STENBOL - Parêzer Sezîn Uçar ku di bin çavan de hate derbkirin, ji ber çûna serdana miwekîlê xwe, bi bîr xistina mafê bêdengmayînê û hevdîtinên bi kesên “qeyda wan a sûc hene” hate sûcdarkirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) parêzer Ozlem Gumuştaş û endama Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Sezîn Uçar di 5’ê îlonê di çarçoveya lêpirsînekê de çûn Edliyeya Stenbolê. Gumuştaş û Uçar bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê. Gumuştaş û Uçar ku di 6’ê îlonê de li dijî hewldana wergirtina mînaka mû ya bi darê zorê derketin, ji hêla leşkeran ve hatin derbkirin.
Gumuştaş û Uçar di 7’ê îlonê de sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Parêzer Sezîn Uçar têkildarî pêvajoya binçavkirinê bi ajansa me re axivî.
MÎNAKA MÛ BI ÎŞKENCEYÊ WERGIRTIN
Uçar, da zanîn ku 2 rojan bi awayekî neheq di bin çavan de hatine ragirtin û wiha got: “Di dema binçavkirinê de bi darê zorê xwestin mînaka genotîpê wergirin. Vê hewldanê em zêde dan zorê. Me qebûl nekir mînaka xwînê bidin. Piştre bi darê zorê destên me ji pişt ve girtin û bi îşkenceyê mû girtin. Me ji ber vê yekê giliyê wan kir.”
XEBATÊN PARÊZERTIYÊ SÛC IN!
Bi domdarî Uçar destnîşan kir ku xebatên wê yên pîşeyî weke sûc hatine nirxandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mijara genotîpê ne mijareke hevcotkirinê ye. Ev sepan li dijî hiqûqê ye. Di serî de Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), li gorî mewzûatên neteweyî û navneteweyî mafê nedayîna delîlên eleyhe heye.”
SÛC: ÇÛNA SERDANA MIWEKÎLÊ XWE
Di berdewamê de Uçar got ku di dema îfadedayînê de pirsên têkildarî xebatên pîşeyî jê hatine kirin û wiha domand: “Weke mînak, bibîrxistina mafê bêdengmayînê. Parêzer ji bo miwekîlê/a xwe tişta baş a hiqûqî esas digire û berjewendiyên wî/wê diparêze. Tiştekî pir xwezayî ye ku em pêşniyara bêdengmayînê ji bo miwekîlên xwe yên di bin îşkenceyê de bikin. Nabe ku vê mijarê weke sûc nîşan bidin. Em çend caran çûne serdana miwekîlên xwe, rêwîtiya me ya balafirê ya bi kesên qeydên wan ên sûc hene yan jî qeydên me yên hotêlê yên bi kesên qeydên wan ên sûc hene re weke sûc hatine nîşandan. Lê mafê wan nîne. Em parêzer in. Tişta herî xwezayî ye ku bi kesên derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin an jî tên darizandin re hevdîtinê bikin.”
POLÎTÎKAYÊN BÊZARKIRIN Û TÊKBIRINÊ
Parêzer Uçar, operasyona li dijî wan hatiye kirin weke encama zexta îktîdarê ya li ser parêzer û civakê nirxand û wiha got: “Em parêzerên bindestan e. Weke parêzer em dozên girtiyên siyasî û sendîkayê dişopînin. Ev yek jî îktîdarê aciz dike. Dixwazin bi rehetî îşkenceyê bikin. Dixwazin ku tu kes xwedî li kesên ji ber çalakiyan hatine binçavkirin dernekeve, kesek nebe parêzerên wan an jî kesek neçe serdana wan. Hem li Îmraliyê hem jî li girtîgehên din tecrîdeke giran heye û ji bo rakirina vê tecrîdê serlêdanên me hene. Em têkoşîneke hiqûqî dimeşînin. Di esasê xwe de hewl didin pêşî li ber van hewldanan bigirin. Ev zext, parçeyeke polîtîkayên bêzarkirinê ye.”
BERTEKA LI DIJÎ BAROYA STENBOLÊ Û TBB’Ê
Uçar, diyar kir ku Baroya Stenbolê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) êrişên li dijî parêzeran jinedîtî ve tê û wiha bertek nîşan da: “Ev êriş li dijî pîşeya parêzertiyê tên kirin. Hewceya Baroya Stenbolê û TTB jî bi vê zanebûnê bersivê bidin. Lê em dikarin bibêjin ku pratîka wan a heta niha gelek qels e. Heke xebatên me îro weke sûc werin nîşandan, di vê nêzîkatiyê de para bêdengiya TBB û baroyan jî heye. Ji vir û şûnde qet nebe bila li dijî êrişên din xwedî helwestekî çalak bin. Mixabin ka emniyet, cendirme û dozger xebatên me çawa krîmînalîze bikin, Baroya Stenbolê û TBB jî di nava heman hewldanan de ye. Weke EHB’ê em di demên berê de jî rastî heman êrişan hatin. Lê çi dibe bila bibe em ê dev ji parêzertiya bindestan bernedin.”
MA / Rûkiye Adiguzel