WAN - Kekê endama HPG’ê Mercan Erkol a li herêma Zozanên Şênê ya Amedê jiyana xwe ji dest da, Ercan Erkol, diyar kir ku 6 sal in nikare cenazeyê xwe bigirin, xwişka wî “ne bêkes e” û xwest cenaze bidin wan.
Cenazeyê endama HPG’ê Mercan Erkol (Berîtan Tolhildan) ku di 16’ê mijdara 2017’an de li herêma Zozanên Şênê ya di navbera navçeya Pasûra Amedê û Mûşê de di şer de jiyana xwe ji dest dabû, tevî hemû hewldanên malbatê jî nadin malbata wê. Ligel ku di 17’ê adara 2019’an aşkere bû ku Erkol jiyana xwe ji dest daye, bav Hesin Erkol, serî li Fermandariya Cendermeyan a Amedê da. Pişt re Erkol bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê kete nava hewldanan û ji bo testa DNA’yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê xwîn da. Fermandariya Cendermeyan a Bajêr, piştî 4 mehan li Erkol geriya û got ku dikarin bên cenaze wergirin. Li ser vê yekê Erkol ê ji Wanê çû Amedê, bi leşker û polîsan re çû Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê. Dozgeriyê bi hinceta 3 cenezayên ku di gora hate vekirin de ne diyarin ku aydê kê ne, biryar da ku gora hatibû vekirin dîsa bê girtin. Kekê Erkol, Ercan Erkol diyar kir ku ji bo cenazeyê xwişka xwe bigirin bi salane têdikoşin û wiha got: “Xwişka min ne bêkes e. Em naxwazin li goristana bêkesan bimîne.”
DAYÎNA CENAZE HATE ASTENGKIRIN
Erkol, da zanîn ku di dema vekirina gorê de dozgerî li polîsan geriya û ji kirariyan re bû asteng û wiha axivî: “Di dema me gor vekir de ji dozgeriyê agahî hat û gotin cenazeyi nikarin bidin. Dema me sedemê wê pirsî jî gotin ku ‘Hin belgeyên fermî hene ku bên çareserkirin. Piştî ku ew hatin çareserkirin dê cenaze radestî we bê kirin. Me jî got temam. Pişt re betlaneya 15’ê tîrmehê ket navberê. Dûre gelek caran me pirs kir me serî lê da lê daxwazên me bê encam man. Her carê hincetên cuda girtin. Herî dawî ji me re gotin ku ji ber cenazeyê wê perçe bûye divê ji bo testa DNA’yê careke din xwînê bidin.”
TESTA DNA’YÊ YA BI SALANE NAQEDE
Erkol, anî ziman ku bi salan e li bendê ne ku testa DNA’yê bi encam bibe û wiha berdewam kir: “Me weke malbatê bi awayekî kesayetî serlêdan kirin lê tu encam negirtin. Ev rewş li dijî malbatê veguherî îşkenceyeke sîstematîk. Ma di 6 salan de encama testa DNA’yê diyar nabe? Ne pêkane ku diyarkirina encameke DNA’yê evqas dirêj be. Tevî ku gelek caran çûn û hatin jî bêencam ma. Her tim bi heman hincetan em mijûlkirin. Te 3 cenaze xistine nava gorekê. Ev 6 sal in ev ji hev nehatine cudakirin? Welhasil me ji bo testa DNA’yê xwîn da. Divê ev êdî bihata çareserkirin lê em hêj li bendê ne.”
‘DIXWAZIN CENAZEYÊ XWE BIGIRIN’
Erkol, bi lêv kir ku ji bilî serlêdanên kesayetî li ser ÎHD’ê û saziyên din jî serlêdan kirine û wiha got: “Di her carê de bêencam dimîne. Êdî em dixwazin cenazeyê xwe bigirin. Hûn ê bi hestiyên zarokên vî xelkî çi bikin? Dê heta kengî vê îşkenceyê bikin? Şeytan jî destê xwe ji mirî dikişine lê hûn nasekinin. Hûn çima vê îşkenceyê li mirovan dikin? Qaşo em li welatekî misilman dijîn. Hestiyên miriyên me jî ji me re gelek dibînin.”
POLÎTÎKAYA ÇAVTIRSANDINÊ
Erkol, destnîşan kir ku bi cenazeyan li ser malbatan polîtîkaya çavtirsandinê tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev polîtîka dê bêencam bimînin. Weke di cenazeyê hevalê Yilmaz Ûzûn de dê ev polîtîka bêencam bimînin. Bi salane têkildarî cenazeyê me tiştek nema ku nekirine. Cûr bi cûr tiştan tînin serê cenazeyê me. Ji vî aliyî ve bi sernakevin. Beriya hevalê Yilmaz jî cenazeyê du hevalên din di nav qûtiyê de radestî malbatên wan kirin. Lê dîsa gel ji sekna xwe tavîz neda û xwedî li cenazeyê xwe derket. Ji ber vê yekê bêencam man, bi tu awayî bisernakevin.”
‘ÇI JI LAŞÊN ME DIXWAZIN?’
Erkol, êrişên li dijî cenazeyan şermezar kirin û wiha pê de çû: “Hûn çi ji laşê miroveke/kî jiyana xwe ji dest da dixwazin? Laş dê çi bike? Tu dixwazî wê tolê ji laşî bistînî lê dê bi vê yekê çi bidest bixî? Tu radibî hewl didî îşkenceyê li cenazeyekê bikî. Li ser cenaze hewl didin ji civakê tolê bistînin. Bi salane vê dikin lê tu tiştî bidestnaxin. Gel dîsa heman gel e. Gel dê xwedî li zarokên xwe û hestiyên zarokên xwe derkeve. Hiqûqeke dijminatiyê jî heye, Cenazeyên kesê di şer de jiyana xwe ji dest didin hatine teslîmkirin û şer disa berdewam kiriye. Li tu derê cîhanê ev bêhiqûqî û bêedaletî nîne.”
‘XWIŞKA MIN NE BÊKES E’
Erkol, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xwişka min ne bêkes e. Dê çima di goristana bêkesan de bimîne? Edetên me, kevneşopiyên me hene. Em weke malbat bi xwişka min serbilind in. Em ê xwişka xwe di goristana bêkesan de nehêlin. Bila vê bizanin ku zarokên vî gelî ne bêkes in. Xwediyê van zarokan, van mirovan hene. Veşartina van mirovan a di goristana bêkesan de ne çare ye. Bila desthilat êdî dest ji vê berde.”
MA / Bêrîvan Kûtlû