Ji fîlozofê Spanî Innerarity peyama piştgiriyê ji bo pêvajoyê
- Rojane
- |
- 10 Adar 2026 13:56
- |
AMED - Fîlozofê Spanî Daniel Innerarity, piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşan da û got: "Gelê Kurd, heta dawiyê hêjayî piştgiriya me ya ji dil e."
Peyamên piştgiriyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de dest pê kir, berdewam dikin. Fîlozofê Spanî Daniel Innerarity peyamek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand û piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşan da. Innerarity, di peyama xwe de wiha got: "Ji ber hewldanên ku armanc dikin ku mafê jiyana bi hev re bi awayekî aştiyane bi hemû cîranan re û mafê diyarkirina çarenûsê çareser bikin, dikarin di şert û mercên jeopolîtîk ên heyî de bi ser bikevin; gelê Kurd heta dawiyê, hêjayî piştgiriya me ya ji dil e."