AMED - Lêkolîner û nivîskar Erdogan Aydin ê rapora 2022'yan a YE'yê ya Tirkiyeyê nirxand, diyar kir ku divê li herêmê çareserî pêk were û got, "Heke çareserî pêk were, kurd û tirk wê rehet bibin."
Her sal Komara Tirkiyeyê, tevî pirsgirêka kurd, polîtîkayên şer û krîza aborî jî, ji bo ketina nava Yekitiya Ewropayê (YE) serî li Parlementoya Ewropayê dide. Di rapora Tirkiyeyê ya sala 2022'yan de ku di 15'ê îlonê de ji aliyê Parlamentoya Ewropayê (PE) ve hat nîqaşkirin û qebûlkirin, hebûna wê ya li Rojava weke "Dagirkeriya derqanûnî" hat dîtin. Di raporê de bal kişandin ser fikarên pirsgirêka kurd û ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê bang hat kirin. Êrîşên SÎHA’yên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava jî di nava rexneyan de bûn.
Lêkolîner, nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Erdogan Aydin geşedanên dawî, rapora YE'yê û polîtîkayên Tirkiyeyê nirxand.
‘ARMANC JI HOLÊ RAKIRINA DERFETÊN SAZÎBÛYÎNÊ YE’
Aydin, destnîşan kir ku armanca realîst a êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku li herêmên ku kurd lê dijîn derfetên sazîbûyînê ji holê rabike û got ku hemû axaftin ji derveyî vê yekê veşartina vê rastiyê ye. Aydin, anî ziman ku ev polîtîkayên ewlekarî û destwerdanê yên bi armanca "Kurd bila nebin" ne tenê mafên kurdan ên ji hiqûqa gerdûnî pêk tên asteng dike, di heman demê de demokratîkbûna hundirîn a Tirkiyeyê ya ku polîtîkayên bi vî rengî dişopîne jî nepêkan dike. Aydin, bi domdarî wiha got: “Ev mudaxaleyên sîstematîk ên li ser tunehesibandina mafên kurdan yên heyî, Tirkiyeyê jî, ber bi krîza aborî, feqîrbûn û hwd. ve dibe. Bi nêzîkatiyeke realîst, bi wijdanî û hiqûqî, kurd mafê xwe yê hebûnê li hemû xaka ku lê dijîn bi kar bînin, bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin û ji aliyê nûnerên xwe ve bên birêvebirin mafekî xwezayî ye.”
‘DIVÊ TIRKIYE LEŞKERÊN XWE JI SÛRIYEYÊ VEKIŞE’
Aydin, daxwaza Tirkiyê ya ji bo hevdîtina bi Beşar Esed re weke pêngaveke ji bo rizgarkirina rewşê nirxand û diyar kir ku mejiyê bêlavbûnê û neoosmanîst ku îro li Tirkiyê serdest e, armanc dike ku li wir serwer bibe û heke bikaribe desthilata Esed ji holê rake. Aydin, diyar kir ku daxwaza Sûriyeyê ya vekişandina leşkerên Tirkiyê ji axa Sûriyê wek şert û merc ji bo danûstandinan sedemeke rewa, xwezayî ye û wiha got: “Helbet divê Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyê û Iraqê vekişîne û di zûtirîn demê de bi nûnerên rewa û gel jêgirtî re danûstandinê bike. Ev diyalog dê aştiyê bîne herêmê, aştiyê bîne Sûriyeyê û krîza aborî ya li Tirkiyeyê di zûtirîn demê de derbas bibe. Wê demokratîkbûna Tirkiyeyê misoger bike. Lewma dema em bi vê perspektîfê lê dinêrin, guhertina danûstandinan bi Esed re, ku duh hewla rûxandina wî hatibû dayîn, gaveke baş e, lê pêwîstiyên vê gavê divê bên kirin. Pêdiviya vê yekê jî vekişîna leşkeran e.”
‘RÊ LI BER AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN DIGIRE’
Aydin, hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ku di raporê de weke "dagirkeriya derqanûnî" hatiye dîtin jî nirxand û diyar kir ku ev polîtîka nîşaneya wê ye ku ji aliyê hemû saziyên cîhanê ve nayê qebûlkirin. Aydin, da zanîn ku ev rapor raporên derengmayî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye niha ji bo çareseriya pirsgirêka penaberan a Dewletên Rojava rola cendirmeyê dilîze. Lewma tevî bicih neanîna biryarên AÎHM’ê yên Tirkiyeyê jî bê ceza tên hiştin. Ev yek biryarên Konseya Ewlekariyê binpê dike. Ev tişt rê li ber aştiya Rojhilata Navîn jî digire. Ji ber vê yekê rapora YE'yê raporeke rewa ye û encameke xwezayî ya hevsengiya navneteweyî ya heyî ye. Rapor vekişîna tavilê ya leşkerên tirk û lihevkirina hemû aktorên herêmê li pêşberî çavdêrên navneteweyî di bin şert û mercên wekhev de ye. Ev yek dê bandorê li ser pirsgirêka kurd, Sûriye-Tirkiyeyê û krîza li Tirkiyeyê jî bike. Dê hemû aktorên herêmê û Tirkiyeyê rehet bike. Divê tiştên pêwîst bên kirin.”
‘TIRK Û KURD DÊ REHET BIBIN’
Aydin, anî ziman ku çareserî ew e ku muxatabên pirsgirêkên civakî yên heyî bi hev re rû bi rû bimînin û bipirsin, "Em çima şer dikin, çima gulebaran dikin?" Aydin, diyar kir ku ev rewş pêdiviya hiqûq, wijdan û exlaqê ye û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka tirkekî li Qibrisê tê jiyîn dibe pirsgirêka me, pirsgirêka tirkan a li Bulgarîstanê dibe pirsgirêka me, lê çima pirsgirêkên kurdan ên ku herî kêm ji nîviya welatiyên me pêk tên û pirsgirêkên wan yên li Sûriye û Iraqê jî nabe pirsgirêka me ya em bi edaletê çareser bikin? Ji ber vê yekê divê pirsgirêka tirkan bi pirsgirêka kurd re çareser bibe. Ev jî dê hem kurdan hem jî tirkan rehet bike. Demokrasî dê were Tirkiyeyê, krîza aborî û nakokiya di navbera birayan de dê ji holê rabe. Divê kesên herî bi hêz vê yekê pêk bînin. Yên ku Tirkiyeyê îdare dikin divê di zûtirîn dem de vê pirsgirêkê çareser bikin. Divê gava yekem her dem ji hêla hêzdar ve were. Heke em rêbazê biguherînin çareserî pir hêsan e. Ger ku em rêbazê biguherînin dê Tirkiye rehet bibe, herêm dê rehet bibe, tirk û kurd jî rehet bibin. Niha pir hewcedariya me bi vê yekê heye.”
‘EM DIBIN QADÊN METÎNGERIYÊ’
Aydin, destnîşan kir ku rêya çareseriyê bi wekheviya maf û hiqûqê re derbas dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çareserî ji gotineke pîroz a aştiyê tê. Çareserî, bi qebûlkirina tişta ku em ji bo xwe dixwazin mafê kesên din jî ye derdikeve. Divê welatiyê tirk bifikire, 'Çima Kurd jî xwedî heman mafê ku ez bi kar tînim nînin.' Çareserî ewqas hêsan e. Divê çareserî demildest be. Her ku em dirizin, em dibin lîstika emperyalîstan, hêzên mezin, hêzên sermayeyê. Em dibin qadên metîngeriyê. Pêwîste ev welat di zûtirîn demê de bê asta çareseriyê."
MA / Bazîd Evren - Mujdat Can