ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder ku di Doza Kobanê de tê darizandin diyar kir ku hem parlamenter, hem Serokwekîlê Meclisê hem jî bersûc e û wiha got: “Hûn dikin nakin nikarin min bi darizînin. Ez ê ji xwe re daxwaznameyê binivîsim, îmze bikim û ji we re bişînim. Di sepanê de nakokiyeke wiha heye.”
Rûniştina sêyemîn a danişîna 31’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ku bi awayekî negirtî tê darizandin di danişînê de amade bûn. Siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Serokên Baroyên Mûş, Êlih, Semsûr û Wanê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Parlamentera Partiya Gel a Komarê (CHP) Sîbel Suîçmez jî di danişînê de amade bûn.
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî bi parastina Sirri Sureyya Onder berdewam kir.
‘DI DOZA KOBANÊ DE REWŞEKE LI DIJÎ HIQÛQÊ HEYE’
Onder, got ku di Doza Kobanê de rewşeke li dijî hiqûqê heye û wiha got: “Ez hem parlamenter hem jî Serokwekîlê Meclisê me. Biryarên AYM’ê gelek caran da ye, li hemberî binpêkirinên veguherîne îçtîhatê hinek tona xwe hişk dike ku balê dikişîne ser qanûnsaz jî û mîna delîlan biavêjin telîsê etarî, îçtîhateke eşkere hatiye çêkirin.”
‘DI SEPANÊ DE GIRÎFTBÛN HEYE’
Bi domdarî Onder wiha bal kişand ser nakokiyên di sepanan de: “Ez bi dengên gel hatim hilbijartim. Peywir, raye û statûya min li gorî rêziknameya hundir a destûra bingehîn hatiye diyarkirin. Bi piraniya dengan li Meclisê weke serokwekîl hatim hilbijartin. We daxwaza min a rakirina qedexeya derketina derve biisrar red kir. We herî dawî got; ‘heke têkildarî xebatên Meclisê tiştek çêbibe, dikare destûr were dayîn.’ Weke Sirri Sureyya Onder ez ê daxwazê ji xwe bikim. Hilbijêrên min li Berlîn û Parîsê jî hene. Xebatên em li wir dimeşînin jî siyasî ne. Ez ê ji xwe re daxwaznameyê binivîsim, îmze bikim û ji we re bişînim. Di sepanê de rewşeke wiha ya girîft heye.
EZ Ê ÇAWA JI NAVA VÎ KARÎ DERKEVIM?
Parêzbendiya min, mertalekî darazê nîne. Heke ez li wir hem bersûc hem jî kesekî qanûnsaz bim gelo ez ê çawa ji nava vî karî derkevim? We got; ‘li dijî îxtîmala ku wesfê sûc biguhere.’ Çi bû, qey ez bi sûcekî nû têm tawanbarkirin? Hûn nikarin tenê ji bo ku fantazî be parastinê bi min bidin kirin. Gelo ma parastineke weke ‘li dijî her îxtîmalekê’ dibe?
DI DARIZANDINÊ DE NAKOKIYA PARÊZBENDIYÊ
Ez dixwazim ji bo vê rewşa sosret mînakeke dawî bidim û vê mijarê bi dawî bikim. Derdê min ew e ku vê çelexwarîtiyê raxim ber çavan. Wisa bifikire ku min heqaret li we kir an jî êrişeke fîzîkî kir. Hûn ê nekarin min bidarizînin. Heke ez di dema danişînê de tiştekî ji we re bibêjim, hûn dê neçar bimînin ku ji Meclisê re fezlekeyê binivîsin. Baş e lê ev bûyera ‘endamtiya rêxistinê’ kengî qewimî ye? Dema ew bûyer qewimî ez parlamenter bûm. Dawiya vê nayê! Ez dixwazim ku şandeya dadgehê navberê bide û darizandina xwe piştî sererastkirina parêzbendiyan berdewam bike.”
DÊ DARIZANDIN BIDOME
Dozger jî xwest ku daxwaza Onder a ji bo darizandin piştî sererastkirina parêzbendiyê bidome were redkirin. Şandeya dadgehê jî ev daxwaz nirxand, daxwaza Onder red kir û jê xwest ku parastina xwe bike.
‘EZ SEROKWEKÎLIM EV YEK LI PÊŞIYA PARASTINA MIN ASTENGÎ YE’
Onder, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema we didarizand hûn bêalî tevnegeriyan û aliyê we diyar bû. Ev yek jî delîla wê ye bê ka divê çima ev darizandin bisekine. Li vê derê we tenê sînorê rayeya xwe derbas nekiriye. Bo me tu wateyeke van cezayan nîne. Lê tirsa me ew e ku li hemberî kesên ji me bawer û kesên me soza aştiyê daye wan bikevin şermê. Destûreke bingehîn heye ku li gorî rêziknameya hundir hatiye diyarkirin, sînorên wê hatiye destnîşankirin û bi perspektîfa ‘dema bi kêrî karê we hat li gorî 83’yê û heke bi kêrî karê we hat hûn nikarin pişta xwe bidin vî tiştî’ hatiye amadekirin. Ez serokwekîl im û ev yek li pêşiya parastina min astengî ye.
YA KU TÊ DARIZANDIN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YE
Ez siyasetmedar im û tenê dikarim nirxandinên siyasî bikim. Li eywanê fermandareka sergirtî hebû. 20 sal beriya niha ev yek sedema darbeyê bû û weke terorîst dihatin nirxandin. Lê binêrin bê ka dema siyasî li Tirkiyeyê çawa zû derbas dibe. Paradîgmaya heyî çawa diguhere. Yên tên darizandin em nînin, pêvajoya çareseriyê ye. Hemû xebat hatin krîmînalîzekirin. Her çûyîna me bi wezîran re hatiye nîqaşkirin, li pêşberî raya giştî hevdîtin hatine kirin, daxuyanî hatine dayîn, li Meclisê hatine axaftin û weke qanûna çarçoveya pêvajoya çareseriyê Qanûna Jêbexşiyê hatiye derxistin. Kesên di vê pêvajoyê de çalak û berpirsyartî li xwe girtin nikarin bên tawanbarkirin. Dema siyasî pir zû derbas dibe. Li tu deverekê cîhanê têgeheke terorê ya wiha berfireh tune ye. Hûn nikarin mîna telîsê etaran her tiştê tê ber hizra we ferz bikin. Normên gerdûnî balê dikişînin ser vê.
Mijareke li vî welatî enfekte bûyî ne karê 1-2 parlamenteran bû. Nekarî bibe. Em tenê dikarin di wijdana xwe de vê yekê bidarizînin. Ez ê li gel serokkomar û serokwezîrên vî welatî re bi Qendîlê re hevdîtinê bikim, dê dewlet rica bike ku ‘rol û berpirsyartiyê li xwe bigirim’ lê piştre jî paradîgma guherî û em bûn bersûc.
DI VÊ DARIZANDINÊ DE DAIŞ TUNE YE
Di vê darizandinê de dozger tiştek nekiriye. Di vir de DAIŞ tune ye. Heke Berxwedana Kobanê nebûya niha DAIŞ li Edeneyê bûya. Min ew tirs û xofa rêveberên dewletê dît. Wê demê li gel Misteşarê Ewlekariya Cemaweriyê yê wê demê Muhammed Dervîşoglû re pêdiviyên Kobanê pêşwazî kir. Ev der Absuristan e. Tu tirkê dibêje çi keyfxweş e yê dibêje ez tirk im niha keyfxweş nîne.
‘FETWA’ YA DIYANETÊ YA LI DOSYAYÊ HATIYE ZÊDEKIRIN
Herî zêde hişê ma li ser Diyanetê. Metîn Kulunk ê AKP’î şexsiyetekî muhim e. Duh got ku Diyanetê alîkariya madî daye PKK’ê. Diyanetê ku tevî jê nehatibû xwestin jî ji dadgehê re fetwa şandî wiha hate sûcdarkirin. Li fetwaya saziya pîroz tê dîtin a ji bo me nivîsandî binêrin. Ne nas ne meslehet bi ser guhê wan ve nîne. Dê bixwazî ku cezayên herî giran li me bên birîn. Bêhed! Ez baş qaneh nebûm ku parastinê bikim. We jî nexwest biryarên AYM’ê pêk bînin.”
‘HEWCEHÎ BI ŞABLONEKE ŞÊNBER HEYE’
Parêzera Onder, Arîn Gul Yenîaras jî biryarên AYM û DMME’yê yên têkildarî Doza Kobanê bi bîr xist. Yenîaras xwest ku darizandina Onder were sekinandin û wiha got: “Ez nizanim bê ka miwekîlê min bi çi tê darizandin. Hewcehî bi şabloneke şênber heye. Di vê rewşê de mimkin nîne ez parastinê bikim.”
‘DOZGER JI IHTIRAMÊ MUNEZZEH NÎNE’
Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî axivî û wiha got: “Dozger, îdia dike ku parastin veguheriye şovekê. Ev yek ne li gorî etîka edlî ye. Dozger, ji ihtiramê munezzeh nîne.”
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî got ku danişînên li pey hev hem hevsengiya parêzeran hem jî ya bersûcan xera kiriye.
JI SEROKÊ BAROYÊ RE: HEKE MUDAFÎLIYA TE NEBE NIKARÎ BIAXIVÎ
Piştre jî Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz axivî û ev tişt anî ziman: “Ez mudafiyê tu bersûcan nînim lê dikarim ji bo çavdêriyê li vir bim.” Li ser vê yekê dadgerê endamê şandeyê got; “Dibe ku serokê baroyê bî. Heke mudafîtiya te ya aliyekî nebe nikarî li vir biaxivî.” Li ser vê yekê Yilmaz got ku mudafiyê Onder e û wiha got: “Ji ber em dizanin darizandineke bêalî nabe, em ê biryarên vê derê rexne bikin.”
Şandeya dadgehê heta saet 14.00’an navber da.