NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Fehîm Işik, kedkarê Çapemeniya Azad Seyît Evran wiha vegot: “Kesekî şerker bû; îman kiribû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe.”
Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyîd Evran, di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wefat kir. Rojnameger Fehîm Işik, hempîşeyê xwe Evran vegot ku zêdetirî 30 sal bû ked dida Çapemeniya Azad. Işik, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Em ê Seyît ji bîr nekin” de got; “Yek ji mezintirîn kedkarên Çapemeniya Azad û têkoşîna azadiyê bû. Ya herî girîng jî ew e ku yek carê paşvegav neavêt û berxwedêreke wisa bû ku bi qasî misqalê dev ji baweriya xwe berneda.”
Nivîsa Işik wiha ye:
“Em ê Seyît ji bîr nekin...
Me, neferekî têkoşînê, şexsiyetekî çapemeniya kurd, Seyît Evran winda kir.
Seyît, yek ji wan mirovan e ku dê gelek tişt li ser bên nivîsandin. Di wê bîr û baweriyê de me ku dê gelek rêhevalên wî, gelek dostên wî derheqê wî de binivîsin.
Min, cara ewil di sala 2010’an de li ser medyaya dijîtal Seyît nas kir. Nûçe û analîzên wî bala min kişandibûn. Me carnan ji hev re peyam dişand, carnan fikrên xwe bi hev re parve dikir. Piştre jî çûm serdana başûrê Kurdistanê û çendek caran min ew rû bi rû dît. Her çende ku em bi hev re nebin jî; dostaniya me, hevaltiya me û têkiliya me ya pîşeyî berdewam kir û mayînde bû. Dema ez diçûm serdana başûrê Kurdistanê, ji ewil li wî digeriyam û bû yek ji wan hevalên min ên ku ji ewil min pê re hevdîtin dikir.
Bi rastî beriya ku nas bikim, pêşdaraziyeke min hebû ku min ew weke kesekî hêrsok, biînad û şerker nas dikir. Min digot ku qey gelek zehmete mirov bi Seyît re lihev bike. Lê piştî ku min rû bi rû nas kirî, min pir baş hîs kir ku tevahiya sedemên rê li ber wê pêşdaraziya min vekirin, ji ber taybetiyên wî yên ji baweriya wî ya bi têkoşînê ne. Hêrsok bû; ji ber ku bawer dikir lewma hêrsok bû. Biînad bû; baş dizanî ku ev têkoşîn bi înadê dikare bi ser keve. Şerker bû; îman pê anîbû ku ev têkoşîn bi şerkirinê dikare bi ser keve. A din jî qet kesekî wisa nebû ku mirov nikare li gel lihev bike. Çiqas hewl dabûya kesê li hemberî xwe qaneh bike, ewqas jî ji qanehbûnê re vekirî bû. Bi kurt û kurmancî, neferekî bawermend bû, lêgerînerê heqîqetê, yek ji mezintirîn kedkarên çapemeniya azad û têkoşîna azadiyê bû. Ya herî girîng jî ew bû ku di tevahiya jiyana xwe de bi qasî misqalê paşvegav neavêtibû û dev ji baweriya xwe bernedabû.
Di nava çendek salên dawî de bi Seyît Evran re min gelek hevdîtin kirin. Bû mêvanê gelek bernameyên min. Ji başûrê Kurdistanê heta Rojava, ji Iraqê heta Tirkiye û Îranê, xwedî tecrûbeyeke bêdawî bû. Ne tenê analîz dikir, her wiha şahidiya xwe jî vedigot. Bi avantaja ku di nava nûçeyê de cih digirt, tu aktor nebûn ku nas neke û tu geşedan nebûn ku şahidiya wan nekiribe. Li ser xeta ji Qendîlê heta Şengalê, ji Qamişlo heta Efrînê, di hemû nûçeyan de yekser an jî neyekser îmzeya Seyît Evran hebû. Tevî nexweşiya xwe jî enerjiya wî qet kêm nebû û weke neferekî têkoşîna çapemeniya azad a berxwedêr dijiya.
Heyf û mixabin ku nexweşiya wî ew ji me veqetand. Pir zû ew bir.
Wî, di hevpyevîneke xwe de digot; ‘Em dikarin carnan tevahiya emrekî di nava çendek saniyeyan de bi cih bikin.’ Wî jî ew emrê xwe yê mezin, têkoşîna xwe ya mezin ji me re mîrate hişt û kete rêya bêdawîtiyê. Her çend em bikarin têkoşîn û berxwedana wî di nava çend saniyeyan de bi cih bikin, em ê nekarin di tevahiya emrê xwe de bi cih bikin.
Seyît, kesekî wisa bû...
Em ê wî ji bîr nekin. Dê di bîrewerî û têkoşîna me de her bijî...”