AMED - Nivîskar û akademîsyen Dilawer Zeraq ku di “Kargeha Nivîskariya Afirîner” de dê bi pêşengiya MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd bê lidarxistin de dersdar e, bal kişand ser derengmayîna vê kargehê û got ku ev kargeh ji aliyê hunera nivîskî û guherîna feraseta nivîskariya kurdî ve xebateke gelekî kêrhatî ye.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Wêjekarên Kurd, di serdema nû de bi çalakiyên cihêreng wê xebatan li ser ziman û wêjeya kurdî bikin. Bi kargeh û projeyên xwe hişmendiya zimanê kurdî didin avakirin û wêjeya kurdî ya her ku diçe dewlemendtir dibe, çalaktir dikin. Her wiha komeleyan armanca vê kargeha bi navê “Kargeha Nivîskariya Afirîner” jî weke “perspektîfeke berfireh û hişfireh, konteksta neteweyî” dinirxînin û ji hînkirina nivîskariyê zêdetir, kartêkerî û veguherkariya wêjeyê dide ser rêya xwe.
KARGEH DÊ LI 4 BAJARAN BÊ LIDARXISTIN
Kargeha ku dê 6 hefteyan bidome, bi 30 kesan ve were birêvebirin. Heke serlêdar ji 30 kesan zêdetir be, dê kesên din ji bo kargeha duyemîn bên tomarkirin. Kargeh wê rojên dawiya hefteyê û du saet bi beşdariya nivîskarekî/ê bê lidarxistin û ji dersên diyarkirî yek jê dê online be û yên din jî dê rûbirû bin. Kargeh dê bi zaravaya kurmancî be û kesên tev li kargehê dibin jî divê di warê nivîsandin û xwendina bi kurdî de serwext bin. Kargeha "Nivîskariya Afirîner" a yekem dê li Amedê bê lidarxistin. Paşê dê bê navber bi dorê li Êlih, Mêrdîn û Wanê bê lidarxistin. Dê di dawiya kargehê de "belgeya beşdarbûyînê" bê dayîn û kesên ku du hefteyan beşdarî kargehê nebin, dê nikaribin "belgeya beşdarbûyînê" werbigirin.
‘JI BO GUHERÎNA FERASETA NIVÎSKARIYA KURDÎ KARGEHEKE KÊRHATÎ YE’
Nivîskar û akademisyen Dr. Dilawer Zeraq ku ew jî dersdarekî kargehê ye, di derheqê kargehê de axivî û destnîşan kir ku komeleyan wî pêşniyazî vê xebatê kirine û ji ber ku kargehekî gelekî direngmayî ye wî jî bi kêfxweşî qebûl kiriye. Zeraq ji bo sedema derengmayînê jî got ku wêjeya kurdî ji ber ku çalakiyeke zimanî û civakî ye û ne tenê di roja îroyîn de, di heman demê de di rojên paş û rojên pêş de jî bîrekî civakê çêdike. Zeraq wiha got: “Ji ber vê yekê jî, ji aliyê hunera nivîskî û guherîna feraseta nivîskariya kurdî ve xebateke gelekî kêrhatî ye.”
‘ARMANC NE GIHANDINA NIVÎSKARAN E’
Zeraq bal kişand ser rewşa zimanê kurdî û bi taybetî jî zaraveyên kurmancî û zazakî yên li bakurê Kurdistanê û got ku kurd ji derdorên xwe kurdî hîn dibin û ev kurdî têra nivîsandina tiştekî dike. Zeraq diyar kir ku lê nivîskarî û nivîsîn beriya her tiştî xwendineke xurt dixwaze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê jî ji bo vê xwendina xurt, ji bo çêkirina vê banek û dîsiplîna xwendinê, kargehên bi vî rengî gelekî kêr hatî ne. Ji xwe komeleyan bi xwe jî di daxuyandina xwe de gotine ‘Armanca me ne ew e ku em nivîskaran bigihîjînin’. Ev pir baş e. Ji xwe di kargehên bi vî rengî de armanc ne ew e ku wekî fabrîkayekê nivîskaran bigihîjînin. Armanc ji xwe ew e ku hayjêbûnek di der heqê xwendin û nivîsînê de çêbibe da ku hin ezmûne û tecrubeyên kesaneyî, hin vegotinên ku êdî ji vê çîrokîbûna gelêrî jî dûr ketiye, di wêjeya kurdî de pêk werin.”
‘ÇALAKIYEKE GELEKÎ BAŞ E’
Zeraq da zanîn ku di wêjeya kurdî de çi kêm û çi zêde hin kewarek jî çêdibe. Zeraq destnîşan kir ku berhemên ji nav kewarê bê derxistin gelekî kêm in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di roja îroyîn de bêyî ku ez ferqiyetê bêxim navê, ya min û gelek nivîskaran jî di nav de, dibe ku di vê kewara wêjeyê de gelek berhem hebin ku yên avêtine bin. Dibe ku gelek berhem hebin ku bi ser bêjingê ketibin û li bin bêjingê ketibin. Ji bo zanîna vê yekê kargehên bi vî rengî ku komeleya nivîskaran û komeleya ziman a MED-DER’ê çêdikin, gelekî kêrhatî ye û çalakiyeke gelekî baş e.”
MA / Bazîd Evren