AMED - Endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’ê ya Amedê Yûsûf Erdogan têkildarî girtîgehên tîpên S’yê axivî û destnîşan kir ku ew van girtîgehên nû weke cihê tecrîdê dibînin û got: “Divê Girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin.”
Ji girtîgehên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hema hema her roj agahiyên binpêkirina mafên mirovan tên. Di van salên dawî de çêkirina girtîgehên Ewlehiya Bilind û Tîpên S û Y’yê jî polîtîkayên desthilatê yên di vî warî de eşkere dike. Ev girtîgehên ku nû hatine avakirin û ketine meriyetê, binpêkirina mafên ku jixwe hebûn, zêdetir dike. Di vî warî de gelek rapor ji hêla komele û rêxistinên mafên mirovan ve hatine amadekirin û eşkerekirin. Herî dawî ji ber ku serlêdanên binpêkirina mafên mirovan zêde bûye Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) raporek li ser Girtîgehên Ewlehiya Bilind û Tîpên S’yê parve kir.
Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê parêzer Yûsûf Erdogan têkildarî Girtîgehên Ewlehiya Bilind û Tîpên S’yê ji ajansa me re axivî.
‘LI TIRKIYEYÊ HETA NIHA 7 TÎPÊN S HATINE AVAKIRIN’
Erdogan anî ziman ku pêvajoya avakirina girtîgehên tîpên nû ku demekî dirêj e rojeva raya giştî mijûl dike, 1’ê hezîrana 2023’yan dest pê kir. Erdogan diyar kir ku li gor tespîta wan li Tirkiyeyê heta niha 7 Girtîgehên Tîpên S hatine avakirin. Erdogan bi bîr xist ku serlêdanên ji bo wan hatine kirin, piştî avakirina van girtîgehan ji ber ku sewq û sirgûnê wan deran dihatin kirin, zêde bûne û wiha berdewam kir: “Girtîgehên Tîpên S hinekî nêzî tîpên F’yê ne, lê di navbera wan de cudahiyên şênber jî hene. Tîpên S ji du qatan pêk tê û gelenperî qata jor cihê razanê ye, qata jêr jî cihê wext lê derbas kirinê ye. Di tîpên S’yê de odeyên kesekî û 3 kesî hene. Gelenperî li sûc an jî cezayê wan nanêrin û girtiyên ku muebeda girankirî li wan hatiye birîn, muebeda an jî cezayekî (demkî) jî xwariye tînin tîpên S’yê. Ji vê hêlê ve jî ji tîpên F’yê cuda dibe. Di encama biryarên ji hêla însiyatîfa rêveberî û Lijneya Çavderî û Îdareyê ve tê dayîn de hikumxwar be an jî nehikumxwar be dîsa jî di odeyên yek kesî de tên ragirtin. Taybetmendiyeke Tîpên S’yê ku li gor agahiyên bi rêya serlêdanan hatine bidestxistin, rojê tenê saetekê derdikeve cihê bêhnvedanê. Girtî, 23 saetên xwe ya odeyên xwe yên yek kesî, an jî sê kesî de derbas dikin. Ji bilî vê bi derve re tu têkiliyên wan nîn e.”
‘EM WEKE TECRÎD PÊNASE DIKIN’
Erdogan da zanîn ku ew weke ÎHD’ê tîpên S’yê weke girtîgehên tecrîdê pênase dikin û di vir de cezayê înfazê mijara gotinê nîn e. Erdogan bi lêv kir ku ev yek bi înîsiyatîfa rêveberiyê ve xwe nîşan dide û wiha pêde çû: “Lewma em vê yekê weke tecrîd dibînin. Tiştên di Girtîgehên Tîpên S’yê de diqewimin, li ser derûniya girtiyan gelek rûxandinê çêdike. Di serlêdanên ji bo me hatin kirin de jî derdikeve holê ku mirinên biguman, întîhar, îşkence û nêzîkbûna xerab gelek caran pêk hatine. Li girtîgehan polîtîkayek heye ku têkiliyên girtiyan hem bi jiyana derve re û hem jî bi girtiyên din re tê astengkirin, têkiliyên wan têne qutkirin û girtî di tecrîda girankirî de têne hiştin.”
SERLÊDANÊN SAZIYAN BÊENCAM MAN E
Erdogan diyar kir ku ji bo zêdebûna binpêkirinên mafan û mirina bi guman serî li gelek saziyan dane lê tu encam bi dest nexistine û ji mafê jiyanê yê girtiyan dewlet berpirsyar e. Erdogan anî ziman ku girtî bi kîjan îdia û cureyê sûc û li kijan cihên girtî bin bila bibin, di bin berpirsiyariya dewletê de ne û wiha axivî: “Ji ber ku dewlet hem mafê jiyanê yê girtiyan û hem jî mafên wan ên civakî û çandî berpirsiyar e, divê girtî ji bo pirsgirêkên xwe muxatab bibînin. Divê dewlet bi helwesteke li gorî mirovahiyê, 'heta înfaza wî/wê ya li girtîgehê bi dawî bibe' nêzîkê girtiyan bibe. Em behsa qedexekirina îşkence û muameleya xerab dikin, lê li gelek girtîgehên Tirkiyeyê îşkence û muameleya xerab zêde tê kirin, mafên civakî û çandî yên girtiyan nayê dayîn, malbatên wan jî di hevdîtinên vekirî de rastî lêgerînên giran tên. Her wiha mafên wan yên gihiştina pirtûk û rojnameyan jî tê binpêkirin.”
‘ÊRIŞ LI NASNAMEYA WAN YA SIYASÎ TÊN KIRIN’
Erdogan diyar kir ku qedexekirina amûrên ragihandinê rewşeke ku nayê qebûlkirinê ye. Erdogan da zanîn ku ji ber nasnameya girtiyan a siyasî qutkirina têkiliya girtiyan a bi civak û girtiyên din re ne helwesteke li dijî girtiyan e, lê belê tê xwestin ku peyamek ji kesên derve re were dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişên tên kirin ne li ser kesayetek fîzîkî ye, êriş li ser kesayeta wî/wê ya siyasî ye, em wisa dinirxînin. Di dema avakirina girtîgehan de divê dewlet weke xizmetê nede nîşandan. Berovajiyê vê ji bo avakirina civakek ku tê de girtîgeh tune bin, hejmara girtîgehan bê kêmkirin, girtîgeh bên girtin, divê polîtîkayên xwe biafirîne. Aştiya civakî ne bi avakirina girtîgehan, berovajî vê bi girtina van girtîgehan pêkan e. An jî bi dawîkirina tecrîd û polîtîkayên tecrîdê pêkan e.”
‘DIVÊ TÎPÊN S Û F BÊN RAKIRIN’
Erdogan diyar kir ku ew ji pêvajoyên hiqûqî ne razî ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hewl didin hemû pêvajoyên hiqûqî pêk bînin. Lê belê ev têrê nake, em tenê bi pêvajoya qanûnî ne razî ne. Divê ku raya giştî zextê li ser van pêkanînan bike da ku şert û merc bên başkirin. Daxwaza me ya sereke rakirina girtîgehên tecrîdê yên wekî Tîpa S û F’ye ne."
MA / Bazîd Evren - Rewşan Saglam