AMED - Bi ser teqîna Koşuyoluyê re 17 sal derbas bûn ku 7 jê zarok bi giştî 10 kes hatibûn qetilkirin. Cîgira Seroka Giştî ya ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman diyar kir ku ceza li bersûcan hatiye birîn lê bûyer baş nehatiye ronîkirin.
Di 12’ê Îlona sala 2006’an de li Parka Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê bombeyeke di termosekê de hatibû bicihkirin hat teqandin. Di teqînê de 7 jê zarok bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi ser teqînê re 17 sal derbas bûn. Di êrişê de Şîlan (6 mehî), Zîlan (8), Evîn (10), Mizgîn (12) û dayika wan Faîde Demîr (35), Abdullah (6 mehî), Nazlican (4) û Nazar Çetînkaya (2) ku xwişk û birayên hev bûn, Hasan Marangoz (14) û Rojhilat Aslan (28) jiyana xwe ji dest dan. 17 kes jî bi giranî birîndar bûn. Di êrişê de Bariş Demîr ê 5 salî, Maîde Çetînkaya û Alî Haydar Kaplan lingên xwe û Emîne Yetîşecek jî destê xwe yê çepê winda kir.
‘SERPEL AHMET ŞENTURK BOMBE DA ME’
Demekî kin piştre Tûgaya Tolhildanê ya Tirk (TÎT) komkujî li xwe girt. Piştî komkujiyê efser Hîkmet Topal, Burhan Guneş û Mûrat Ekîn hatin girtin. Hîkmet Topal di îfadeya xwe ya ewil de diyar kir ku Efser Ahmet Şenturk ku dema li Gemlîk a Bursayê leşkerî dikir nas kiribû bombe daye wî. Topal, destnîşan kir ku bi rêya efser Şenturk ji bo destûrê hatiye Amedê û li vir bi binefser Sedat re hatiye naskirin û bombeya ji binefser wergirtî jî li Koşuyoluyê bicih kiriye û teqandiye. Di îfadeya xwe de ev tişt anî ziman: “Li dijî teqînên li Rojava me jî weke mîsîlleme ev teqîn pêk anî.” Topal, ev îfadeyê xwe di 24’ê adara 2007’an de li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê di hizûra Serdozgerê Komarê Îsmaîl Aksoy û parêzer Mehmet Îhsan Aytekîn da ku ji hêla Baroya Amedê ve hatibû tayînkirin.
NAVÊN KU DABÛN NEHATIN LÊKOLÎNKIRIN
Topal yek bi yek navên hemû kesên di bûyerê de cih girtin da û di dema darizandina li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de ji vî îfadeyê xwe lêve bû. Parêzerên mexdûran jî xwestin navên ku Topal dabûn bên lêkolînkirin lê ev daxwaz di her danişînê de hate redkirin. Di encama darizandinê de bi sedema “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê”, “Bi qesdî, bi plankirî û bi rêya bombeyê kuştina mirovan” û “Madeyên teqemeniyê li cem xwe girtine” li Hîkmet Topal û Burhan Guneş 11 caran cezayê muebbeta giran û 216 sal cezayê hefsê hate birîn.
Bi sedema “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” û “Madeyên teqemeniyê li cem xwe girtiye” li bersûc Mûrat Ekîn jî 12 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.
Cîgira Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Rehşan Bataray Saman ku piştgiriya hiqûqî da mexdûran û doz şopand, diyar kir ku bi ser komkujiyê re 17 sal derbas bûne lê weke parastvanên mafên mirovan her sal vê komkujiyê bi bîr tînin. Bataray, wiha domand: “Hem awayê qewimîna bûyerê, hem mexdûriyetên mezin ên di bûyerê de qewimîn, hem pêvajoya darizandinê û hem jî helwesta darazê ji bo me parastvanên mafên mirovan pir girîng e.”
‘BÛYER BAŞ NEHAT RONÎKIRIN’
Bi domdarî Bataray got ku hemû pêvajoyên dozê şopandine û ev tişt anî ziman: “Hêj ji kêliya ewil a binçavkirina bersûcan re derhiqûqtî dest pê kirin. Hewldaneke wan a ji bo piştperdeya planê nebû. Piştre jî daxwazên me yên ji bo lêkolînkirina piştperdeya planê hatin redkirin. Lêpirsîn û teqîbat nehat berfirehkirin. Vê jî pirsa ‘gelo hewl didin berpirsyarên wan veşêrin û piştperdeya wê dernekeve holê?’ di serê me de çêkir. Ceza hatin dayîn lê bûyer baş nehat ronîkirin. Di dema qewimîna bûyerê de ‘Bûyerên 28’ê Adarê’ ku xwepêşandanên girseyî dihatin lidarxistin hebûn. Wê demê bi dehan kesan ji ber tundiya dewletê jiyana xwe ji dest dan. Teqîna li Koşuyoluyê jî çendek meh piştî Bûyerên 28’ê Adarê çêbû. Serdemeke wisa bû ku tundî zêde bû û bi destê saziyên dewletê dihat kirin.”
‘PIŞTRAST BÛN KU DÊ NEYÊN CEZAKIRIN’
Di berdewamê de Bataray destnîşan kir ku li şûna polîtîkayên aştiyê pêş dixin, polîtîkaya tundiyê di meriyetê de bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê jî rê li ber van bûyeran vedikir. Sedema vê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd bû. Tundî û zext pir zêde bû. Divê polîtîkaya ewlekariyê ya azadiyan bisînor dikin bi dawî bibin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Sedema qewimîna van bûyeran, polîtîkaya necezakirinê ye. Dema kesên ev bûyer pêk anîn û kesên li pey wan piştrast bûn ku dê neyên cezakirin. Ev yek jî bi xwe re dubarekirina bûyeran tîne.”
‘JÎTEM ANÎ BÎRA ME’
Baratay, axaftina xwe wiha qedand: “Gumanên me heye ku ev bûyer bi destê hêzên kûr ve hate kirin. Şêweyî qewimîna bûyerê, helwesta hêzên ewlekariyê û darazê û îfadeyên bersûcan, JÎTEM anî bîra me. Lê mixabin mîna JÎTEM’ê, navberekê darizandin dest pê kirin lê piştre hemû ketin ber demborînê û biryarên neşopandinê hatin dayîn. Lê mixabin ev bûyer nehat lêkolînkirin û encamek jê dernexistin. Ji bo ev bûyer êdî neqewimin, divê bûyerên di salên 90’î de bên ronîkirin û berpirsyarên wan bên cezakirin. Hewceye parastvanên mafên mirovan û partiyên siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingeha xwe ji tundiyê digirin bi peywira xwe rabin.”