STENBOL - Endama Lijneya Koordînasyona DÎB’ê Ayşegul Devecîoglû diyar kir ku li cihekî azadî lê tê xespkirin û li dijî hemû beşên civakê êriş lê heye nikare qala makeqanûneke nû bê kirin û wiha got: “Ji vir encax makeqanûneke paşverû dikare derkeve holê.”
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya vekirina Meclisê de peyama makeqanûna nû da û got: “Wezîfeya herî girîng a parlamenterê dê makeqanûna nû û sivîl be.” Tevî ku li welat hewayekî antî demokratîk û dijhiqûqê heye jî Erdogan îdia dike ku dê “makeqanûneke sivîl” çêbikin. Gelek beşên civakê bertek nîşanî vê îdiaya Erdogan dan.
Endama Lijneya Koordînasyona Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Ayşegul Devecîoglû têkildarî teklîfa maqeqanûna ku weke “nû” tê pêşkeşkirin nirxandin kirin. Devecîoglû ya ku gotinên Erdogan ên “makeqanûna sivîl û azadîxwaz” nirxandin, anî ziman ku ev yek nayê tu wateyê.
ÊRIŞA LI DIJÎ KURDAN Û ELEWIYAN
Devecîoglû, êrişên bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên li dijî kurdan û êrişên li dijî elewiyan bi bîr xistin û wiha got: “Qala makeqanûneke sivîl û azadîxwaz tê kirin lê ev operasyonên li dijî kurdan û elewiyan çi ne? Aştî ev e? Pêvajoya çareseriyê, di bin navê Doza Kobanê de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din ji bo mafên xwe yên di çarçoveya makeqanûnê de bikaranîn tên darizandin. Çareseriya desthilateke qala makeqanûneke sivîl û azadîxwaz dike ev e? Em dibînin ku ev gotin vala ne. Ev nîqaşa makeqanûna nû rêya ku sînorkirina maf û azadiyan û civakê olperest bikin e.”
‘EV MECLIS NE MECLISA MAKEQANÛNÊ YE’
Devecîoglû, bi lêv kir ku Erdogan dixwaze bi Partiya Yenîden Refahê û HUDA-PAR’ê re makeqanûnê biguherîne û wiha berdewam kir: “Lê belê ne Meclisa makeqanûnê ye jî. Civak rayeya guhertina makeqanûnekê nade. Meclisa Makeqanûnê wiha nabe ji xwe. Heke makeqanûnek ji vir derkeve dê makeqanûneke paşverû be. Ew jî dê ne vê civakê aram bike ne jî ber bi xweşiyê ve bibe.”
‘AZADÎ TÊN XESPKIRIN’
Devecîoglû, bal kişand ser guhertinên tên xwestin bi makeqanûna nû bên kirin û diyar kir ku azadiya baweriyê di hedefe de ye. Devecîoglu diyar kir ku armanca wan a sereke guhertina xalên 24 û 41’emîn ên makeqanûnê ye ku rêziknameyên li ser azadiya bawerî û avaniya malbatê hene û wiha lê zêde kir: “Dixwazin bi makeqanûna nû re vê guhertinê pêk bînin. Esas tişta dixwazin bi van xalan bikin anîna rojevê ya pirzewacî û zewaca di temenê biçûk de ye. Baweriyên din sunî bikin. Pirsa girîng jî ew e ku muxalefet di vir de çi dike. Divê hemû partiyên mûxalîf ji hevdîtinên makeqanûnê yên AKP’ê re deriyê xwe bigirin. Divê tu muxalefet ‘nebêje werin em bi we re makeqanûna nû nîqaş bikin’. Di serdemeke ku evqas zext lê hene, nîviyê welat bi ‘terorê’ tê sûcdarkirin û azadiya fikr û îfadeyê ya mirovan tê xespkirin de nikare qala makeqanûna nû bê kirin.” Devecîoglû, anî ziman ku azadî û mafên bingehîn ên bi makeqanûna heyî hatine ewlekirin desthilat pêk naîne.
Devecîoglû, destnîşan kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi makeqanûneke nû heye lê ev bi AKP’ê û MHP’ê nabe. Devecîoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi makeqanûna nû divê azadiya raman û îfadeyê bê ewlekirin. Bêyî ku lê binêrin mirov xwediyê kîjan bawerî û nasnameyê ne divê di qada cemaweriyê de wekhevî hebe. Pêdiviya me bi makeqanûneke ku kurd xwe bi xwe bi rê ve bibin û zimanê wan ewle bike heye. Pêdiviya me bi makeqanûneke ku xwezayê û jiyana ekolojîk diparêze heye.”
‘DIVÊ DI SERÎ DE JIN LI HEMBER DERKEVIN’
Devecîoglû, anî ziman ku makeqanûna nû dikare bi têkoşîneke hevpar bê çêkirin û got: “Kes makeqanûneke wiha diyarî nake. Ev encax bi têkoşînê pêk were. Ji xwe desthilat ji bo daxwaza makeqanûneke nû û demokratîk astengk bike evqas zextan dike.” Devecîoglû ya bang li partiyên mûxalîf kirin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila tu partiyên mûxalîf û saziyên sivîl ên civakî bi AKP’ê re muzakereyan nekin. Divê di serî de jin li dijî vê makeqanûnê bisekin.”