STENBOL- Siyasetmedaran diyar kir ku bi êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe, hewl tê dayîn herêm were valakirin û bang li raya giştî ya ronakbîr û demokratîk kirin ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin.
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li dijî Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin. Piştî “peymana ewlehiyê” ku di 15’ê Tebaxê de di navbera Enqere û Bexdayê de hat îmzekirin, êrişên li ser herêmê zêde bûn. Rêveberê Nûnertiya Marmarayê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Karabag û Hevberdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Herêma 3'yan a Stenbolê Gulîstan Aydin, têkildarî êrişên Tirkiyeyê axivîn.
‘PDK, ŞIRÎKÊ KOMKUJIYA TIRKIYEYÊ YE'
Karabag diyar kir ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ji sala 2022’yan û vir ve ji bo "dagirkirina" Kurdistana Federe "dîplomasiyeke" tund dimeşîne û got ku bi taybet bi hevkariya PDK’ê, dixwazin hemû destkeftiyên kurdan ji holê bê rakirin. Karabag anî ziman ku piştî peymana di navbera Enqere û Bexdayê de hat îmzekirin, Tirkiye bi hedefgirtina sivîlan dixwaze herêmê vala bike û got: "Gelên li Kurdistana Federe li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ne. Bi awayekî xwezayî mirov naxwaze ji qadên jiyanê, qadên çandiniyê û herêmên xwe derkevin. Hem PDK û hem jî Tirkiye ji van nerazîbûnên raya giştî bêzar bûne. Yên ku ji van nerazîbûnan ??bêzar dibin van komkujiyan pêk tînin. Tirkiye vê yekê bi êrişên SÎHA û ÎHA’yê dike. PDK jî destekê dide van komkujiyan."
‘GER OCALAN WEKÎ MUXATAB ESAS BÊ GIRTIN WÊ KARIBE ŞER RAWESTÎNE'
Karabag da zanîn ku piştî pêvajoya diyalogê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aktorê sereke bû ji aliyê desthilatê ve hate bidawîkirin, polîtîkayên şerê qirêj ketin dewrê û got: "Ev şerê qirêj ku bi tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê tê meşandin berbelav dibe û dewam dike. Yên ku di serî de ji şer bandor dibin zarok, jin û sivîl in. Dema ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li Kurdistana Federe li dijî sivîlan komkujiyan dike, li Tirkiyeyê jî neteweperestiya tirk provoke dike. Di encama vê provokasyonê de êrişên nijadperestî rû didin. Êrişên li ser karkerên avahîsaziyê û karkerên demsalî yên çandiniyê yên ku ji Kurdistanê tên li parêzgehên bajarên rojava zêde bûne. Dema kedkarên bi meaşê rojane doza keda xwe dikin, pêleke neteweperestiyê çêdibe û bi êrişên nîjadperestî re rû bi rû dimînin û nikarin heqdesta xwe bistînin. Dema em qetlîamên sivîlan bi tevahî dinirxînin, em dibînin ku ji pirsgirêka kurd ne serbixwe ne. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan bê rakirin û vegera li peymana Dolmabahçeyê çêbibe. Ji nû ve muxatabiya birêz Ocalan wê şerê li tevahiya Rojhilata Navînê rawestîne."
‘DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN'
Karabag bal kişand ku li Tirkiyeyê xizaniyeke cidî heye û got: “Tirkiye bûye welatekî ku ji aliyê mezheb, cemaet û çeteyan ve tê birêvebirin. Êdî tiştekî bi navê liyaqatê nîn e. Ev şer di çarçoveya plana hilweşandinê de ye û hê jî didome. Ev şer tiştekî nade gel û karkerên Tirkiyeyê. Ev hem bi awayekî fizîkî gelê Kurdistanê qetil dike, hem jî keda karkerên li Tirkiyeyê îstîsmar dike. Ji bilî desthilat û hêzên sermayeyê, tiştekî ku gel ji şer qezenc bike nîn e. Wekî DBP’ê divê em bi israr siyaseta demokratîk bimeşînin. Ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û deriyê aştiyê vebe pêwîstî bi Îmraliyê heye û divê deriyên Îmraliyê bên vekirin."
BANGAWAZÎ
Karabag destnîşan kir ku divê rewşenbîr û demokratên li Tirkiyeyê bê tirs bi berpirsyarî rabin û got: “Eger nebe em ê hemû para xwe ji vî şerê qirêj bigirin. Banga me ji raya giştî ya ronakbîr û demokratîk a Tirkiyeyê re; Eger em dixwazin li welatekî demokratîk bi hev re bijîn, avakirina neteweya demokratîk ancax bi hev re 'rawestandina' vî şerî ye. Divê em li dijî polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin. Li Tirkiyeyê rêxistinên girseyî yên demokratîk, odeyên pîşeyî û saziyên sivîl divê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."
Hevberdevka Herêma 3'yan a DEM Partiyê Gulîstan Aydinê jî diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî sivîlan ji berê de hene û got: "Di salên 90'î de li Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin. Bi hezaran welatiyên me bêyî eşyayên xwe bigirin hatin derxistin û xaniyên wan li ber çavên wan hatin şewitandin. Û ji gel re gotin 'hûn diçin ku biçin.' Valakirina gundên li Kurdistana Federe û hedefgirtina sivîlan berdewamiya polîtîkaya li vir a salên 90'î ye. Ji ber ku ji bo wan ne Başûr, ne Bakur û ne jî Rojava heye, kurd kurd e."
XWEPARASTIN
Aydinê got: “Dewlet dixwaze dest deyne ser axa kurdan. Piştî ku kurdên Efrînê bi darê zorê koçber kirin, çete li wir bi cih kirin. Niha jî dixwazin heman siyasetê li ser xaka Kurdistana Federe bimeşînin. Armanca Tirkiyeyê ew e ku li herêmê çi destkeftiyên gelê kurd bi dest xistine, têk bibe. Armanca wan ew e ku gelê lurd li tu derê nebe xwedî statu. Divê kurd li dijî polîtîkayên şer ên topyekûn xwe li ser esasê xweparastinê bi rêxistin bikin. Divê Tirkiye ji rewşa Sûriyeyê dersê wergire û demildest dest ji van polîtîkayên şer berde."