STENBOL - Endama MYK’a SGDF’ê Berfîn Polat bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.
Endama Koordînasyona Navendî ya Jinên Ciwan ên Azad (OGK) û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat, di 22’yê îlonê de ji bo îfadeyê çû Edliyeya Stenbolê û hate binçavkirin. Polat, duh sewqî Edliyeya Stenbolê hate kirin. Polat, bi daxwaza girtinê Sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.
Polat, di hilbijartinên 14’ê gulanê de namzeta parlamenteriyê ya Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk bû.
SGDF’ê têkildarî girtina Polat li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da û da zanîn ku dê têkoşîna wan bidome.