Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
- Rojane
- |
- 10 Adar 2026 13:54
- |
ENQERE - Di bîranîna meha 125'emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de, peyama ku têkoşîn dê heta ku edaleteke rastîn were sazkirin berdewam bike hat dayîn.
Kesên ku di êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Enqereyê de ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de hat lidarxistin, jiyana xwe ji dest dan, di meha 125'emîn a komkujiyê de hatin bîranîn. Bîranîna ku li cihê komkujiyê hat lidarxistin, malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din beşdar bûn. Piştî rêzgirtina ji bo kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, beşdaran dirûşmeyên wekî "10'ê Cotmehê ji bîr nekin, bila neyê jibîrkirin" berz kirin.
Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Îshak Kocabiyik diyar kir ku komkujiya ku deh sal berê pêk hat, baweriya bi edaletê kêm kiriye.
Kocabiyik diyar kir ku tevî hemû êşên ku ji ber komkujiyê dikişînin jî wan dest ji têkoşîna xwe bernedaye û got ku ew ê girtina dsyeyê qebûl nekin. Kocabiyik got: "Heta kujerên rastîn neyên eşkerekirin, heta ku sûcdarên rastîn neyên dîtin, em ê paşve gav neavêjin. Heta ku edalet pêk neyê, em ê dev ji vê têkoşînê bernedin."
Bîranîn bi serdana bîrdariya ku li herêmê ji bo bîranîna kesên ku di Komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan hat çêkirin, bi dawî bû.