STENBOL - Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz diyar kir ku hewldan hene ku gelê kurd di sedsala 21’an de bêstatû bihêlin û wiha got: “Rêya aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn, çareserkirina pirsgirêkên kurd û filistîniyan a bi rêyên demokratîk e.”
Piştî çalakiya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê, dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erişên nû da destpêkirin. Zarok jî di nav de gelek sivîl di van êrişan de hatin qetilkirin û dewleta tirk qadên jiyanê yên sivîlan bombebaran kir.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bedîrhan Sarsilmaz têkildarî êrişan axivî. Sarsilmaz, êrişên Îsraîlê yên li dijî sivîlên li Filistînê rexne kir û got ku dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan hedef digire.
‘MODÊLA JIYANÊ HEDEF TÊ GIRTIN’
Sarsilmaz, diyar kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berdewamiya “konsepta şer” a ku îktîdara AKP’ê xistiye meriyetê ye û wiha domand: “Piştî êrişa li dijî Efrînê, nifûsa kurdan a li bajêr pir kêm bû. Demografyaya herêmê hate guherandin. Tirkiye, statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas nake û êrişan dike. Ev çendek sal in bi taybet jî bi SÎHA’yan herêmê bombebaran dikin. Dema mirov tevan bi hev re dinirxîne, dibîne ku armanca ji êrişan ew e ku modêla jiyana azad a li Rojava ji holê rakin. Îktîdar, bi taybet jî piştî 1’ê cotmehê ev êrişên xwe zêde kir.”
DIXWAZIN KURDAN BÊSTATÛ BIHÊLIN’
Bi domdarî Sarsilmaz gefên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên li dijî herêmê bi bîr xist û wiha got: “Rêveberiya xweser got ku bîlançoya êrişan giran e. Tenê di hefteyekê de 580 êrişên hewayî hatine kirin. Di van êrişan de 18 bîrên avê, 11 santralên ceyranê, rafîneriyên petrolê, 2 nexweşxane û gelek dibistan hedef hatine ghirtin. Dixwazin bi van êrişan Rojava bêdeng bikin û statûya wan ji holê rakin. Armanca esasî ya van êrişan jî ew e ku gelê kurd di sedsala 21’an de jî bêstatû bihêlin.”
BANDORA ŞER A LI SER ABORIYÊ
Di berdewamê de Sarsilmaz got ku polîtîkaya şer a îktîdarê bandoreke neyînî ya giran li aboriyê dike û ev tişt anî ziman: “Fatûreya wê jî li gel tê birîn. Erdogan bi xwe jî li xwe mikûr hat û got; ‘ma hûn dizanin bihayê guleyekê çiqas e?’ Bi vê gotinê li xwe mikûr tê ku tevahiya çavkaniyên welêt ji bo şer xerc cike. Dema em li rewşa dawî dinêrin, qet baş xuya nake. Bêguman ev yek encama polîtîkayên şer e. Li gorî daxuyaniya Wezareta Malbat û Xizmetên civakî ya dawî, 5 milyon malbatan ji ber ku nikarin heqê fatûreyên ceyrana xwe bidin, serî li wezareta wan dane. Ev tevek jî ji ber polîtîkayên şer ên li dijî gelê kurd in.”
‘TIRKIYE JIDIL NÎNE’
Parêzer Sarsilmaz bal kişand ser berteka îktîdara AKP’ê ya li dijî êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê û wiha pê de çû: “Lê di heman kêliyan de bombeyan li Rojava dibarînin. Di mijara Filistînê de îktîdar jidil nîne. Hêsirên dibarîne ne ji dil in. Dema rayedarên tirk bertekê nîşanî Îsraîlê didin, rayedarên îsraîlî jî jê re dibêjin; ‘hûn jî kurdan dikujin.’ Ev yek vê nîşan dide, her du alî jî bi rola hev baş dizanin. Her du alî jî dizanin ku sivîlan hedef digirin. Lewma hev sûcdar dikin. Heke rayedarên tirk jidil bin, bila êrişên ser Rojava bidin sekinandin. Her wiha qada navneteweyî jî li dijî êrişên Tirkiyeyê bêdeng e. Tirkiye neçare ku li gorî hiqûqa mirovanî ya navneteweyî tevbigere.”
‘PIRSGIRÊK BI RÊYÊN DEMOKRATÎK ÇARESER DIBIN’
Sarsilmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Pirsgirêkên kurd û filistîniyan dikarin bi rêyên demokratîk bên çareserkirin. Êrişên li dijî Rojava, bingeha xwe ji înkarkirina nasnameya kurd digirin. Divê mirov li dijî polîtîkayên îktîdarê, di çareseriya demokratîk de israr bike û hewl bide. Heta ku pirsgirêkên kurd û filistîniyan neyên çareserkirin, li Rojhilata Navîn dê aştiyeke mayînde çênbe. Lewma em saziyên hiqûqê divê li dijî şer, banga aştiyê bilindtir bikin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû