ENQERE - Hat zanîn ku Komîsyona Amadekarî û Mutabaqetê ya Partiya Çepên Kesk dê ji bo peywira hevserokatiyê navên Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan pêşkeşî kongreyê bike.
Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar dixe. Ji bo Meclisa Partiyê û hevserokatiya giştî dê tenê lîsteyek bê pêşkeşkirin.
Hat zanîn ku Komîsyona Amadekarî û Mutabaqetê ya Partiya Çepên Kesk dê ji bo peywira hevserokatiyê navên Tulay Hatîmogûllari Oruç û Tuncer Bakirhan pêşkeşî kongreyê bike. Heke bên qebûlkirin, dê Hatîmogûllari û Bakirhan bibin hevserokên nû yên partiyê.
Dê hilbijartina hevserokên giştî û endamên PM’ê piştî nîvro bê lidarxistin.