MEREŞ - Welatiyên ku bi pêşengtiya Tevgera Jinûve û di Cih de Avakirina Jiyanê vegeriyan gundên xwe, bi hezaran dar çandin û ji bo ciwan vegerin qadên hilberînê diafirînin.
Gelek kesên piştî Komkujiya Mereşê ji xaka koçber bûn û bi pêşengtiya “Tevgera Jinûve û di Cih de Avakirina Jiyanê” vegeriyan xaka xwe, dest bi avakirina jiyana nû kirin. Yek ji kesên vegeriyayîn û pêşengtiyê ji tevgerê re dike jî Ahmet Guden (58) e. Guden, ji ber sedemên aboriyê di sala 1985’an de ji gundê Axtil ê navçeya Elbistan a Mereşê koçî Stenbolê bûye.
Guden, di sala 2019’an de ji bo paratina bawerî, ziman û çanda xwe biryar da ku vegere gundê xwe. Guden û hevalên pê re, ji bo vegerê “Tevgera Jinûve û di Cih de Avakirina Jiyanê” ava kirin. Gelek kes bi pêşengtiya tevgerê vegeriyan gundê xwe û dest bi çandinî û sewalkariyê kirin. Guden û hevalên xwe, li rexekî li dijî pişaftinê û li hêla din jî li deşta Elbistanê dest bi çandina daran kirin.
Li Elbistanê şêniyên 12 gundan û li Meletiyê jî şêniyên 4 gundan bi pêşengtiya tevgerê vegeriyan. Di nava 4 salan de li deverên behsa xeberê zêdetirî 200 hezar dar hatin çandin. Îro jî gelek dilxwazên tevgerê hene. Yek ji damezirîner û dilxwazên tevgerê Ahmet Guden, qala têkoşîna xwe ya 4 salan kir.
EM Ê KENGÎ VEGERIN MALÊ?
Guden, got ku dema koçî Stenbolê kirin her tim pirsa “Em ê kengî vegerin mala xwe?” dikir û wiha got: “Birayê min ê li Ewropayê dijiya digot; ‘were em bi hev re vegerin gundê xwe.’ Me û nasên xwe biryareke wiha dan. Dema em ketin rê me got; ‘em ê nehêlin ku gundên me tenê cihên serdanên turbeyan bin. Em ê jiyanê jinûve lê ava bikin.’ Beriya xak, ziman û baweriyê nedibû. Ji ber ku heke mirov li ser xaka xwe nebe, mirov nikare zimanê xwe biparêze û baweriya te ya bi jiyanê namîne. Di demên berê de li Elbistanê koçberiyên bi zorê çêbûn. Xelkê, ji ber sedemên siyasî û aborî ji vir bar kirin. Di Komkujiya Mereşê de kurdên elewî hatin qetilkirin. Piraniya gel piştî komkujiyê koç kir.”
'HAFIZEYA ME LI SER VÊ XAKÊ TEŞE GIRT’
Bi domdarî Guden anî ziman ku ji roja tevgera xwe ava kirin heta niha xelkê gundan vedigerin malên xwe û wiha domand: “Di esasê xwe di sala 2019’an de tişta mirov gazî vê derê kirî, ev xak bi xwe bû. Qêrîna vê xakê bû. Ji zarokatiyê heta niha tekane xeyala min ew bû ku vegerim xaka xwe. Hafizeya me tevan li ser vê xakê teşe girt. Lewma min dev ji xaka xwe berneda. Banga me bêbersiv nema û gelek kes ji bo şînkirina van deveran vegeriyan.”
BANG LI YÊN DERVE KIR
Di berdewamê de Guden bi lêv kir ku ji bo vegeran xebatên xwe didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema me li vir dar diçandin jî di mijarekê de em pir baldar bûn ku yên darê diçinînin jî jin bin. Me par li vir di turbeyên xwe de cem li dar xist. Me li gel Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) li Turbeya Elîf Anayê cem li dar xist. Em hewl didin vê li tevahiya erdnîgariya kurd-elewiyan li dar bixin. Li Dêrsimê, li Meletî, Êlih, Sêrt... Şêniyên wan herêman jî mîna vê derê hewl didin jiyaneke nû ava bikin. Em ê welatê xwe jinûve ava bikin û gundên xwe yên vala dîsa tije bikin. Em ê dîsa li ser koka xwe şîn bibin. Banga me ya ji bo kesên ji vir koç kirin ev e; li kîjan deverê dibe bila hewceye em xaka xwe bi zarokên xwe bidin naskirin. Banga me ya ji bo ciwanan ew e ku tev li têkoşînê bibin. Ev yek, xweparastineke li dijî polîtîkayên pişaftinê ye. Vê xweparastinê em tenê dikarin li ser xaka xwe ava bikin.”
KESÊN VEGERIYAYÎN VEDIBÊJIN
Turkan Guden (45) 30 salan li Stenbolê jiya û weke dilxwaza tevgerê vegeriya gundê xwe. Guden, got ku rojên wan bi piştevaniyê derbas dibin û ew jiyaneke komunal derbas dikin. Guden, bi lêv kir ku li gund her tiştekî bi hev re dikin.
Xwişka Guden, Songul Guden (42) jî anî ziman ku ew di 17 saliya xwe de li Stenbolê bi cih bû û wiha derbirî: “Tenê heke kesekî jiyana xwe ji dest bidaya ez dihatim gund. Lê 3 sal berê me malek ava kir û em di hemû demsalên havînê de tên. Em dibînin ku îro deşt û çiyayên me hatine şînkirin. Ev yek me pir keyfxweş dike. Dîtina van darên tê yên şîn, me bêhtir girêdayî vê derê dike.”
Guden, bal kişand ser cudahiya di navbera jiyana li metreopol û gundan de û wiha got: “Em li vir sewalan xwedî dikin. A rast me her sal baxçeyê xwe jî dikêla lê îsal ji ber lehî û erdhejê me nekarî. Dema li Stenbolê min xwe bi tenê hîs dikir. Li vir em bi hev re ne û ev li min baş tê.”
‘EM Ê CIWANAN BÎNIN’
Ji şêniyên gundê Axtilê Huseyîn Demîr (68) jî bi salan piştre tevî malbata xwe vegeriya gund. Demîr, got ku dema ji ewil hatin gund pir kêmek kes hebûn lê bi demê re ev hejmar zêde bûye.
Done Atar (62) li Taxa Serçekuyusu ya Elbistanê dijiya. Ji ewil koçî Kadîrliyê û piştre jî berê xwe da Stenbolê. 3 sal berê jî bi pêşengtiya tevgerê vegeriya gundê xwe. Atar, wiha dibêje: “Me xwest wan rojên ku me nekarîbû li vir bijîn li vir bijîn. Li vir em tevek bi hev re ne. Em ê bikin ku ciwanên me jî vegerin vê derê. Piştî me gelek kes vegeriyan vê derê. Ew hevalên vegeriyayîn ji me re jî bûn hêvî. Armanca me ya vegera vê derê ne tenê geriyan û derbaskirina demê ye. Em dixwazin ji hêla çandî ve jî jiyana berê jinûve ava bikin.”
HEWLDANA AVAKIRINA KOOPERATÎFÊ
Yûsûf Turunç (65) piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê neçar ma ku Serçekuyuyê biterikîne lê 4 sal berê dîsa vegeriya. Turunç, wiha got: “Niha çandinî û sewalkariyê dikim. Me got; ‘gelo em dikarin çi bikin, dikarin herêma xwe çawa pêş bixin’ û me serî li kooperatîfê da. Em hêj li bendê ne ku dewlet erê bike. Ava me nîne, ceyran pir kêm e û pirsgirêka binesaziyê heye. Bi erdhejê re pirsgirêk jî zêde bûn. Lê xebatên me hêj berdewam in. Ciwanên me ji ber pêşeroja xwe ditirsin lewma diçin. Em jî ji bo pêşîlêgirtina vê hewl didin hilberînê pêş bixin. Em dixwazin bi rastî jî bawer bikin ku ciwanên me bikarin debara xwe bikin. Heke em vê bikarin, dê dîsa li xaka xwe vegerin.”
MA / Ceylan Şahînlî