AMED - Parêzer Zeynep Karayilan diyar kir ku ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn bikeve meriyetê, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn, biryara binpêkirina “Mafê hêviyê” da. Bi ser biryarê re 10 sal derbas bûn lê hêj jî Tirkiyeyê di vê mijarê de gav neavêtiye.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryarên DMME’yê dişopîne bê ka hatine cîbicîkirin an na jî di civîna xwe ya 17-19’ê îlonê de “Mafê hêviyê” kir rojeva xwe û heta 25’ê îlona 2025’ê dem da Tirkiyeyê. Komîteyê, ji Tirkiyeyê xwest ku di vê mijarê de sererastkirinên qanûnî bike.
Sekretera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Zeynep Karayilan têkildarî “Mafê hêviyê” axivî.
BIRYARÊN KOMÎTEYÊ
Zeynep Karayilan, da zanîn ku di sala 2002'yan de bi sererastkirineke qanûnî rê li ber berdana bişert a girtiyên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn hatiye girtin. Zeynep Karayilan, bi bîr xist ku DMME’yê di vê mijarê de biryara “binpêkirinê” daye û wiha got: “Anku biryar da ku Tirkiyeyê qedexeya îşkenceyê binpê kiriye. Piştre jî di biryarên derheqê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de li dijî Tirkiyeyê biryara binpêkirinê da.”
Bi domdarî Zeynep Karayilan bi lêv kir ku DMME’yê pêşniyar kiriye ku di cezayên muebbeta girankirî de piştî 25 salan divê çendek deman carekê cezayê hatiye dayin dîsa were nirxandin. Zeynep Karayilan, di berdewamê de ev tişt anî ziman: “Weke komele em vê pêvajoyê dişopînin. Di çarçoveya şopandina pêvajoyê bê ka biryar hatine cîbicîkirin an ne de me bi nivîskî agahî ji Komîteya Wezîran re şandin. Komîteyê di meha îlonê de ev biryar girt rojeva xwe û got ku ew pir bi fikarin in ku di vê mijarê de tu pêşketin çênebûne. Her wiha xwest ku di vê mijarê de tevdîrên pêwîst bên girtin. Her wiha got ku divê hejmara kesên cezayê muebbetê lê hatiye birîn bê eşkerekirin. Komîteyê destnîşan kir ku heke heta îlona 2025’an di vê mijarê de pêşketineke şênber tune be, ferman daye Sekreteryayê ku pêşnûmeyeke biryara navberê amade bike.”
HEKE BIRYAR NEYÊ BICIHANÎN DÊ ÇI BIBE?
Zeynep Karayilan, got ku biryarên DMME’yê ji bo endamên Konseya Ewropayê derbasdar in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke biryarek neyê bicihanîn, Komîteya Wezîran pêvajoyê dişopîne û hem di platformên navneteweyî hem jî di siyaseta navxweyî de rê li ber nîqaşan vedike. Zextên Komîteya Wezîran piranî ji zexta dîplomatîk dest pê dike û pêl bi pêl girantir dibin. Pênekirina biryaran dibe ku ji bo îtibara navneteweyî ya dewletê rê li ber encamên giran veke. Heta dibe ku rê li ber veke ku ji Konseya Ewropayê dûr were xistin. Di şert û mercên asayî de bicihneanîna biryarên DMME’yê di demekî kin de zextekî hiqûqî û siyasî li ser dewletan çêdike û di demekî dirêj de jî rê li ber encamên cidî yên navneteweyî vedike.”
BANGA TÊKOŞÎNÊ
Zeynep Karayilan, bi lêv kir ku Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî di nava şertên giran ên tecrîdê tên ragirtin û got: “Bi vekirina girtîgehên tîpên Y û S’yê re tecrîd hêj girantir bûye. Di van girtîgehan de têkiliya mirov û xwezayê hema hema qet nîne. Bêyî ku li cezayê girtiyan binêrin bê ka girtî ye yan hikûmxwar e yan jî cezayê wî demkî ye yan muebbete, li van girtîgehan bicih dikin. Girtiyên nexweş nayên tehliyekirin, bi hincetên cuda cezayê disiplînê lê dibirin.”
‘TECRÎD HÊJ BERDEWAM E’
Di berdewamê de Zeynep Karayilan daxuyand ku bi Abdullah Ocalan re piştî 43 mehan hevdîtin hatiye kirin lê tecrîd hêj didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya dawî, piştrast kir ku tecrîd didome. Tu bingeheke hiqûqî ya van biryaran tune ye. Li rexekî qala ‘mafê hêviyê’ dikin û li rexa din jî tecrîdeke giran ferz dikin. Di nava 2-3 salan yek du caran çûna malbatan nayê wateya rakirina tecrîdê.”
‘DIVÊ TÊKOŞÎN NE TENÊ LI SER MILÊN MALBATÊN GIRTIYAN BÊ HIŞTIN’
Zeynep Karayilan, axaftina xwe wiha qedand: “Bi hezaran girtiyên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn hene. Divê şertê berdana bişert dîsa bên sererastkirin. Ev yek hem li hundir hem li derve dê bandoreke erênî li ser siyaset û hiqûqê bike. Tecrîd, rojeveke sereke ya OHD’ê ye. Ji ber ku bêhiqûqtiyeke mezin li holê ye û têkoşîna li dijî vê jî dibe para me. Divê têkoşîn tenê li ser milê xizmên girtiyan û saziyan neyê hiştin. Hewceye her kes berpirsyartiyê li xwe bigire û têbikoşe.”
MA / Mujdat Can