MÊRSÎN - Psîkolog Mesût Aslan, anî ziman ku bêdengiya li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bû sedem ku belavî Tirkiyeyê bibe û destnîşan kir ku divê refleksa civakî ya li dijî tundiyê jinûve bê bidestxistin.
Zêdebûna biçekbûna takekesî, rê li ber bûyerên tundiyê vedike. Li gorî daneyên “Nexşeya Tundiya Çekdarî ya Tirkiyeyê” ya Weqfa Ûmût ku xebatên li dijî biçekbûna takekesî dimeşîne, di sala 2022’yan de 3 hezar û 984 bûyerên tundiya biçekan qewimîn. Di van bûyeran de 2 hezar û 278 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 231 kes jî birîndar bûn. Di 616 bûyerên tundiyê yên biçek de amûrên bibir hatin bikaranîn û 3 hezar û 368 jî di encama gule berdanê de pêk hatin. Li gorî van daneyan di bûyerên tundiyê yên çekdarî de li gorî sala 2021’an ji sedî 4,81 zêdebûn çêbû. Dema li gorî herêman hate belavkirin, li Herêma Marmarayê hezar û 136, li Behraspî 571, li Behrareş 543, li Anatoliya Navîn 463, li Egeyê 459 û li bakurê Kurdistanê jî 812 bûyerên tundiyê qewimîn.
Li gorî bajaran jî li Stenbola di rêza ewil de 519 bûyerên tundiyê yên çekdarî qewimîn û di van bûyeran de 296 kesan jiyana xwe ji dest dan û 601 kes jî birîndar bûn. Li Edeneya di rêza duyemîn de jî di bûyerên tundiyê yên çekdarî de 123 kesan jiyana xwe ji dest dan.
REFLEKSA CIVAKÊ YA LI DIJÎ TUNDIYÊ
Psîkolog Mesût Aslan, biçekbûna takekesî, çetebûyîn û bûyerên tundiyê yên di encama van de derdikevin holê nirxandin, êrişa li dijî laş, ruh û hebûna civakî ya kesekî weke tundiyê penase kir û vegot ku tundî weke takekesî û civakî dibe du beş. Aslan, bal kişand ku di demên dawî de weke civakî tundî zêde bûye û anî ziman ku bi zêdebûna tundiyê re dest bi windakirina qadên demokratîk hatin kirin. Aslan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi fesixkirina Peymana Stenbolê, mekanîzmayên darazê bi taybetî di cînayetên jinan de gelek pasîf ma. Pergaleke hiqûqê ya ji kuştina jinê ya ji aliyê mer ve hincetekê dibîne û cezayê mêran dadixîne heye. Rewşeke tundiyê ya li dijî jinan zêde dibe heye. Weke civakî me li dijî tundiyê refleksên xwe jî winda kirine, ji bûyerên divê qiyamet bê rakirin re bêdeng dimînin. Bi vî awayî pêkane ku mirov bibîne tundiyê di nava civakê de bikişînin xeteke asayî.”
DI SERDEMA SOYLÛ DE TUNDÎ ZÊDE BÛ
Aslan, bal kişand ku zêdebûna bûyerên tundiyê rasterast bi polîtîkayên desthilatê re têkildar in û wiha berdewam kir: “Mirovan ji meyleke biçûk re dest bi bertekên tundiyê yên gelek mezin kirin. Dema lingê vê yê hiqûqî kêm ma, mirov dest bi pêkanîna edaleta xwe dikin. Em dibînin ku di serdema Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylû de çetebûyîn û biçekbûna takekesî zêde bûye, em dikarin bêjin ku hema bêje endamekî rêxistinên sûc nemaye ku pê re wêne nekişandiye. Mirov dikare di vir de şerê çeteyan ê bi hev re jî bibîne. Mirov bûn xwedî hişmendiya ku “heke tu bixwazî ji aliyê aboriyê ve xurt bî divê tu çekê hilgirî.”
‘JI SIYASETÊ ARASTEYÎ ÇETEYAN HATE KIRIN’
Aslan ê qala bandora biçekbûna takekesî û çetebûnê ya li Mêrsînê kir, bal kişand ku li taxên kurdan bûyerên tundiyê zêdebûne û wiha got: “Sedemê zêdebûna tundiyê ya di nava ciwanên kurd de ew e ku ji bingeha siyasetê hatine qutkirin, bi awayekî çandî hatine pişaftin, ji ber nasnameya xwe her tim rastî tacîza polîsan tên.Qadên ku ev ciwan xwe lê îfade bikin nînin. Ji ber ku qadên civakî, spor û cuda yên bikarin xwe lê îfade bikin nehatine afirandin, rasterast dibin hedefa rêxistinên çeteyan. Bi awayekî xwezayî, ji ber ku ji aliyê aborî ve ciwanên xizan in, jiyana bi vî rengî ji wan re balkêş tê. Meylên şerê taybet ên weke pêdankirina fihûşê, têkiliyê bi çeteyan re bidin avakirin, bikaranîna madeyên hişbir a li ser ciwanên kurd bi salan e heye. Lê divê piştî vê pêvajoyê temamê ciwanan di vê qadê de binirxînin. Ji ber ku ji rewşeke ku taybetiya ciwanên kurd e derketiye û veguheriye polîtîkayeke li ser hemû ciwanên li Tirkiyeyê. Ji ber ku desthilat ciwanên difikirin, lêkolîn dikin û hesab dipirsin naxwaze, ciwanên wisa ji xwe re weke belayekê dibîne.”
‘JI KURDISTANÊ BELAVÎ TIRKIYEYÊ BÛ’
Aslan, diyar kir ku ew bi salan e hişyar dikin ku polîtîkayên li Kurdistanê tên meşandin wê li Tirkiyeyê belav bibin û wiha lê zêde kir: “Şerên çekdarî yên li wir tên meşandin, ketina hêzên ewlekariyê ya li her qada bajêr, nîşanî me da ku ev yek wê rojekê li qada Tirkiyeyê bê nîşandan û em îro wan encaman dijîn. Îro ciwanên me, heta hemû civak bedela bêdengmayîna li dijî tiştên li wê erdnîgariyê qewimîn didin.”
‘DIVÊ JI BO CIWANAN PÊVAJOYA AVAKIRINÊ BIDIN DESTPÊKIRIN’
Aslan da zanîn ku ji ber polîtîkayên necezakirinê yên darazê bûyerên tundiyê zêde bûne û baweriya civakê ya bi edaletê nemaye û anî ziman ku mirov ji bo edaleta xwe pêk bînin serî li tundiyê didin û ev yek rê li ber zêdebûna biçekbûna takekesî vedike. Aslan, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di vê rewşê de em di nava ciwanên civakê de pêleke tundiyê dibînin. Ji ber ku pêwendiya mirovên bi vî rengî bi desthilatê re heye, mudaxile nakin. Divê em careke din ciwanan weke kirde qebûl bikin, di mekanîzmayên biryardayînê de cih bigirin û pêvajoyeke avakirinê ya daxwazên wan digire bidin destpêkirin. Divê em zemîneke siyasî ya ku ciwanan di nav xwe de vedihewîne derxin holê û refleksa xwe ya civakî ya li dijî tundiyê ji nû ve bi dest bixin.”
MA / Dîlan Akyol