STENBOL - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç diyar kir ku li gel ku rayeya diyanetê nîne jî bi feraseta “fetwayê” hewl dide mudaxilî Doza Kobanê bibe û wiha got: “Dewlet dixwaze diyanetê bike parçeyeke dozên siyasî.”
Bi hinceta protestoyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişên DAIŞ’ê, 18 rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de bi giştî 108 siyasetmedar ji Doza Kobanê tên darizandin. Doz, li Enqereyê berdewam e. Serokatiya Karên Diyanetê jî di 11’ê gulanê de serî li dadgehê da û xwest bi îdiaya “kesên tên darizandin nirxên bingehîn ên olê hejandine” tev li dozê bibe. Parêzerên siyasetmedarên tên darizandin jî li dijî vê daxwazê, xwestin li dadgehê serlêdana sûc bikin. Şandeya dadgehê ev daxwaza parêzeran red kir.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç têkildarî daxwaza Diyanetê bi ajansa me re axivî.
Mehmet Kamaç
‘DIYANET WEKE BÎRDOZIYA FERMÎ YA DEWLETÊ TEVDIGERE’
Kamaç, anî ziman ku Serokatiya Karên Diyanetê ol xistiye bin tehekûma xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dibêje ku Diyanet di bin sîwana dewletê nayê avakirin. Ev bû 20 sal ku Diyanet weke bîrdoziya fermî ya dewletê dixebite. Diyanet bi daxwaza xwe ya tevlibûna dozê re hem nasnameya xwe hem jî armanca xwe bi vekirî eşkere kiriye. Diyanet ne hewl dide ji bo olê gotinekê bike, hewl dide kontrola dewletê ya li ser olê bêhtir qayîm bike. Bi vê mebestê hatiye avakirin. Tiştên di Doza Kobanê de diqewimin vê rastiyê nîşanî me didin. Di vê dozê de Diyanet bi îdiaya ‘zirar dan mizgeftan’ dixwaze tev li dozê bibe. Ev yek nîşan dide ku dewlet û pergal hesasiyetên olê yên civakê bi kar tîne. Dewletê, Diyanet di bin navê ‘serokatiyê’ de sazûman kir û di hiqûq û siyasetê de weke amûrekî bi kar tîne. Ev yek nîşan dide bê ka di mijara hestên olî yên civakê bi roleke çawa radibe. Hewldana Diyanetê li Tirkiyeyê tiştekî nû ye. Ev biryar, xetereyeke mezin bi xwe re tîne. Her wiha baweriya bi hiqûqê zeîf kir.”
PARÇEYEKE PLANA ‘TÊKBIRINÊ’ YE
Bi domdarî Kamaç bi lêv kir ku dewletê Doza Kobanê li dijî daxwaza azadiyê ya gelê kurd daye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Parçeyeke Plana Têkbirinê ye. Di bingeha dosyaya Kobanê de hiqûq tune ye. Zêdetir hedefên siyasî hene. Doza girtina HDP’ê jî heman tişt e. AYM derket derveyî tehammûlan û biryara dawî ya têkildarî doza girtina HDP’ê ev demekî dirêj e vedihêle. Dozên Kobanê û girtina HDP’ê yekser girêdayî hev in. Dema em aliyê siyasî yê Doza Kobanê jî dinêrin, dibînin ku li hemberî daxwazên kurdan piştperdeya plana têkbirinê ye. Dewlet, dixwaze Diyanetê bike parçeyeke vê doza siyasî. Dewlet dixwaze civakê bigire cem xwe lewma Diyanetê dike parçeyeke dozên siyasî.”
MA / Esra Solîn Dal