Tuncer Bakirhan: Hewceye di vê pêvajoyê de gavên bilez bên avêtin
- Polîtîka
- |
- 10 Adar 2026 16:00
- |
ENQERE - Tuncer Bakirhan pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Hewceye bala me li ser aştiya me be, pêvajoya xwe bilez pêş bixin û tavilê jê encamekê bigirin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, piştî civîna heftane ya koma partiya xwe, pirsên rojnamegeran besivand. Bakirhan, got ku divê pêvajo bilez pêş bikeve, îşaret bi geşedanên li Îranê kir û got hewceye pêvajo bilez biencam bibe.
Pirsa têkildarî şêweyê pêşveçûna pêvajoyê jî Bakirhan wiha bersivand: “Pêwendiyên me yên bi îktîdarê re didomin, hevdîtinên me hene. Çendek roj berê di fitareyê de em bi birêz serokkomar re hatin gel hev. Divê ev pêvajo bilez bibe. Wekî gavek berê jî min got, Rojhilata Navîn di nava şer û pevçûnan de ye. Lewma rewşa li Îranê bandorê li herêmê û dinyayê dike. Hewceye bala me li ser aştiya me be, pêvajoyê bilez pêş bixin û demildestek encamekê jê bigirin.”
Bakirhan, got: “Divê êdî gavên pêwîst bên avêtin. Di rapora meclisê de jî heye ku dibêje bila biryarên DMME û AYM’ê bên bicihanîn. Ev biryare di înîsiyatîfa wezîrê dadê de ne. Bila Demîrtaş, Yuksekdag, girtiyên Doza Geziyê di Newrozê de bi hev re govendê bigerînin. Em bi hev re govendê bigerînin. Bila hêviya 86 milyonan a aştiyê çêbibe.”