Li dijî biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman îtîraz hate kirin

img
ÎZMÎR - Ji bo nivîskar Abdulmenaf Osman biryara dersînorkirinê hate dayîn. Parêzerê Osman, Halîl Coşkun diyar kir ku biryara hatiye dayîn hiqûqî nîne û wiha got: “Ji bo betalkirina vê biryarê me îtîraz kir.” 
 
Girtiyê siyasî nivîskar Abdulmenaf Osman li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin û 30 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma. Osman, di 3’yê îlonê de hate berdan. Ji bo Osman biryara dersînorkirina Osman û biryarên çavdêriya îdarî îtîraz hate kirin. Osman, niha li Navenda Paşveşandinê ya Edîrneyê tê ragirtin û parêzerê wî Halîl Coşkun li dijî biryara dersînorkirinê li 1’emîn Dadgeha Îdare ya Manîsayê û li dijî biryara çavdêriya îdarî jî li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Edîrneyê îtîraz kir. 
 
'TU HUKMÊ BIRYARA DERSÎNORKIRINÊ NÎNE’
 
Di daxwaznameya giliyê ya li dijî biryara dersînorkirinê de hat gotin ku Osman li gorî Qanûna Hejmar 6458’ê dikeve çarçoveya kesên divê neyên dersînorkirin û biryarên mînak ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn hatin rêzkirin. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku bêyî ku sedem werin diyarkirin biryara dersînorkirinê hatiye dayîn û ev yek jî li dijî hiqûqê ye. Daxwazname wiha didome: “Miwekîlê me di 5’ê îlonê de birine Navenda Paşveşandinê ya Edîrneyê. Dema em ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re çûn wê derê, ji me re hat gotin ku ewraqên paşveşandinê nehatine amadekirin. Ev biryara behsa xeberê di 5’ê îlonê saet di 14.00’an de bi miwekîlê me re hatiye parvekirin. Di nava vê pêvajoyê de hêj biryara dersînorkirinê nehatibû dayîn. Biryara dersînorkirinê ya di pêvajoya hukmên qanûnê de nehatiye dayîn jî tu hukmê xwe nîne.” 
 
HIŞYARIYA XETEREYA JIYANÎ
 
Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku li gorî armanca raye û kirariyên îdarî,  biryara dersînorkirinê li derhiqûqî ye û wiha hat gotin: “Biryara dersînorkirinê ya derheqê dozdar de li gorî usûl û esasên wê yekser li dijî hiqûqê ye. Her wiha heke ev biryar pêk were, dê dozdar ‘rastî zirarên ku telafîkirina wan nîne’ were. Heke dozdar bişînin welatê wî, xetereyeke mezin li ser jiyan û azadiya wî çêdibe. Lewma em dixwazin ku biryara dersînorkirinê were betalkirin.” 
 
ÎTÎRAZ 
 
Di daxwaznameya li dijî biryara çavdêriya îdarî ya ji bo 2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Edîrneyê de jî ev tişt hatin gotin: “Biryara çavdêriya îdarî ya hatiye dayîn, li dijî peymanên navneteweyî û heqaniyetê ye. Miwekîlê me 30 salan di girtîgehê de ma lewma gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Miwekîlê me li navenda paşveşandinê nikare mafê xwe yê tenduristiyê baş bi kar bîne. Dema biryara dersînorkirinê û ya çavdêriya îdarî li gorî çarçoveya biryarên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û DMME’yê tê nirxandin, tê dîtin ku gelek binpêkirinan di xwe de dihewîne. Ji ber sedemeke nerast, biryara çavdêriya îdarî hatiye dayîn. Bi vê biryara behsa xeberê re mafê ewlehî û azadiyê ya di çarçoveya xala 19’emîn a Destûra Bingehîn û xala 5’emîn a PMME’yê ye. Çalakiya ku weke hinceta sepandina biryarê hatiye nîşandan 30 sal berê hatiye kirin lewma divê mijara demborînê esas were girtin. Her wiha bi vê biryarê re biryara îdare û dadgeheke din tune hatiye hesibandin. Lewma em dixwazin ev biryar were betalkirin.” 
 

Sernavên din

10/09/2023
21:42 NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan li dar xist
21:23 Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir
20:05 Di maça Amedsporê de 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Gulçîn Îsbert li Almanyayê jiyana xwe ji dest da
18:05 Bafil Talabanî çû Îranê
16:44 Ji bo Çelîk û Ûzûn şîn hate danîn
16:39 Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi HSD’ê re meşiya
16:05 Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin
15:35 Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlanço eşkere kir: 53 çete hatin kuştin
14:41 Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
14:36 Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
14:28 Li Stenbolê jinek hate revandin
12:39 Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’
12:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket
12:22 Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin
11:54 Bul ê tehliye bûyî: Ji bo qeyûm were tayînkirin hatim girtin
10:45 Akin: Vebijêrka me Rêya Sêyemîn e
Uçar: Pisûlaya me paradîgmaya HDP’ê ye
10:40 Li Kocaeliyê 13 kes hatin binçavkirin
10:38 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê derket 2 hezar û 12 kesan
10:37 Ajokarê xerac nedayî OSO’yê hate derbkirin û gef lê hatin xwarin
10:23 Bulut: Nêzikatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan polîtîkaya şerê taybet e
09:58 Rêya di navbera Şirnex-Wanê de ev 11 sal in nehatiye xelaskirin
09:25 Dê komploya navdewletî li Cenevreyê bê protestokirin
09:14 Jinên rojhilatî di salvegera serhildanê de dadikevin qadan
09:13 Dê danişîna doza Mizrakli sibê bê lidarxistin
09:12 Qedexeya fiîlî ya li gundê Bilbêsê di roja 45’an de didome
09:10 'Jiyana girtiyan di xetereyê de ye'
09:08 Ji ber HDP'î ye ji kar hat derxistin
09:06 Qeyûm MARSÛ di nava deynan de hişt: Deynê wê bi ser 2 milyar TL'yî ket
09:04 Wek 'Parka Xweza û Neteweyî' îlan kiribûn, lê dar lê nehiştin!
09:02 Hejmara cenazeyên li Goristana Bêkesan a Şirnexê bû 21
09:01 Girtiyê xwînê vedireşe sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’YAN
09/09/2023
21:41 Rêveberên Enstîtuya Kurd a Roznewbarê hatin girtin
21:00 Festîvala Çanda Kurd bi dawî bû: Ji bo statu û azadiyê bi hemû hêza xwe seferber bibin!
16:53 MED TUHAD FED: Bila îşkence û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe
16:07 Bi girseyî serdana şîna Haci Alî Yîgît hate kirin
15:37 Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana gora Peyam Demîr kir
15:23 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
15:23 Li gelek bajaran protesto: Çalakiya Dayikên Şemiyê ne sûc e
14:53 Ji bo girtiyê nexweş ku li benda neqla gurcikê ye banga berdanê
14:47 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir
14:17 Malbata Înan bi girseyî hat ziyaretkirin: Divê em van kirinan bikin sedemê qiyametê
13:51 Parêzer bi jinên girtî re hevdîtin kir: Hê jî şopên îşkence li ser laşê wan hebûn
13:32 ‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’
13:28 Li Amed û Êlihê li faîlên salên 90’î hat pirsîn
12:54 Kamyon kete nav merasîma cenaze: 5 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:49 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
12:24 Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin: Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin
11:56 Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin
11:37 Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye
11:18 Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin
11:05 Li atolyeya tekstîlê şewat derket
10:46 Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
09:27 Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'YAN
08/09/2023
19:52 Girtiyê nexweş Ozalp 35 roj in tê dermankirin
19:44 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hat binçavkirin
18:59 2 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:54 Li Girtîgeha Panosê 3 jin bi saetan rastî îşkenceyê hatin
16:47 Li Wanê du kes hatin binçavkirin
16:45 Cenazeyên Akdenîz û Koç hatin definkirin
16:22 Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 10 kes hatin binçavkirin
16:05 44 roj in heman bersivê didin Malbata Şenyaşar: Wezîr nîne!
15:28 Li dijî biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman îtîraz hate kirin
15:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê lidarxistin
14:17 Onder ji şandeya Doza Kobanê re got: Hûn nikarin min bidarizînin
14:11 ‘Dest ji xeletiyên li ser sûr û Baxçeyên Hewselê berdin’
12:44 Yuksekdag û Kişanak peyam şandin: Îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinan e
12:07 Kampanya veguhestin Çûkûrovayê: Li dijî tiryakê bibe barîkat
11:52 Girtiyê cezayê muebbetê lê hatiye birîn di statûya ‘muebbeta giran’ de tê ragirtin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Êrişa berfireh a li dijî gundên Minbicê hate têkbirin
10:49 Konferansa jinan dest pê kir: Dem dema mezinkirina têkoşîna serdema nû ye
10:31 ‘Dîmenên heyî nîşan didin bê ka dewletê ji bo DAIŞ’ê çi derfet pêşkeş kirine’
10:27 Qala Yilmaz Guney kir: Huner bi daxwazên gel re kir yek
09:38 Ji malbata ku parêzvanê dozger re şer kiribû 6 kes hatin girtin
09:22 Cezayê Ozgun hate betalkirin: Lîstika dînîtiyê bi raporê vala hate derxistin
09:09 Tînaş: Girtiyê nexweş Fevzî Arslan bi mirinê re rû bi rû ye
09:05 Ji Çetînkayayê ku înfaza wî 9 caran hatiye şewitandin banga hestiyariyê
09:04 Qeydên kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin
09:04 ‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'
09:03 Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî
09:02 Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:01 Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:49 Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin
08:28 Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin
08:16 Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin
07/09/2023
23:43 Krîzê li dilê Hevşaredarê Îdirê Yilmaz ê girtî xist
23:38 Li Wanê kesek hat binçavkirin
23:35 Gumuştaş û Ûçar hatin berdan
18:08 Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin
18:01 Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê