200 malbatên din jî ji bo vegera Efrînê xwe amade dikin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya vegera Efrînê de 200 malbatên ji gund û navçeya Racoyê amadekariyan dikin. Tê payin ku malbat di nava rojên pêş de vegerin. 

 
Efrîniyên ku ji sala 2018'an ve ji ber êriş û dagirkeriya Tirkiye û komên wê yên paramîlîter koçber bûne, di çarçoveya bicihanîna Peymana 29'ê Çileyê ya navbera rêveberiya HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de 9'ê Adarê dest bi vegera li warê xwe kir. Koma destpêkê ya Efrîniyên koçberbûyî ji Hesekê bi rê ket û ber destê sibeha 10'ê Adarê gihîşt Efrînê.
 
Efrîniyên ku ji ber êrişên dawî yên komên çekdar ên hikumeta demkî ya Şamê careke din koçber bûn, li seranserê rojavayê Kurdistanê belav bûn. Li gorî agahiyan li bajarê Qamişloyê 5 hezar û 500 malbat, li Dêrikê 2 hezar malbat, li Hesekê hezar malbat û li Kobanê jî nêzî 500 malbatên Efrînî bi cih bûne.
 
‘KOÇBER DI DIBISTANAN DE DIMAN’ 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Efrîn û Şehbayê Sewsen Ehmed li ser rewşa Efrîniyên koçberbûyî û pêvajoya vegera li Efrînê ji ANF'ê re axivî. Sewsen Ehmedê destpêkê bal kişand ser vegera 400 malbatên Efrînî û got: “Me weke Meclisa Gel, amadekarî ji bo vegera li Efrînê kir. Me destpêkê gelê xwe bi rêxistin kir, pêdiviyên wan ên ji bo vegerê pêk anîn û di 9'ê Adarê de koma destpêkê ya ji 400 malbatî şand. Ji bo vegerê em destpêkê giraniyê didin koçberên li bajarê Qamişloyê, ji ber ku li vî bajarî hejmareke zêde ya koçberan li hev kom bûne. Koçber li zêdeyî 120 dibistanan hatine bicihkirin."
 
AMADEKARIYÊN JI BO VEGERA KOMA DUYEMÎN 
 
Sewsen Ehmedê anî ziman ku ew niha amadekariyê ji bo vegera koma duyemîn dikin û got: “Wê vê carê nêzî 200 malbat ên navçeya Raco û gundên girêdayî Efrînê bi rê bikevin. Em ê pêwîstiyên wan temam bikin û bi vî rengî bikin ku bi rê bikevin."
 
‘GELÊ ME GELEK ZEHMEÎ DÎT’   
 
Bi domdarî Sewsen Mihemedê diyar kir ku koçberên Efrînê pir êş kişand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îro pir kêfxweş in, dema ku em dîmenê gelê xwe ên li Efrînê û yên ku vedigeriyan Efrînê dibînin. Em giştî koçberên Efrînê ne, me gelek zor û zehmetî dîtin. Yek ji wan koçberan jî ez im. Min mifteya mala xwe, wesayîta xwe ya Efrînê heta niha bi xwe re hiştiye. Dibe ku biçûk be lê hêviyek pir mezin ji bo vegerê didan min.”
 
‘EM Ê ÎSAL NEWROZÊ LI EFRÎNÊ PÎROZ BIKIN’     
 
Di berdewamê de Sewsen Mihemedê destnîşan kir ku wê îsal Cejna Newrozê li Efrînê pîroz bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê îsal Newrozeke xweş li ser xaka Efrînê bikin. Çawa ku 8’ê Adarê ji bo me rojeke tekoşînê ya jinê ye îsal me rojek din li dîrokê zêde kir. 9’ê Adarê roja vegera Efrînê ye. Ev roj wê rojeke taybet be. Yek ji zarokên ku duh bi malbata xwe re vedigeriya Efrînê digot min Efrîn nedîtiye lê malbata min qala xweşikbûna wê kiriye ez ê jî niha biçim bibînim."