RIHA - Parêzer Alî Arslan diyar kir ku biryara deportkirinê ya der barê ciwanên enternasyonalîst de ku hatin binçavkirin û sewqî Îdareya Koçberiyê ya Kirklareliyê hatin kirin, xwe disipêre giştînameya Emniyetê ya ji aliyê Şûraya Dewletê ve hatiye betalkirin û got: "Em ê ji ber sûcên dizî, îşkence û birîndarkirinê yên polîsan giliyê polîsan bikin."
15 ciwanên enternasyonalîst ên ji bo Kongreya Partiya Çepên Kesk ji Îtalya, Almanya û Fransayê hatin Tirkiyeyê û serdana saziyên kurdan kirin, di 12'ê cotmehê de li Rihayê hatin binçavkirin.
Ciwanên enternasyonalîst ku li Rihayê tev li daxuyaniya çapemeniyê ya der barê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bûn û bi lêdanê hatin binçavkirin, ji bo bên deportkirin sewqî Navenda Paşveşandinê ya Koçberiyê ya Kirklareliyê hatin kirin.
Lê belê derket holê ku biryara deportkirina ciwanên enternasyonalîst xwe disipêre giştînameya Emniyetê (li qada giştî astengkirina tomarkirina deng û dîmenan ên ji aliyê polîsan ve) ku di 9'ê gulana 2022'yan de Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şûraya Dewletê ve hatiye betalkirin.
Parêzerê enternasyonalîstên ku li Navenda Paşveşandinê tên girtin Alî Arslan, tiştên di dema binçavkirin û piştî binçavkirinê de qewimîn nirxandin.
BIRYARA QEDEXEKIRINÊ
Arslan anî ziman ku li Rihayê ji zû de ye mafê civîn, xwepêşandan û meşê bi fermanên walîtiyê tê berterefkirin û got ku ji bo daxuyaniya li Rihayê ya der barê mirina kesên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de biryara "qedexekirina taybet" hatiye dayîn. Arslan destnîşan kir ku bi biryara qedexekirina daxuyanî bi awayekî derhiqûqî hatiey astengkirin û got ku 15 ciwanên enternasyonalîst bêyî şiyarkirinek bê kirin hatine binçavkirin. Arslan bilêv kir ku ciwan bi îşkenceyê hatine binçavkirin û got: "Bi îdiaya ku kesên biyanî nikarin tevlî daxuyaniyê bibin hatin binçavkirin. Lê belê ev pêkanîn îcadeke nû ya midûriyeta polîsan a Rihayê ye. Mafê civîn, xwepêşandan û meşê mafê her kesî ye. Tenê ne ji bo hevwelatiyan e, ev ji bo welatiyên biyanî ye jî. ger li cihekî xwepêşandanek hebe, mafê welatiyên biyanî jî heye ku tevlî wê bibin. Ev bi Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî hatiye parastin. Biryara walîtiyê biryareke absurd e."
Arslan anî ziman ku piştî binçavkirinê heya 3 saetan xwe negihandine muwekîlên xwe û got: "Em çûn Şaxa TEM'ê, berê me dan Şaxa Ewlehiyê. Li wir hin hincet dan ber me, lê gava muwekîlekî me bi telefona xwe cihê xwe ji me re şand, em pê hesiyan ku li Qereqola Şehîtlîkê ne. Gava em çûn me hevdîtin bi wan re kir, hê jî destê wan ji paş de kelemçekirî bû û di otobêsê de bûn. Pêdiviya wan bi daşirê hebû. Piştî demeke dirêj pêdiviyên wan hatin dabînkirin û kelemçe hatin vekirin. Me tişta pê tê tawanbarkirin pirsî û em pê hesiyan ku bi sûcê 'daneyên şexsî bi awayekî nehiqûqî dane an jî bi dest xistine' hatine tawanbarkirin."
Arslan diyar kir ku sûcê ku muwekîlên wî pê tên tawanbarkirin xwe disipêre giştînameyeke Emniyetê ya sala 2021'ê û got: "Ev genelge di dema wezîrtiya Suleyman Soylû de hat çêkirin. Ev giştînameya dijhiqûqî ji aliyê Şûraya Dewletê ve hat betalkirin. Ciwan ji ber giştînameyeke Soylû ku hatiye betalkirin hatin binçavkirin. Lê belê di Qanûna Ceza ya Tirk de tiştekî wiha tune ye. Muwekîlên me ji ber sûcekî kud i qanûnê de pênasekirina wê tune ye hatin binçavkirin û materyalên wan ên dîjîtal hatin desteserkirin. Lê çendî ev giştîname hatibe betalkirin jî bi awayekî fiîlî di meriyetê de ye. Belê Soylûne Wezîrê Karên Navxweyî ye, lê gava mesele kurd bin hiqûqa Soylû didome."
Arslan destnîşan kir ku 15 kes bêyî ku sûcek hebe sewqî Navenda Paşveşandinê hatine kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu sûcekî ji bo deportkirina ciwanan tune ye. Hem muwekîlên me îşkence kirin hem jî mafê wan ê geştê binpê dikin. Ne pêkan e ku mirov li vir behsa h'ya hiqûqê jî bike. Sûcên polîsan li holê ye. Ev pêkanîneke li dijî hiqûqê ye. Ev tiştekî kêfî ye. Em li bendê ne ji vê kêfiyetê encamekî li gor hiqûqê derkeve holê."
MA / Emrûllah Acar