AMED - Li atolyeyeke tekstîlê ya li Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rêzanê şewat derket.
Li atolyeyeke tekstîlê ya li ser Cadeya Cengîzler a li Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezan a Amedê şewat derket. Piştî şewata di saetên serê sibê de derket û sedemê wê nehate zanîn li atölyeye teqîn pêk hat.
Avahiya ku şewat lê derket hate valakirin. Di encama mudaxilekirina tîmên agirkujiyê şewat hate kontrolkirin.