ŞIRNEX - Li Cizîrê jinên ku bi salan e debara xwe bi zebze û fêkiyên ku li baxçeyên xwe diçînin dikin û nikarin debara xwe bikin, wiha bertek nîşanî polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP'ê dan: "Pereyê vî gelî hemû da fîşekan û li van çol û çiyayan direşîne."
Li Tirkiyeyê her ku şer kûr dibe, krîza aborî jî kûr dibe. Ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê heta niha gelek esnafan derabeyên xwe danîne. Polîtîkaya şer a li ser gelan tê ferzkirin krîzeke giran bi xwe re tîne. Gel êdî nikare pêdiviyên xwe yên herî serek jî dabîn bike. Aloziyên piralî yên AKP'ê bandoreke neyînî li ser her qadên jiyanê dikin. Li gel bihabûna fiyetên xurek û amûran jî êdî pêdiviyên herî sereke nikarin peyda wbikin û li welat xizanî jî her diçe zêdetir dibe. Yê ku herî zêde ji aloziya aborî neyî bandor dibin jî jin in.
Jinên ku bi saetan kedê didin, heqê keda wan bi dest wan nakeve. Li navçeya Cizîr ya Şirnexê jinên ku her roj serê sibê ji gundan berê xwe didin navçeyê mastê çêdikin û fêkî, zebze û giyayên ku li baxçeyên xwe kom dikin tînin difiroşin, para xwe ji aloziya aborî girtin. Li navçeya ku germahî digihêje 45 pileyan jin ji bo firotina zebze, fêkî û mast bi saetan di bin tavê de disekinin. Jinên ku bi vî awayî debara xwe dikin, cihê ku ew zebze û fêkî difiroşin jî ji aliyê şaredariya ku ji aliyê qeyûm ve bi tê rêveberin, hatiye tengkirin.
Jinên ku bi salan e bi firotina zebze û fêkîyê ku di baxçeyên xwe de diçînin û hewl didin bi wan debara xwe bikin, bertek nîşanî polîtîkayên şer ê desthilatdariya AKP-MHP'ê dan.
'EZ ANCAX DIKARIM QASEYEK BACAN BIKIRIM'
Dayika ku nexwest navê wê bê diyarkirin desthilatdariya anî ziman ku AKP-MHP'ê pereyê gel ji şer re xerc dike û wiha axivî: "Dinya bûye krîz. Em xîzanin, em bi zorê debara xwe dikin. Her roj dolar bilind dibe. Aliyekî DAIŞ êrîşî me dike, aliyekî cerdevan, aliyekî jî yên din êrîşî me dikin. Em çi bikin xwe bikujin? Tiştek ji destê me nayê. Dinya bûye krîz em nikarin nanekî bikirin bixwîn. Sed gram nan bûye 7 lîre. Ez encax dikarim qaseyek bacan ji zarokên xwe re bikirim.Heke ku ev şer nebûya alozî jî nedibû. Zarokên me nikarin heqê telefonên xwe bidin. Her tişt bihakirin nayê kirîn. Yê aliyekî Helebê dide, aliyekî Musulê dide, aliyekî Rojava dide. Pere ji gel distîne û dide cerdevanên xwe. Heta êvarê em li virin heta ku em çend qirûş pere ji zarokên xwe re kom dikin. Êdî hema mesele bûye derbaskirina rojê. Ma ev ê çiqasî bîne serê me, ma êdî ne bese? Kesên xîzan nikarin debara xwe bikin."
'BI SED LÎREYAN NIKARIN DU KÎLO FIRINGÎ BIKIRÎN'
Ji jinan Makbûle Ornek (63) jî bertek nîşanî polîtîkayên şer dan û diyar kir ku ew nikarin êdî debara zarokên xwe bikin û got: "Em her roj seatên serê sibehê yê zû berê xwe didin Cizîrê. Em debara xwe bi vî karî dikin. Lêbelê karê me ne weke berê ye. Fêkîyê ku em li vir difiroşin û yê ku di dikanan de tê firotin cudahiyeke mezin di navbera fiyetên wan de heye. Fêkî û zebzeyê ku em difiroşin erzan tê firotin. Ez heta seatên nîvro li vir im. Niha li Tirkiyeyê aloziya aborî heye. Erdogan dibêje,' alozî nine' heke ku alozî nebe çima her tiştek evqas biha bûye? Mazotê biha dike, her tiştekî zem dike êdî kesek nikare debara xwe bike. Berê me sed lîre tînan sûkê me têra xwe tişt distandin. Niha bi sed lîreyan mirov nikare du kîlo firingî bikire. Ez niha nikarim kîloyek goşt bikirim. Heke ku ev şer sekinîba ev alozî jî nedibû."
'BÛDÇEYA GEL JI ŞER RE XERC DIKE'
Hediye Ugur (65) jî anî ziman ku ew bi saetan li ber tavê dixebitin, lê belê heqê destê xwe nastinin û ev tişt gotin: "Ez her roj ji gundê Bafê yê Hezexê têm Cizîrê. Serê sibehê seat 6'an li vir in. Em pir diwestin. Tişt gelek bihabû ye, dinya bûye krîz. Ez li vir bîberan, bacanan, mast difiroşim. Ev dewlete neheqiyê li me dike. Tiştan giran dike û gel nafikire. Tenê berjewendiyên xwe yên şexsî difikire. Xwedê rihê me tengiyê de ye. Ji her derê me gulebaran dike. Ji ber vê zordestiyê û aloziyê herkes berê xwe dide Ewrupayê. Ez li vir mast didim 80'an. Lê di marketan de giran tê firotin. Kîloyek mast 80'an didin lê em erzan didin. Tiştê dewletê bihaye lê yê me ne bihaye.Bûdçeya gel bi şer û guleyan xerc dikin, gelê xwe nêçar dihêle. Zilmê li me dike. Pereyê vî gelî hemû da fîşekan û van çol û çiyayan reşîne. Çareserî aşiti ye. Daxwaza me ew e ku ev şer bê sekinandin da ku ev alozî xelas bibe. Em şer û zilm naxwazin."
'PEREYÊ MIN HEMÛ 270 LÎRE BÛN'
Ji jinan Ayşe Tek (55) jî got ku cihê ku lê firotinê dikin jî ji aliyê qeyûm ve hatiye tengkirin û got: "Ev derebe danîne ber me, em nikarin kar bikin. Ma ferqa vir û girtîgehê heye? Rewşa me ev e. Ez li vir giya difiroşim, mast difiroşim. Em êdî nikarin debara xwe bikin. Min niha kîloyek goşt kirî bihayê 270'ê lîra ye. Pereyê min hemû ew bû. Em dixwazin ku ev aloziya aborî bi dawî bibe."
MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş