyun di heman demê de weke qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê were tayînkirin.
BUROKRATÊN DEMÎRTAŞ
Demîrtaş, di 10’ê hezîrana 2020’an de li şûna qeyûm Mûstafa Yaman hate tayînkirin ku bi nelirêtî û bêusuliyan her tim di rojevê de bû. Demîrtaş çawa ku hate ser peywira xwe, hemû burokratên di serdema Yaman de ji peywirê girt. Li şûna wan jî kesên ji bajarên cuda yên nêzî xwe peywirdar kir. Demîrtaş, rêveberên Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) jî guherand û kesên di serdema Melîh Gokçek ê AKP’î de li Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê karên nebaş dikirin, tayîn kir.
LI SEROKATIYA DAÎREYA JINAN ZILAMEK TAYÎN KIR
Demîrtaş, weke karê destpêkê li Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê zilamê bi navê Abdurrahman Şahîn tayîn kir. Piştre jî Qeymeqamê Yeşîlliyê yê demê Emre Ozturk weke Serokê Daîreya Xizmetên Civakî peywirdar kir.
JI BO DEYNAN MIZGEFT Û DIBISTAN FIROT
Demek piştre Demîrtaş deynên şaredariyê weke hincet nîşan da û mizgeftek û dibistaneke li navçeya Artukluyê û trafoya enerjî hildiberand a şaredariyê firote Wezareta Darayî. Demîrtaş, di heman demê de 11 neguhêzbarên şaredariyê jî da ber firotinê û ziyaneke bi milyonan gihand şaredariyê.
ÎHALEYÊN LI SER DAXWAZÊ HATINE KIRIN
Demîrtaş bi projeyên xwe yên “jê bike-bizeliqîne” her tim di rojevê de bû. Demîrtaş, “Projeya Baxçeyê Tîk” a di serdema qeyûmê berê de ketibû meriyetê, di bi navê “Projeya Mêrdina Biçûk” de guherand û bi fiyeteke 3 qat zêdetir da ber îhaleyê. Gelek îhale dan navnîşanên ku xwediyên wan heman kes lê navên şîrketên wan cuda. Rêyên ku dihat îdiakirin di dema qeyûmê berê de hatine çêkirin dîsa da ber îhaleyê û di bin navê “îhaleya rêyê ya muxtelîf” de gelek îhale dan. Îhaleyên rêyan di bin sîwana Serokatiya Daîreya Karên Fenê de hatin kirin ku di rêveberiya Cebraîl Aslan de bû. Ji sala 2020’an ve îhale dan heman fîrmayên îhale ji şaredariyê digirtin.
LI BAJARÊ ANTÎK AVAHIYA BETONÊ
Di serdema Demîrtaş de destûr hate dayîn ku di înşaetên gelek avadaniyan de kevirên ne li gorî tevna dîrokî ya bajar bên bikaranîn. Li dijî biryara rûxandina avahiyên betonarme, di avahiyên aydê rêveberên AKP’ê de destûr hate dayîn ku betonarme were bikaranîn. Demîrtaş bi xwe jî tev li vekirina van avahiyên behsa xeberê bû.
Di meha mijdara sala 2022’yan de li Bajarê Antîk ê Darayê ku xwedî dîrokeke bi hezaran sala ye, avahiya betonarme hate avakirin. Di ketina bajarê antîk de li qada SÎT’ê, di bin navê “Navenda Pêşwazîkirinê” de avahiya betonarme hate avakirin.
ŞANO Û KONSERÊN BI KURDÎ QEDEXE KIR
Ji roja destpêkê ve Demîrtaş her 15 caran carekê biryara “qedexeya çalakî û xwepêşandanan” da. Navê wî êdî weke “Waliyê qedexeker” hate naskirin. Demîrtaş, cara ewil Parka Karayollari ya li navenda bajar li ber rêxistinên girseyî yên demokratîk qedexe kir. Heta ku gihişt wê astê ku destûr neda di dema pandemiyê de kampanyaya derzîkirinê jî were lidarxistin.
Lîstikên şanoyê û konserên bi kurdî jî di dema Demîrtaş de hatin qedexekirin. Di serdema Demîrtaş de lîstika şanoyê ya bi navê “Tartuffe” û konserên hunermend Îlkay Akkaya, Azad Bedran û Zinar Sozdar hatin qedexekirin. Gotûbêja wêjeyî ya bi kurdî ku Weşanên Avestayê dixwest bi nivîskar Mîrza Metîn re li dar bixe jî hate qedexekirin.
Dema Demîrtaş di sala 2021’an de li ser peywira xwe, cara ewil bîranîna Apê Mûsa (Mûsa Anter) li metna biryarê hate nivîsandin û weke sedema “qedexekirina çalakî û xwepêşandanan” hate nîşandan.
HEWL DA POLÎSAN BIPARÊZE
Dema walîtiya Edeneyê dikir, welatiyê sûriyeyî Alî El Hemdan ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin û wî jî bi gotina “piyê polîsan tehisî” polîsa parastibû û bûbû rojev. Di 1’ê îlona 2022’yan de jî ciwanê bi navê Adem Kara yê 21 salî li Mîdyadê ji hêla polîsan ve hate qetilkirin. Di vê bûyerê de jî polîs bi van gotinan parastibû: “Şexsê behsa xeberê bi israr reviya û li ser vê yekê polîsên me ew şopandin. Di vê navberê de piyê wî li kevirê peyareyê aliqî û çekê gule avêtiye.”
KEYAYÊ BERTEK NÎŞAN DAYÎ JI PEYWIRÊ GIRT
Di dema hilbijartinên 14 û 28’ê gulanê de tevî parlamenterên AKP’ê xebatên hilbijartinê meşand. Bi keyayan re hevdîtin kir û gef li wan xwar ku dengê xwe bidin Erdogan. Demîrtaş, herî dawî jî ji ber nîqaşa bi keyayê taxa çoltar a Heştrekê ya navçeya Mîdyatê Edîp Aslan, Aslan ji peywira girt.