MÊRDÎN - Ramazan Îldem ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, anî ziman ku kurdan "mirinê kuştiye" û got: "Em civakeke dîlgirtî ne. Ger em xwedî li xwe derkevin, em ê xwedî li Rêberê xwe jî derkevin. Têkoşîna me têkoşîna mirovahiyê ye."
Ramazan Îldem ku di sala 1993'yan de li navçeya Qoser a Mêrdînê hat binçavkirin û paşê hat girtin, Dadgeha Ewlehiyê ya Delwetê (DGM) a Amedê bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê birî. Îldem di 30 salan de li Mêrdîn û bi dorê li Bartin, Amed, Yozgat, Mêrdîn, Erzirom, Bartin û Bafrayê di girtîgehê de maye. Piştî 30 salan Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê 3 mehan berdana Îldem taloq kir û di 21'ê Îlonê de ji girtîgehê derket. Îldem ku gava hat girtin 22 salî bû, piştî 30 salan gava hat Qoserê peyama yekîtiya neteweyî ya kurdan da.
Îldem ku niha li Qoserê li cem malbata xwe ye, 30 salên xwe yên girtîgehê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.
Îldem anî ziman ku piştî 24 rojên di îşkenceyeke giran de ew şandine girtîgehê û got: "Gava li welatekî şer hebe, bêbextî jî hene, komplo jî hene û derewkar jî hene. Mirovên bêîrade jî derdikevin holê. Ez jî ji ber bêbextiyekê hatim girtin."
‘BÎR Û BAWERIYA BI TÊKOŞÎNÊ'
Îldem bal kişand ser wateya girtîgehan û got: "Ji ber ku girtîgeh e nexweş e. Îro ro jiyana li nava 4 dîwaran pir zehmet e. Divê mirov didi bîra xwe d ehin guherînan bike. Divê mirov di warê doza xwe, têkoşîna xwe û rêxistinbûyîna xwe de guherînine mezin bijî ku di nava çar dîwaran de li ser pêyan bisekine. Em çawa li ser pêyan man, ez bibêjim; bi bîr û baweriya bi doza me ya mafdar, bi hezkirinê... Em mafdar bûn, li hemberî min û civaka min, hevrê û dostên min, neheqiyek hat kirin. Gava me dît doza vî mafî nayê kirin, ev hemû hatin cem hev û fikreke nû li me peyde bû. Bi vê re rastiya cîhanê derdiekve holê. Gava tu bi vê bîr û baweriyê bijî, tu heq ji her zehmetiyê derdikevî. Helbet cehda te jî girîng e. Madem dijmin dixwaze min ji vê rêyê, vê dozê dûr bixe û min biçûk bixe, nexwe divê ez xwe bêtir bihêz bikim. Divê ez xwe nas bikim, welatê xwe, dîroka xwe û edetên xwe nas bikim. Li girtîgehê helwesteke wiha heye. Bîr û baweriya min a ji bo têkoşîna me ez li ser pêyan hiştim."
‘KURDAN MIRINÊ KUŞT'
Îldem destnîşan kir ku ji bo wî têkoşîn piralî ye û di çaçroveyeke berteng de wiha behsa têkoşînê kir: "D jiyanê de, li hundirê odeyekê têkoşînek heye. Têkoşîna mirov a li hemberî xwe heye. Xwepwerdekirina mirov, destjêberdana ferastên pûç... li dijî van têkoşînek heye. Têkoşîna ji bo dîsîplînkirina jiyanê heye."
Îldem wiha domand: "Ên li hemberî me şer dikin, dixwazin me qir bikin. LÊ tu jî li hemberî wan têdikoşî. Şerekî li hemberî hebûna te heye. Lewma kurdên tên girtin divê hay ji sedemên girtina xwe hebin. Divê bibêje, 'Ez ji bo çi hatim girtin.' Gava vê bike dê karibe der barê xwe de lêkolînan bike. Divê li dijî kesên dixwazin hebûna wî/ê tune bikin bi awayekî manewî û fîzîkî bitêkoşe. Mesela em cara ewil di sala 1995'an de ketin greva birçîbûnê. Paşê di sala 2012'an de û piştî vê jî greva birçîbûnê ya 200 rojî ya Leyla Guvenê çêbû. Ger bîr û baweriya mirov tune be, nikare 200 rojî li ber xwe bide. Tu hem ji xw ehem jî Rêberê xwe bawer dikî. Dijmin dixwaze me bi mirinê çavtirsandî bike, lê berevajî vê me mirinê kuştiye. Gelê kurd, di vî 40-50 salî de mirinê kuştiye. Çendî dme bi dem teql sist bibin jî lê gelê kurd ji bo zimanê xwe û çanda xwe û jiyana azad têdikoşe."
‘GER TECRÎD BÊ ŞIKANDIN EM Ê KARIBIN BIBIN YEK'
Îldem bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got ku bi her awayî li bendê ne ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û wiha pê de çû: "3 caran krîzê li dilê min xist, lê ji bo moralê hevalên min xera nebe min eşkere nekir. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me. Cîhan me nas dike, êdî hebûna me qebûl dike, lê wekî dewleta ku em dagirkirine, ew jî me dixapîne. Bi awayekî rasteqîn piştgiriyê nakin. Tecrîda li ser Rêberê me, tecrîda li ser gelê me rabe, em ê karibin bibin yek. Ev di destê me de ye. Heya em xwe ji vê esaretê xelas nekin, dê kes nikaribe me xelas bike. Gava em ji vê esasretê xelas bibin, em ê karibin bi hev re bijîn. Lewma divê em li dijî tecrîdê bitêkoşin. Ji bo ruhekî azad, divê em bitêkoşin. Gelê herî zêde xizmeta cîhanê kiriye gelê me ye. Çima em bi awayekî azad nejîn. Rexneyên me jî hene. 2 hezar salan rêberekî me tune bû. Lê îro rêberekî me yê ev qas paqij û em anîne cem hev heye. Çima Rêberê me di bin tecrîdê de ye, çima nahêlin kesî bibîne? Divê em vî tiştî qebûl nekin. Em bi Rêberê xwe hene. Lewma divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin."
Îldem bal kişand ser komploya navdewletî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêberê PKK'ê hat kirin jî û got: "Me jî bi awayekî rast ew neparast, me hişt ku hin kes Rêberê me bigirin. Helbet ev mirov diêşîne. Divê gelê me di vî warî de şiyar be û divê her kes xwe bide ber vî barî. Divê em birêxistinkirî tevbigerin. Em civakeke dîlgirtî ne. Ger em xwedî li xwe derkevin, em ê xwedî li Rêberê xwe jî derkevin. Xwedîderketina li Rêberêxwe, xwedîderketina li xwe ye. Em ê bi vê re xwedî li mirovahiyê jî derkevin. Têkoşîna me têkoşîna mirovahiyê ye."
XWEDÎDERKETINA LI GIRTIYÊN NEXWEŞ
Îldem bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got ku girtiyên nexweş tevî nexweşiyên xwe jî têdikoşin. Îldem destnîşan kir ku divê xwedî li girtiyên nexweş bê derketin.
MA / Ahmet Kanbal