RIHA - Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed anî ziman ku DAIŞ li bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ya 4 sal in di bin dagirkirina dewleta tirk û hevkarê wê de ne xwe birêxistin dike û got: “Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war.”
Bi ser dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 4 sal derbas bûn ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ku Tirkiyeyê piştgiriya wê dike ve hatibûn dagirkirin. Ji roja ev bajar hatine dagirkirin ve sûcên wekî revandin û qetilkirina mirovan, xesp, destdirêjî û guherandina demografiyê tên kirin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, di êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de 429 welatî hatine qetilkirin û bi deh hezaran welatî jî hatine girtin û revandin. Her wiha tenê li Serêkaniyê ji sedî 90 demografî hate guhertin. Şûna gelê kurd û gelên din ên hatin koçberkirin, komên paramîlîter û xizmên wan hatin bicihkirin. Ev bajarên ku veguherîne baregehên hêzên paramîlîter ji bo herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dibin cihê xetereyeke mezin.
Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed, di salvegera 4’an a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de tiştên van 4 salan qewimîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.
‘JIYANA NÛ DÎKTATORAN DITIRSÎNE’
Rûksen Mihamed anî ziman ku ji ber bajarên Serêkanîye û Girê Spî stratejîk bûn hedef hatin girtin û wiha got: “Gelê li wir jiyan dikirin bi modala modernîteya demokratîk xwe bi xwe rê ve dibirin. Din ava jiyaneke ewle û îstîkrar de bûn. Xwe di hemû sazîyan de bi rê ve dibirin. Ev jiyan, model ji bo Erdogan û kesên dijminatiya gelê xwe bi xwe bi rê ve dibin bû tirs. Tirsin ku ji desthilatdariyê biçin. Ji ber wê Erdogan bi çeteyên xwe re êrişî her du bajaran kir. Xwestin ku di kesayeta her du bajaran de carek din dagir bikin. Piştî Efrînê her du bajar dagirkirin, hêdî hêdî dê axa Sûriyeyê dagirbikin. Dê ewlehiya ve herêmê xirab bikin. Dijminatiya wan dem dirêje, sed sal in li dijî gelan e. 4 sal bi ser dagirkirinê re derbas bûn. Her du bajar ji bo kesên jiyanek nû dixwazin alternatîf bûn.”
'WÊ BAJARÊN ME JI ÇETEYAN RE NEBIN WAR'
Ruksen Mihemed bal kişand ku piştî dagirkirina Serêkanîye û Girê Spî bi sed hezaran kes hatin koçberkirin û wiha berdewam kir: “Gel ji axa xwe, çanda xwe hat dûrkirin. Xwestin vê tiştê bidin nîşandan; Hebûna dewleta Tirkiyeyê, berdewamiya desthilata Erdoxan, girêdayî tunekirina gelê vê herêmê ye. Ji ber wê kiryarên li her du bajaran pêk tên li dijî mirovahiyê ne. Ji ber ku kesê li wir dijîn ne kesên wê herêmê ne. Ew der ne cih û warê wan e. Demografî tê guhartin. Armanc ew e ku her du bajaran bikin wîlayetên dewleta tirk. Dê rengê hemû tiştî bi tirkî be. Ziman, pere, saziyên wê bi tirkî ne. Çeteyên li wir ne xelkê vê derê ne. Dixwazin bi guhertina demografîyê bi gelê wê bidin jibîrkirin ku ew ax ne ya wan e. Lê gelê ku koçber bûye îro di kampan de di nav sermaye de dijîn, tevî hemû zehmetiyan jî xwedî îdia ne. Ew roj jî nêze. Kesê xwedî îrade tu carî dest ji têkoşîna xwe bernade. Wê Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan ra nebe war. Hêviyên gel qut nebûne.”
'SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ'
Rûksen Mihemed bi bîr xist ku li Serêkanîye û Girê Spî 4 sal in sûcên li dijî mirovahiyê her roj pêk tên û wiha lê zêde kir: “Li herêmên dagirkirî çeteyên Erdogan bi cih dibin. Rêxistinên xwe didin avakirin. Ev dide nîşandan ku dewleta tirk terorê dide meşandin. Ji bo qirkirina gelên li wê derê dê hemû projeyan bidin meşandin. DAIŞ'a ku sala di 2014’an de li Kobanê cara yekem binkeft, îro careke dî bi piştgiriya Tirkiyeyê li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih dibe. Li van bajaran perwerde dibin. Dewleta tirk ji aliyê lojîstîkê ve piştgiriyê dide wan. Dewletên navnetewî çawa li hemberî dagirkirina Serêkanîye û Girê Spî bêdeng man, ev 4 sal in li hemberî sûcê şer jî bêdeng in. Li hemberî hemû sûcan bêdeng in. Bi bêdengiya xwe dibin hevkarê van sûcan. Hêj berjewendiyên dewleta tirk xilas nebûne. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hat dagirkirin lê hêj planên wê yên Osmaniya nû bi dawî nebûne. Siyaseta qirkirinê bi dawî nebûye. Heya ku li ser vê axê kesekî/e ji bo azadiya xwe li ber xwe dide hebe dê dewleta tirk bi serkêşiya Erdoxan nesekine.”
‘ARMANCA ÊRIŞAN QIRQIRINA HEMÛ GELAN E’
Ruksen Mihamed destnîşan kir ku êrişên bi hinceta çalakiya Enqereyê tên kirin li dijî mirovahiyê ne û wiha pê de çû: “Li cihên xizmetê didin, kesên sivîl bi bombeyan tên hedef kirin. Balafirên şer bombebaran dikin. Ew siyaseta ku li ser rijandina xwînê hatiye avakirin ji Osmaniyan heya îro berdewam dike. Bi heman ferasetê berdewam dike. Di serî de gelê kurd, qirqirina hemû gelan armanc dikin. Dixwazin şoreşa jinê tune bikin. Bi pêşengiya jinê şoreş gihişt vê rojê. Şoreş bû model. Jinan pêşengtiya modernîteya demokratîk kirin. Dixwazin şoreşa jinê bi dawî bikin. Lê êriş çiqas dijwar bibin jî bîr û bawerî, hezkirina jiyanê, ew soza ji şehîdan re hatiye dayîn tu carî em ji bîr nakin. Ne em ne jî gelê me dev ji axa xwe bernadin. Em ê parastina axa xwe bikin. Wê berxwedana me di asta herî jor de be. Pêwîste em layiqî şehîdan bin. Êrişên niha çêdibin elbet wê bê bersiv nemînin û tola wan were hildan. Me soz daye şehîdan û gelê xwe em ê li ser soza xwe bin. Em ê parastina axa xwe bikin û bi hev re êrişan têk bibin.”
‘PEWÎST E HEMÛ KES BEŞDARÎ TÊKOŞÎNÊ BIBIN’
Rûksen Mihemed bi bîr xist ku 9'ê Cotmehê di heman demê de salvegeraa komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êrişên tên kirin, siyaseta qirqirinê ye û berdewamiya komploya li dijî Rêberê mirovahiyê ye. Xwestin di şexsê Rêber Apo de kesên ji bo jiyana azad vîna wan heye tune bikin. Xwestin gelan bê vîn bihêlin. Di şexsê Rêber Apo de xwestin jinan bê nasname bihêlin. Lê ev komplo bi çi rêbazê were meşandin jî dê ji holê rabe. Em ê bi vî ruhê ku hatiye avakirin, felsefeya ku hatiye pêşkêşkirin tekoşîna xwe bidin meşandin. Em ê tecrîda li ser Serok Apo bi hev re rakin û komployê pûç bikin. Ji bo hemû gelê me yê welat û derveyî welat bangawazîya me wiha ye; werin em bi hev re şoreşê biparêzin. Em bi hev re faşîzma dewleta tirk a bi ser keşiya Erdogan têk bibin. Pêwîste herkes beşdarî vê berxwedanê bibe.”
MA / Emrûllah Acar