ENQERE - Siyasetmedar Alî Urkut ku di Doza Kobanê de tê darizandin, diyar kir ku îdiayên weke sedema girtina wî hatine nîşandan, îdiayên 8 sal berê ne û wiha got: “Mutalaa j 5 hezar û 268 rûpelan pêk tê û ji bo parastinê demekî pêwîst nehat dayîn.”
Rûniştina yekemîn a danişîna 34’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî siyasetmedarê girtî Alî Urkut parastina xwe kir.
'ÎDIAYÊN 8 SAL BERÊ DERXISTIN PÊŞIYA MIN’
Urkut, mutalaaya ji 5 hezar û 268 rûpelan pêk tê û Doza Kobanê weke “dosyaya qelebalix” pênase kir û wiha got: “Dozger beg çûye demên berê û gelek tiştên bêeleqe nivîsandine. Heke tu bersivê nedî nabe, heke tu bidî jî ne kaxiz ne jî dem têrî dike. Ji ber ku endamê MYK’a HDP’ê bûm, 3 salan bi awayekî derhiqûqî girtî me. Em bi mutalaayeke ji 5 hezar û 268 rûpelan pêk tê ku tevahî jî li gorî texmîn û pêşdaraziyên dozger pêk hatine re rû bi rû ne. Ev doz, dozeke mukerrere. Îdiayên ku ez pê hatime girtin, îdiayên 8 sal berê anîne pêşiya min. Di îdiayên wê demê de ne şahidek heye ne jî rewşeke ku girêdayî rêxistinekê bikin hebû. Dozger, ji 25 sal berê dest pê kiriye û xebatên min ên partiya siyasî ya fermî weke sûc nîşan daye. Tiştên di vê dosyayê de tên kirin, binpêkirina mafê darizandina adilane ne. Bi derfetên dewletê li dijî me delîl hatine komkirin û tu tiştekî bi leha me nehatine nîşandan.”
'DEMA ME YA LÊKOLÎNKIRINA DOSYAYÊ NEBÛ’
Bi domdarî Urkut got ku ji bo derheqê endamên MYK’a HDP’ê de îfadeya bidin, dozger ketiya nava hewldanan û wiha domand: “Şandeya bi serokatiya Bahtiyar Çolak, di encama mesaiya 3 rojan de ev dosya lêkolîn kir û erê kir. Hemû kes baş dizane ku dosyayeke wiha mezin di nava 3 rojan de nayê qebûlkirin. Bahtiyar Çolak piştre jî ji endamtiya rêxistina terorê hate girtin û darizandin. Ev yek, binpêkirina mafê darizandina adilane ye. Şandeya dadgehê ji bo vê dosyayê 2 hefte ji bo danişînê û 2 hefte jî ji bo navberê veqetandiye. Dema me nebû ku belgeyên li dosyayê hatine zêdekirin lêkolîn bikin. Ev yek, binpêkirina mafê darizandinê ye. Ji bo em mutalaayê lêkolîn bikin, li girtîgehê dema pêwîst nehatiye veqetandin. Dem nebû ku em îdiayên têkildarî endamên MYK’a HDP’ê de bixwînin. Bi vê yekê re mafê min ê parastinê hate binpêkirin.
Di serdema vê îktîdarê de destûr hate dayîn ku hinek pêşmerge derbasî Kobanê bibin. Bi hezaran rêxistin û partiyên siyasî yên cîhanê ji bo Kobanê helwest nîşandan. HDP tenê yek ji van partiyan e. Dozger beg, tevahiya delîlan ji ANF’ê kom kirine. Tenê tiştên ji ANF’ê kom kirin danîn serhev û hewl daye delîlan biafirîne. Nûçeyên Ajansa Anadoluyê û CNN’ê esas nehatine girtin. Dozger beg dibêje; ‘HDP çima ewqas bi DAIŞ’ê re eleqedar e.’ Dozger, bangawaziyên HDP’ê weke sûc nîşan daye. Di biryara DMME’yê ya derheqê Yuksekdag û Demîrtaş de jî diyare ku bangawaziyên MYK’a HDP’ê sûc nîne.
XEBATÊN PARTIYÊ WEKE SÛC HATINE NÎŞANDAN
Hinek xebatên partiyê yên ez tev li bûme hene. Dozger beg ev tevek jî cuda cuda nivîsandine û weke sûc nîşan daye. Weke xebatên derqanûnî nîşan daye. Xebatên qanûnî, demokratîk û rewa weke endamtiya rêxistinê pênase kiriye. Xebatên ku dozger weke xebatên rêxistinî nîşan dide, tevlibûna min a mitîna 27’ê mijdara 2017’an a li Mêrdînê, daxuyaniya min a aştiyane, di sala 2016’an de çûna min a Pirsûsê û tevlibûna min a çalakiyên rêxistinên bajar û navçeyan ên piştî destûrê hatine lidarxistin in.
Pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera hikûmet û PYD’ê de heta sala 2015’an jî berdewam kirin. Gelo heke xebatên min sûc bin, wê demê yên hikûmetê çi ne? Ev bûyer tevek di 7-8-9’ê Cotmehê de pêk hatin. Di vê pêvajoyê de jî pêwendiyên hikûmetê yên bi YPG û PYD’ê re domiyan. Tiştekî mantiqî nîne ku hewldanên me yên însanî weke endamtiya rêxistinê bên nîşandan. Jixwe hikûmet û îktîdarê wê demê ew rêxistin weke ‘rêxistina terorê’ nedidît. Li gorî TCK'ê; li dijî fiîleke ku weke sûc nayê dîtin, ceza nayê dayîn û tevdîr nayê giritn. Di xala 7’emîn a DMME’yê de nabe ku tu kes ji ber çalakiyeke nesûc were sûcdarkirin. Rewşeke ku wê demê ne sûc bû, îro weke sûc hatiye nîşandan. Ev yek jî li dijî normên qanûna navxweyî û navneteweyî ye.”
Şandeya dadgehê navber da danişînê.