Bertek nîşanî pirsgirêka avê û rêyan dan: Şaredariyan li xwediyên wan ê rastîn vegerînin

Parve bike:

MÊRDÎN - Li Mêrdînê di daxuyaniya têkildarî qutkirina avê û neçêkirina rêyên ji ber xebatên binesaziyê xera bûne de, wiha hat gotin: "Ev dîmen, eşkere nîşan dide ku di rêvebirina bajêr de pêşaniya rêveberiya qeyûm ne pêdiviyên gel e." 

 
Li Mêrdînê, ji 28'ê Sibatê ve av hatiy qutkirin û rêyên ji ber xebatên binesaziyê xera bûne nayên çêkirin. Ji ber vê Endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Lijneya Bajêr a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk, li Parka Karayollariyê kom bûn û ji bo balê bikişînin ser pirsgirêka avê ya welatiyan metereyên vala hilgirtin. 
 
Hevberdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Aysel Ayavê metna daxuyaniyê xwend. Aysel Ayavê bilêv kir ku bajêr ji zû de ye di destê qeyûm de ye û ev yek demokrasiya herêmî qels dike. Aysel Ayavê destnîşan kir ku bi rojan e ava gelek taxan tüne ye û got ku welatî ji bêgavî bi tanqêr û metereyan avê dikişinin. 
 
Ayavê destnîşan kir ku xwegihandina avê xizmeteke bingehîîn a cemaweriyê ye û got ku qutkirina avê di serî de bandorê li nexweş, extiyar û zarokan û bi tevahî li hemû kesan dike. 
 
Aysel Ayavê bilêv kir ku divê dawî li pêkanînên qeyûman bê.
 
Hevşaredarê Artûklûyê Mehmet Alî Amak jî diyar kir ku şaredarî nayê birêvebirin û got ku divê rêveberiyên herêmî li rêveberên ku gel ew hilbijartine bê vegerandin.